Endamê Kongreya Amerîkayê Îbrahîm Hemade ku ew bixwe jî ji xelkê Durzî ye, bi serokê ruhanî yê civaka Durzî li Îsraîlê, Şêx Miwefeq Tarif re li ser rêbazên agirbesta li Siwêdayê û vekirina korîdoreke mirovî di bin çavdêriya Amerîkayê de civiya.
Herdu aliyan li ser rola Amerîkayê ya sepandina agirbestê li Siwêdayê û vekirina kerîdorên mirovî ji bo veguhestina alîkariyên mirovî gotûbêj kirin. Herwiha pêşniyarên çareseriyeke siyasî ya mayînde hatin gotûbêjkirin. Hate gotin, divê rêveberiya Amerîkayê weke garantorê lihevkirinê destwerdanê bike ku ewlehiyê pêk bîne û mafên durziyên li Siwêdayê mîsoger bike.
Herwiha di hevdîtinê de tîma nirxandin û şopandina rewşê ya girêdayî durziyan, raporeke berfireh li ser rewşa meydanî û mirovî ya Siwêdayê pêşkêş kir. (PK)


