Eşkerekirina sîstema serweriya tirk û helwesta Kurd

Xidir USO

Heta em wek Kurd xwe bispêrin yasayên tirk, bi dilê xwe beşdarî dezgeh û sazîyên serwerîya dewleta tirk bibin, berjewendîyên xwe yên kesane di ser berjewendîyên neteweyî re bigirin, li dij vê dewleta zordar nebin xwedîyê helwestek netewî, tenê emê bibin pergalê meşrûkirina serwerîya vê dewletê.

Komara tirk, ji alî brokrat û leşkerên ordîya Osmanî, bi destûr û alîkarîya Îngîlîz û Fransizan hat avakirin. Rêvebirên vê komarê, ji bo ku bi giranî dewşirme bûn; ne xwedîyê welatekî û neteweyekê bûn, welatê Enedolê û Kurdistanê ji xwe re wek welatê tirk destnîşan kirin; netew û pêkhateyên li van welatan dijiyan jî wek neteweya tirk bi nav kirin. Bi soz û peymanên veşartî û eşkere yên bi Îngîlîz û Fransizan re, bi Peymana Lozan jî vê komarê meşrûîyeta xwe bi hemî cîhanê da qebûlkirin.

Berî peymana Lozan û piştî wê, rêvebirên dewleta tirk, hîn ji 1908an de li gorî armancên Îttîhat-Terakkî biryara ku li Enedol û Kurdistanê neteweyek tirk avabikin û hemî gelên ne tirk bikin tirk yan tune bikin, girtibûn. Lê vê armanca xwe, bi dizî meşandin, him cîhan û him jî pêkhateyên Enedol û Kurdistanê bi derew, dek û dolaban xapandin. Ji Peymana Lozan de hebûn û mafê Kurdan û hemî pêkhateyan binpê kirin.

Pirojeya rêvebirên komara tirk ku heta niha vekirî pêk anîn, pêşî ji nuh de dagîrkirina Kurdistanê û hêsirgirtina miletê Kurd bû, piştre bi qanûn û terora dewletê tirk-kirina miletê Kurd bû. Ev tê wateya ku komara tirk, ji roja ava bû, dest bi qirkirina miletê Kurd kir. Jibo bi yek carê nikarîbû miletê Kurd ji navê rake, vê qirkirina li demê belav kir û heta niha ajot.

Vê komarê, miletê Kurd tune hesiband û makezagonek li ser bingeha nîjada tirk amade kir. Zagon li ser navê yek dewleta yek miletî, yek welatî, yek zimanî, yek alê sazkirin. Ji bo ku miletê Kurd ji navê rake jî qanûnên “sikût”ê, “tedîp” û  “tenkîl”, “tehcîr”, “sevk” û “mecbûrî îskan” derxistin. Zimanê Kurdî, cil û bergên Kurdî qedexe kirin. Jibo tirk-kirina zarokan, dibistanê herêmî yên razanê vekirin û ji alî leşkeran bi dîsîplîna leşkerî hatin perwerdekirin. Xortên bi tirkî nizanîbûn ku li gor qanûna leşkerîya bi zorê, birin leşkerîyê, jibo bibin kolê dewletê her şêwe îşkence li wan hat kirin. Heta hin jê bi îşkenceyan hatin kuştin.

Kesên bav û kalê wan jibo ku doza mafê xwe yê netewî, çandî û sîyasî kiribûn, bi biryara rêvebirên vê dewletê û meclîsê ve hatbûn kuştin û dardakirin, zarokê wan birin meclîsê bi wan sonda qebûlkirina tunekirina bav û kalê xwe, tune hesibandina netewe û welatê xwe, li ser şeref û namûsa wan, bi wan dan xwarin!

Dewleta tirk, li kurdistanê dewletek dagîrker e, kujerê bav û kalê Kurdan, zordar û îşkencedarê miletê Kurd e. Tevlî ku bi mîlyonan Kurd kirine tirk, 40 salên dawî jî qaşo “jibo tekoşîna li dijî terorê” jibo Kurdan li welatê xwe, gund û bajarên xwe hîna bi zaman û çanda xwe dijîyan ji welatê wan biqewirîne, ziman, çand û rûmetê wan belav û tune bikin, bi projeya pkk nêzî çar hezar gund şewitand, 13 bajar hilweşand, nêzî sed û pêncî hezar mirov kuşt. Civaka Kurd di nava çil salî de belawela kir. Yên revîyan metropolên di bin kontrola îstîxbarat û polîsê deweletê de, xistin bin guvaş, gef û zextek asîmîlasyona tirkbûnê.

Di serê Komarê de, bav û kalê me yên welatparêz hêsîrtiya dewleta tirk qebûl nekirin û doza mafên xwe yên netewî, sîyasî û çandî kirin, tev hatin qirkirin. Em zarokên wan, yên ketin zanîna netewetîya xwe, me kengî firsend dît me tekoşîna netewî li darxist û serî hilda. Lê mîna hertim dewleta dagîrker, bi mejîyekî barbar biryara tunekirina me dan; hin ji me hat, kuştin, hin hat girtin û hin reviyan. Yên man jî wek hêsîr jîyana xwe domandin.

Zor, şîdet û tadeya dewletê ji ser serê miletê Kurd qet kêm nebû. Di bin zordarîya xwe de, miletê Kurd naçarî xizanî û birçîbûnek giran kir. Bi zor, îşkence, girtin, kuştin û birçîkirin, xelk û zaroyên Kurd mecbûrî xizmeta nava sazî û dezgehê xwe kirin. Jibo miletê Kurd hêsîr bigire her rê ceribandin. Li dijî hemî kiryarên vê dewletê, miletê Kurd çendî xwe danî, berevacî wê, dewletê bi nîjadperestî û terorê, înkar û qedexeyên rûmetên miletê Kurd berdewam kir.

Dewleta tirk, li welatê me, bi tu sazîyek xwe ne dewletek meşrû ye. Em wek kurd, bi dilê xwe yan bê dilî xwe, beşdarî kîjan sazîya dewletê bibin, ya ku me asîmîle dike yan hêsîr digire, em xizmetê ji serwerîya wê re dikin. Hela wek civaka Kurd ku em beşdarî hilbijartinên îdare û rêvebirina vê dewletî dibin, em wê meşrû dikin.

Helbet em bi şerê klasîk û tivingan nikarin bi vê dewletê, lê bi girseyî li dijî înkar, qedexe, asîmîlasyon û talana ked û welatê xwe karin têkevin berxwedanek nerazîbûnek (bêîteetîya) sîvîl.

Em li dij vê zordarîyê, çendî xwe deynin, ew jî dê bixebitin me tune bikin. Îro bi mîlyonan miletê me xwe neçar dibîne û serî ji neheqîyê, zordarî û çavsorîyê re ditewîne. Divê em rêya rast pêş wan bikin. Jibo xelkê Kurd li dijî vê neheqîyê derê, divê rewşa ku dijminê wan ew xistinê zelal bibînin. Heger Miletê Kurd, li gorî van rastiyan şîyar û bi rêxistin nebe, li dijî qanûn û sazîyên dagîrî, talan û asîmîlasyonê, nekeve nava çalakî û tekoşîna nerazîbûnê, rizgarî û azadîya miletê Kurd jî ne mumkun e. 28.10.2025

Xidir USO

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *