Enqere: Tirkiye û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li dijî YPG û Îsraîlê peyamên hevbeş dan

Li paytexta Tirkiyeyê Enqerê, di navbera şandeyên payebilind ên Tirkiye û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de hevdîtinek pêk hat.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan mazûvaniya hevtayê xwe yê Sûriyeyî Esed Hesen Şeybanî, Wezîrê Parastinê Murhef Ebû Qesra û Rêveberê Îstîxbaratê Husên Selame yên ji Hikûmeta Demkî kir. Piştî civînê, her du wezîrên derve di civîneke çapemeniyê ya hevbeş de, li ser mijarên ewlehiyê û siyaseta herêmî daxuyaniyên tund dan.

Fîdan: “YPG lîstikê xera dike” 

Hakan Fîdan di axaftina xwe de bal kiÅŸand ser rola Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û got ku hin alî ji pêşketinên erênî yên li Sûriyeyê aciz in. Fîdan îdia kir ku  YPG”lîstikxirabker” e û weha got: “YPG tev li pergalê nabe û zirarê dide atmosfera erênî. Divê ev helwêst neyên tehemilkirin.”

Wezîrê Tirk herweha ÃŽsraîl bi tundî rexne kir û wek “serekê lîstikxirabkeran” bi nav kir, bi taybetî di çarçoveya bûyerên li parêzgeha Siwêdayê de.

Fîdan bang li Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kir û got, “Cihê ku hûn lê ne, ne cihê rast e. Bifikirin ka hûn çawa dikarin bi hev re Sûriyeyê ava bikin.” Wî tekez kir ku heger fikarên ewlehiyê yên Tirkiyeyê neyên çareserkirin, ÅŸensê aramiyê li herêmê tune ye.

Åžeybanî: “ÃŽsraîl dixwaze Sûriyeyê parçe bike”

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Esed Hesen Åžeybanî gefên ÃŽsraîlê wek sedema sereke ya pirsgirêkên li welatê xwe destnîşan kir. Åžeybanî got, “Çavê ÃŽsraîlê li serweriya Sûriyeyê ye. Ew dixwazin Sûriyeyê parçe bikin û ewlehiya welatiyên me dixin xeterê.”

Wî bal kiÅŸand ser giringiya jinûveavakirin û vejandina Sûriyeyê û hiÅŸyarî da ku divê rê li ber kaosekê neyê vekirin. Derbarê rewÅŸa Siwêayê de, Åžeybanî got ku civaka Durzî beÅŸekî bingehîn ê Sûriyeyê ye û ÃŽsraîl hewl dide bi “vegotinên derewîn” tevlîheviyê derxîne. Wî tekezî li ser pêwîstiya “nasnameyeke Sûriyî ya yekgirtî” kir. (PK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *