Erdoğan– Öcalan- Bayık û wêneyên sosretê

Siddîq Bozarslan

Di 15yê adarê da li bajarê Balikkesirê Serokcumhurê Tirk R. T. Erdoğan got ku pirsa kurdî tune ye. Van gotinên Erdoğan bûn semedê gengeşeyên cuda. Hevserokê KCK Cemil Bayık jî di makaleyeke xwe da rexne li Erdoğan xist ku ew nivîs di Azadîya Welat da çap bû. Ez dê di şiklê nivîsara xwe da piçek guhertin çêkim û orijinala gotinên Bayık û Erdoğan ên tirkî jî binivîsim. Her weha pêwistî pê hebû ku ez cî bidim hin gotinên Öcalan jî ku ew di destpêka pêvajoya Îmralîyê da daye zanîn. Bi vî awayî wêneyeke giştî wê derkeve holê ku ev mijara vê nivîsarê ye.

Bayık; ‘’ Wextek Rauf Tamer jibo kesên ku li gora dewleta klasik bûn digot ´ew serî´. Vaye ew serê ku Rauf Tamer digot ´ew serî´ tam serê Erdoğan e.  Jibo van gotinên Erdoğan gelek tişt dikarin werin gotin ku! Heta di warê tendurustîya civatî ya gelên Tirkîyeyê da mirov dikare bêje ku Tayyip Erdoğan dikare têkeve timarxaneyê.  Belam Tayyip Erdoğan bi mejîyê civatê ra dileyîze.” dibêje.

Bayık; ‘’Bir zamanlar Rauf Tamer klasik devlet anlayışında  olanlar için ‘o kafa’ diyordu. İşte Rauf Tamer´in ‘o kafa’ dediği kafa tam da Erdoğan´ın kafasıdır. Erdoğan´ın bu sözleri için o kadar çok şey söylenebilir ki! Hatta Türkiye  halklarının toplumsal sağlığı açısından Tayyıp Erdoğan tımarhaneye bile kapatılmalıdır denilebilir.  Çünkü Tayyip Erdoğan  toplumun aklıyla oynamaktadır.’’ diyor.

Mirov dikare bêje ku Bayık di jîyana xwe ya sîyasî da belkî cara ewil e rastîyek dide zanîn. Rast e, Erdoğan zilamekî welê bêdenge ye ku cezayê timarxaneyê heq kirî ye. Lê wer xuyaye ku Bayık  naxwaze gotinên xwe û yên serokê xwe bîne bîra xwe ku van gotinan di çapemenîyê da jî hatine nivîsîn. Werin em digel hev gotinên Öcalan û Erdoğan binêrin ku cudayî di navbera wan da tune ye.

 ‘’… Ben şimdi düşünüyorum son günlerde ‘neden siyasal haklar istemenin anlamı yoktur.’ Çünkü siyasal haklar zaten Anayasa’da güvence altına alınmıştır. Bu haklar kullanılmıyorsa suç rejimde değildir, partilerin yapısındadır, liderliklerdedir. Yani şunu söylüyorum, Kürtler için anayasal hakları istemenin ne anlamı vardır. İstenecek hak zaten siyasaldır ve zaten vardır.”(İmralı´daki Öcalan diyor ki)

“Ez nuha difikirim di rojên dawîyê da ´çima maneya xwestina mafên sîyasî tune ye´. Jiber ku mafên sîyasî jixwe di destûrê da heye û ketîye bin ewleyîyê. Heger van mafan nayên bikaranîn, suc ne di rejimê da ye, di ruhê partîyan da ye, di serokatîyan da ye. Yanê ez wê dibêjim, çi maneya   xwestina mafên destûrî bo kurda heye. Mafê ku were xwestin jixwe sîyasî ye û heye.” (Öcalanê Îmralîyê dibêje)

‘’Kardeşim, ne Kürt sorunu ya! Neyin eksik senin? Bir Kürt olarak sen bu ülkede cumhurbaşkanı oldun mu? Oldun. Başbakan çıkardın mı? Çıkardın. Bakan çıkardın mı? Çıkardın. Devletin en üst kademelerine yönetici gönderdin mi, gönderiyor musun? Var. Türk Silahlı Kuvvetleri’nde var mısın? Var. Allah aşkına, bizden farklı neyin var, her şeye sahipsin!.. Ne istiyorsun daha, ne istiyorsun?’’ (Yavuz Baydar, bugun.com.tr – 16.03.2015)

”Birayê min, çi pirsa kurdî lo! Çiyê te kêm e? Wek kurdek tu li vî welatî bûyî serokcumhur? Tu bûyî. Tu serokwezîr derxistî? Tu derxistî. Tu wezîr derxistî? Tu derxistî. Tu jibo rêvebirîya qedemeya dewletê ya herî bilind rêvebir rêkir, rêdikî? Heye. Tu di nav Hêzên Çekdarên Tirk da heyî? Heye. Jibo xatirê Xwedê, çiyê te ji me cudatir heye, tu xwedîyê her tişt î!.. Tu hê çi dixwazî, çi dixwazî..?” (Yavuz Baydar, bugun.com, 16.03.2015)

Mirovek xwedî ucdan û piçek zana dema gotinên Öcalan û Erdoğan bide ba hev; dibîne ku di navberê da ferqek tune ye û di wê çarçoveyê da wê ji Bayık bipirse: Baş e heger ciyê Erdoğan timarxane be, ciyê te û Öcalan li kê derê ye? Heger di warê fikir û ramanan da mirov Erdoğan, Öcalan û Bayık muqayese bike; bi hêsayî mirov dibîne ku cîyê hersêyan jî li nik hev in. Lê wêne, ne hewqas biçûk an teng e. Li jêr bi çend numuneyan ez dê wêneya giştî raxînim pêşberî we xoşevistan. Ji ber ku rewşa heyî pir cidî û piralî ye û jibo me kurdan jî pir xeternak e.

Li gora Erdoğan, kurd dikarin bibin her tişt û xwedî her mafî ne; di pratika 95 salên dewleta tirk da  kurd, ne wek kurd lê wek tirk dikaribûne bibin her tişt. Öcalan jî dibêje mafên kurdan di destûrê da heye. Li vir di esasê xwe da dîtinên Öcalan û Erdoğan wek hev in. Li gora dîtinên van her du aktoran, divê kurd koletîya Dewleta Tirk bidomînin û hew. Nuha bala xwe bidin gotinên Öcalan ên herî dawîyê ku jibo Newroza Amedê şandibû. Di mesajên Newrozê da jî Öcalan ji kurda dixwaze ku li gora ruhê Eşmeyê tevbigerin û dewletên dagirkerên welatê xwe biparêzin. Yanî divê kurd bi tabîreka dî xulamtiya tirk, ereb û farisa bikin û li dijî Amerika, İsrail, Almanya, Fransa, Britanya, İtalya û wd. têbikoşin û nekevin pey dewleteke kurdî. Ew 10 madeyên ku li Dolmabahçeyê hat xwendin jî daxwazên demokratik jibo Türkiyeyê ne.

Cemil Bayık jî yek ji wan rêvebirên Qendilê ye ku van tiştan diparêze. Ew baş dizanin ku bi saya alîkarîya pêşmerge û hêzên hevpeymanîyên hewayî Kobanê ji hovên DAÎŞê hat rizgarkirin. Lê Bayik û rêberê wî Öcalan dikarin bêjin ku dijminatîya hêzên hevpeymanî bikin. Heger tu kes di nav sefên PKK da nikaribe li hemberî vê şaşîyê derkeve, ku heta nuha tu kes dengê xwe nekirîye; ev tê wê wateyê ku mejîyê hemîyan hatîye hepiskirin. Di serî da Dewleta Tirk û hemî dewletên dagirkerên Kurdistanê jî hewildane ku kurd nebin xwedî dost û hevkarên hêzên navdewletî û ew di vî politika xwe da jî serkeftî bûne. Bêguman pirs ne ev tenê ye. Divê hin tişt careke dî em bînin bîra Bayık û hevalên wî.

Pêwist e careke dî em pêvajoya İmralîyê bînin bîra xwe. Piştî ku Öcalan cezayê îdamê girt û ew ceza bû razana li zindanê jibo hetahetayê; Qendîl, rêxistinên girêdayê PKK yên Ewrupa û Tirkiyeyê bi yekdengî gotin ku iradeya wan İmralî ye û ev mîsala sosretê ku li seranserê cîhanê qet çênebûye, hê jî berdewam e. Li vir du nuxtên girîng hene. Heger Öcalan li hemberî hevalên xwe û li hemberî doza xwe zilamekî dilsoz bûya; roja ku ew ket zindanê dê bigota ku heta ew zindanî be nikare rêvebirîya partîya xwe bike. Nuxteya duyê jî hevalên wî yên Qendîl, Ewrupa û li hundir dê bigotana ku heta serokê wan li zindanê be, ew kesekî dîlketî ye û nikare rêvebirîya wan bigre ser xwe.Heger welê bibûya; wê qedir û rûmeta Öcalan û hevalên wî bi giştî neketaya merhaleya sosretê ku îro hemî dinya dibîne.

Ev rewşa traji-komik li ber çavan e û li gora Bayık her tişt normal e ku dibêje cîyê Erdoğan tîmarxane ye. Normal insanek ku aqilî di serî da be û vê wêneya sosretê temaşe bike wê çi bêje. Wêne hewqas jî nîne. Li ser navê sîyaseta kurdî yên çûne Meclisa Tirka (95 sal e ku ev wêneya sosretê berdewam dibe) û roja ewil sond xwarine ku ew dê Prensibên Ataturk û yekparetîya dewleta tirk û miletê tirk biparêzin. Siyasetmedarên ku bibin aşiqê qatilê xwe û bi serê qatilê xwe sond bixwin, eslufeslên xwe înkar bikin û di çarçoveya wê sondê da siyasetê bikin, ev tiştek ne normal e û bihna genî ji wê tê. Wek em pê dizanin di damezrandina Meclisa Ewil da M. Kemal bi 73 giregirên Kurd ra nivîsek dabû imzakirin ku meclisa çêbûyî ya tirk û kurda ye û loma di wê hewildana xwe da Ataturk ji raya giştî ya navdewletî piştgirîya meşrûbûnê sitand û bi serket. Paşê polîtîka yek milet, yek ziman, yek dewlet, yek ala ket jîyanê û Meclisa Tirk bû dezgeha herî mezin ya Ankarayê ku înkarkirin, qedexekirin û tunekirina miletê kurd û kêmneteweyên dî ku di bin bandora tirk da dijîyan. Kurdên me yên ku di vî 95 salî da çûne meclisê; ew hemî bûne kişikên (piyonên) setranca Ankarayê û bûne sedemê berdewamîya meşrûbûna sîstema Tirkiyeyê. Bi gotineka dî ew cerdewanên sistema Ankarayê ne. Nîyet çi dibe bila bibe, ev rastîyeke tal e û jibo gelê kurd trajediyek e.

Di serî da C. Bayik û hemî rêvebirên PKK di bin serokatîya Îmralîyê da qîma xwe bi xulamtîya tirk jî naynin. Wek Öcalan di pêvajoya Îmralîyê da dibêje; ew amade ne wek taşeron li Îranê, Iraqê û Surîyeyê jî bixebitin. Wek Öcalan bi caran dubare kirîye; êdî PKK ne tenê yên tirk, digel wê yên Îran, Îraq û Surîyeyê jî hene û loma ew dixwazin taşeronîya xwe li her derî bidomînin. Di encama vê politika xulamtîyê da ´çareserîya pirsa kurdî´ bi avakirina kantonan xwe nîşan da. Hêza pêgirêdayê PKK li Efrîn, Qamişlo û Kobanê kantonan êlan kirin û encam li ortê ye. Heman hêz li Hewlêr û li Dihokê du car peyman digel   hêzên din çêkir, lê wan peymanan nexistin jîyanê. Bêguman di van hewildanan da kêmasî û gunehên hêzên din jî heye, lê ya mezin para wê rêxistinê dikeve ku ew nêzîkî PKK ye. Xort û keçên kurd bi mêrxasî li Kobanê şer kirin; lê eger alîkarîya pêşmerge û hêzên hevpeymanî yên hewayî nebana, Kobanê bi tevayî ji dest çûbû. Nuha jî bajareke wêrankirî maye û ew benda jinûve avakirinê ye. Rêxistinek bifikirin ku bi rêxistinên dî ra hevkarî neke, her tiştên xwe li yên din ferz bike; ew bixwaze nexwaze dê xulamtîya dagirkeran bike û ev jî azadîyê jibo gel nayîne. Ji xwe ruhê Eşmeyê ku Öcalan dibêje ev bixwe ye. Ev ruhê tirkbûyînê, erepbûyînê û ecembûyînê ye. Di heman çarçoveyê da PKK ket nav hewildanan ku li Şengal jî qanton ava bike.

Lê divê neyê jibîrkirin ku ev wêneyê sosretê bi PKK û rêvebirên wê û bi Erdoğan û rêvebirên AKP- hukûmet û dewletê ve sînorkirî nîne ye. Helqe gelek firehtir e. Divê Bayık êdî rastîyek bibîne ku rêvebirîya dewleta tirk, ji 1938an virve ji alîyê Atatirk ve ji goristanê ve tê îdarekirin. Ev mîsal tenê bes e jibo tirk û kurda ku di çi haletî da ne. Rêxistinên dervayê PKK yên kurdî jî ne masum in. Di warê xeta kurdî û Kurdistanîyê da hema bêje hemî xwedîyê guneheke mezin in. Lîsteya ku Öcalan dibêje 15.000 infazên di nav PKK da çêbûye; bi tena serê xwe felaketek e. Rêvebirên PKK hew qas kurdperweran bi fizikî kuştine; lê rêvebirên rêxistinên dî jî belku hewqas kesên kurdperwer bi sîyasî kuştine û nehiştine ku xeteke Kurdistanî li beşa welatê me çêbe. Divê em bawerîyê bi qanûnên diyalektikê bînin û loma wê roj bê, gelê me yê kole jî bigihîje azadî û serxwebûna xwe û xuya dibe ku dê wê rojê muhasebeya vî 40-50 salên dawîyê were kirin. Bila C. Bayık û kesên dî yên xwedî selahîyet bûne û li hemberî vî gelê mezlum sucdar in, pê bizanibin ku ew cezayê ku Bayık dibêje tîmarxane; dibe ku gel qîma xwe pê neyne û cezayê zindanê yê hetahetayê bide wan. Ez nizanim, lê wê dîroka vî gelî hemî qirêtên ku hatine kirin, nirxandina wê bike û biryareke adil bide.

Bi çend rêzên jêrîn ku Bayık û Öcalan dibêjin, ez dê nivîsê bidawî bînim. Di van rêzên jêrîn da jî xuya dibe ku Öcalan û Bayık dewleta tirk diparêzin û wek Öcalan dibêje, ew dikare xwe tirkekî herî esil bihesibîne; ew mafê wî û wan e. Lê divê destên xwe yên gemarî ji pêsîra vî gelê bindest berdin û wek tirka  ji xwe ra sîyasetê bikin, kes pêşîya wan negirtîye. Jibo avakirina xeteke Kurdistanî, ne tenê qadroyên kurdperwer ên PKK´yî; her weha hemî qadroyên kevneşopên rêxistinên cuda divê fatiheyek li ser ruhê partî û rêxistinên xwe bixwînin û li ser şopeke nû têkevin nav hewildanan. Dervayê wê rîyeke dî tune ye. Ev rastîyeke gelek tal e, lê divê em vê rastîyê qebûl bikin.

Gotinên Öcalan û Bayık van e li jêr in:

“Ez weha xalis muxlis ne kurd im. Ez xwe ji tirkek baştir tirk hîs dikim.  Bila tu tirkek neteweyî ji min baştir xwe tirk nehesibîne. Tevayîya jîyana min, her tiştê min bi tirkî ye. Wek pratik ez tirkekî herî baş im.” (Öcalanê Îmralîyê dibêje ku) 

“ öyle halis muhlis Kürt değilim. Türk’ten daha iyi Türk hissederim. Hiçbir milliyetçi Türk kendini benden daha iyi Türk saymasın. Benim tüm yaşamım, her şeyim Türkçedir. Pratik olarak en iyi bir Türküm”. (İmralı´daki Öcalan diyor ki)

Loma Öcalan di salên 90î da ji Doğu Perinçek ra gotibû ku eşqa Kurdistanê pê ra tune ye. Loma ew li hemberî sembolên kurdî û Kurdistanî ye. Loma dilxwazên wî yên kedîkirî di Newroza Amedê da êrîşên Cuwanên Kurdistanê kirin ku çima ew bi alayên Kurdistanê beşdarî kirine. Di heman çarçoveyê da Öcalan ji malbatên eskerên tirk doza lêborînê xwestibû ku zarûyên wan di şer da hatine kuştin. Lê qet xema Öcalan nîne ku di encama vî şerî da nêzîkî 100 hezar kurd hatine kuştin, bi hezaran cîuwarên kurd wêran bûne û bi milyonan kurd mehkûmê jîyana koçberîyê bûne.

Jimareya eskerên tirk li gora hesabê 15 sal berê ku hatine kuştin 10 hezar e. Ev mîsala lêborînê bi serê xwe nîşan dide ku qasî ku Öcalan aşiqê tirka ye; hew qas ew neyarê kurda ye û dixwaze koka kurdan bîne. Mixabin mirov nikare vê rewşê bi awayeke dî şirove bike. Ji ber wê ye ku Öcalan di pirtûka xwe da pesnê xizmeta xwe jibo Dewleta Tirk dide û dibêje ku wî 2 milyon kurd jibo tirkbûnê kedî kirîye û xistîye nav sistema tirkbûyînê. Divê heqê Öcalan neyê xwarin ku ew di xizmeta xwe da heta nuha serkeftî ye. Lê divê Öcalan û mirûdên wî û efendîyên wî yên Ankarayê ji bîrnekin ku bi deh hezaran xort û keçên kurd jibo  serxwebûna Kurdistanê wek lehengan şer kirin û ruhê xwe yê pak kirin qurbanî û di wê rîya muqades da şehîd ketin; wê Kurdistan li ser xwîna wan şehîdan ava bibe û tu qewetek nikare li pêşîya vê qanûna dîrokî raweste.

Bayık jî Öcalan tenê nahêle û ew jî di rîya serokê xwe da eşqa xwe ya Ankarayê di heman nivîsê da weha dide zanîn: “… Wey li halê Tirkîyeyê ku kesekî wek wî bibe serok. Herhal wê wek Hitler û Enwer Paşa Tirkîyeyê ber bi macerayek ve bide meşandin ku encama wê felaket be.”

Bayık jibo Erdoğan;’…Böyle birisi Başkan olursa vay Türkiye´nin haline. Herhalde Türkiye´yi Hitler ve Enver Paşa gibi sonu felaket olan maceralara sürükler.’’ dibêje.

Wek em li jor dibînin, Bayık li berdikeve ku Erdoğan felaketek bîne serê Tirkîyeyê. Ji ber ku ew xwe wek dilsozekî û hezkiroxekî Tirkîyeyê dibîne; ew di nav fikaran da ye ku Erdoğan tişteke xirab bîne serê dewleta wî. Bila rîya Bayık û hevalên wî yên tirkhez vekirî be, ma wekî dî em çi bêjin!…

12.04.2015 /Swed / Bi hin alîyan ve ev nivîsar aktuel e û loma min wê dubare kir…

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir