Eskerê Boyîk (Askiyar Biroyan): Di 31.08.1941an da, li gundê Qundexsazê (niha Rîya Teze) yê navça Axbarana Ermenistanê, di malbeteke Kurdên Êzdî da hatiye dinê.
Piştî temamkirina dibistanên gundê xwe û gundê cînar Elegezê xwendina xwe li Înstîtûta Malhebûna Gundîtîyê ya bajarê Yêrevanê da berdewam kiriye û di sala 1966an da bi qîmetên bilind dawî aniye.
Sala 1974an da Zanîngeha Zanyariyê ya Êkononîka (Aboriyê) da têza doktorayê parastiye, navê doktorê aboriyê stendiye. Heta sala 1993yan wek serokê parê li wê zanîngehê xebitiye. Tevî karê zaniyariyê ew wusa jî gelek sala Zankoya Yêrêvanê ya Malhebûna Gundîtiyê da dersê rêvabirina malhebûnên gundîtîyê daye xwendevanan.
Piştî hilweşîna Yekîtiya Sovêtê, sala 1993’yan dest ji kar û barê xwe berdaye û çûye demekê li bajarê Almatayê maye. Li vir bi navê KURD (NÛBAR) kovarekê diweşîne. Bi alîkarî û rêdaktorîya wî pirtûka Ezîzê Zîyo “Kurdên Qazaxistanê” hatiye Weşandin. Piştî demekê ji wir berê xwe dide Ewropayê, diçe li Almanyayê bi cî dibe.
Her çiqas di karê xwe yê lêkolînên zanyariyê û perwerdekirina di warê zanyarîya aborîyê da serkeftî bû jî di nav xwendevanên Kurd da weke helbestvan, diramatûrg, rojnamevan, pûblîsîst eyan bû.
Eskerê Boyîk xudanê gelek berevokê helbest, ҫîrok, roman, xebatên edebyerzaniyê, dîrokîyê, êzdînasyê ye. Nivîsarê wî xêncî Kurdî wusa jî bi zimanên Ermenî, Rûsî, Tirkî, Almanî, Erebî hatine weşandin.
Helbestên wî yên ewil di salên 1960î da ser rûpelên rojnama Riya Teze û Radyoya Yêrêvanê da hatin weşandin. Di 1966an da berevoka helbestên wî ya ewlin bi navê “Şiverê” li Yêrêvanê hate Weşandinê, sala 1975a berevoka helbesta ya duda “Kulîlkên Çîya” hate weşandin. Vê berevokê helbestvan ra nav û deng anî, ew wek helbestvanekî hizkirî çawa li nav xwendevanê Kurd yên welatê sovêtê da wusa jî ji sînorê wê der welatê Kurda da hate naskirin. Berevok, ji dervayî sînorê Ermenistanê bi orgînala xwe Kurdî û bi wergera zimanê Tirkî li Stenbolê û Bonê hate weşandin.
Eskerê Boyîk ji sala 1984’an va, endemê Yekîtiya Nivîskarên Sovêtê ye, endemê Yekîtiya Nivîskarên Komarên Ermenistan û Qazaxistanê, endamê PENa Kurd e. Ew devedevî 25 salan Sekreterê Beşa Nivîskarên Kurd a Yekîtiya Nivîskarên Ermenistanê bûye.
Ji bilî karên nivîskarî ew bi karê civakî va jî mijûl bûye ji bo xizmeta miletê xwe û ji ber vê jî ji sala 1999’an va ye Serokê Komîteya Rewşenbîrî ya Mala Êzdiyan a Bajarê Oldenbûrgê ye. Wî di sala 2012’an de di Mala Êzdiyan de Navenda Lêkolînên Êzdînasiyê damezirandiye.
Ew bi xelata edebî ya Ehmedê Xanî û û ya torevan Qedrî Can va hatiye xelatkirin.
Heta niha ev berhemên nivîskar hatine weşandin:
- Şiverê, helbest, 1966, Yêrevan, 30 rûpel (Krîlî)
- Kulîlkên çîya, helbest, 1975, Yêrevan, 62 rûpel (Krîlî)
- Kulîlkên çîya, helbest, 1979, Stenbol, 150 rûpel (Kurdî-Tirkî)
- Sinco keça xwe dide mêr, şano, 1980, Yêrevan (Krîlî)
- Mem û Zîn, şano, 1989, Stokoholm, 80 rûpel
- Tîrênc (di berevoka Bahar de), helbest, Yêrevan, 78 rûpel (Krîlî)
- Li çîya, kurteçîrok, Yêrevan, 1991, 220 rûpel (Krîlî)
- Duaya serê sibê, helbest, Roja Nû, 1997, 79 rûpel
- Oda çîrokan, helbestên zarokan, Roja Nû, 1997, 70 rûpel
- Kulîlkên birîndar, helbest, Stokholm, 1998, 285 rûpel
- Govenda Herfan, helbestên zarokan, Stokholm, 2002, 60 rûpel
- Çîrokên oda me; kurteçîrok, Weşanên Afîş Medîa, 2004, 139 rûpel
- Nûra Elegezê; edebiyatzanî, Dengê Êzdiyan, Oldenburg, 2004, 112 rûpel
- Xezeba Xwedê, roman, beşa ewlin, Weşanên Deng, 2004, 425 rûpel
- Êzdiyatî, Mîrzikê Zaza, Fermanên reş, dîrok; Dengê Êzdiyan, Oldenbûrg, 2006; 288 rûpel
- Xezeb; roman; beşa duduyan, Weşanên Deng, 2008, 327 rûpel
- Ez kilameke melûl im, helbest, Weşanên Deng, 2009, 168 rûpel.
- Nûra Elegezê, bi tîpên Erebî, Duhok 2011
- Bahoz, roman, Avesta 2011, 108 rûpel
- Çanda Kurdên Sovyetê, lêkolîn, bîranîn, Weşanê DENG, 2012, 560 rûpel
- Tolhildan, berevoka kurteçîrokan, Weşanên NA 2015, 235 rûpel,
- Bi kurayî dîroka Êzdiyên Ermenistanê, Weşanên J&J, 2015, Amed
- Bahoz, roman wegera rûsî, Sant-Pêtêrsbûrg, 2018, 160 rûpel.
- Çanda Kurdên Sovyetê, (çapa berfirehkirî) lêkolîn, bîranîn, Peywend, 2019, 598 rûpel
- Evîna qedexe, roman, Weşanên Nas, Stenbol, 2019, 218
- Deftera Kurdekî Penaber, roman, Weşanên Sersera. Berlîn 2020
- Mirovê bê derd, Ҫîrok, Weşanên Sersera, Bêrlîn 2020; Weşanên Lîs, Stenbol 2021
- Pîrê û Rovî û Mîrmorîk, Weşanên Morî bo zaroka, du pirtûkên biҫûk, Stenbol 2020
- Êzdî û bawariya wan. Lêkolîn, Êzdînasî, Weşanên Sîtav, 2021
- Cegerxwîn, Evdalê Zeynikê, Edebyetzanî, Weşanên Na, 2022
- Êzdîxana Min. helbest, Weşanên Na, 2022
- Dewrana min, helbest, Weşanên tîr-vêrlag, 2022
- Sinco Keça xwe dide mêr, komêdî, Weşanên Doz, 2023
- Sîsê, roman, Weşanên Nas, Stenbol, 2023
Her wiha bi rêdaktorî û berpirsyarya wî gelek berevok hatine weşandin.
(Ev nivîs tenê nêrînên şexsî yên nivîskar derdixe pêş û temsîla nêrînên giştî yên malpera me nake. Berpirsiyariyên huqûqî yên vê nivîsê aîdî nivîskar in.)


