Enstîtuya Kurdî ya Lozanê, ku mafê self determînasyonê yê Kurdan esas digire, di serî de Amerîka û Fransa, vê bangê li raya giştî ya navneteweyî dike:
1- Ji bo li herêma Rojavayê Kurdistanê ya Suriyeyê trajedîyeke mirovî pêk neyê û zêdetir sivîl nemirin, divê demildest hemû bergirîyên pêwîst bên wergirtin.
2- Divê sivîl ji herêma şer bên dûrxistin.
3- Demokratîkbûna Surîyeyê di demeke kin û navîn de ne pêkan e. Ji ber vê yekê, ji bo parastina mafê komên neteweyî û dînî, divê li Suriyeyê sîstema unîter neyê ferzkirin.
4- Li herêma Rojavayê Kurdistanê divê ne li ser bingeha partîyekê, li ser bingeha mafên neteweyî, desthilatdariyeke Kurdî bê damezrandin û ev desthilatdarî ji alîyê hikûmeta Sûriyê û alîyên navneteweyî yên siyasî ve were naskirin.
5- Têkbirina Kurdan bi rêya şidetê, di dema kin de wek çareserî bê dîtin jî, di demeke navîn û dirêj de wê krîza heyî dijwartir bike. Divê zilma piştî şerê cîhanê yê yekem li Kurdan bûyî, dubare nebe.
Bi rêzdarî em ji hemû alîyan û raya giştî re radigihînin.
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê
Lozan, 22.01.2026


