Elî Xamineyî li ser xwenîşandanan daxuyanî da

Rêberê Olî yê ÃŽranê Elî Xamineyî beÅŸek ji xwenîşanderên ÃŽranê wekî “têkder” bi nav dike û dibêje ew “kirêgirtiyên dijmin” in.

Xamineyî her wiha amaje pê dike ku ew dê bi xwenîşander û neraziyan re biaxivin.

Rêberê Olî yê Komara Îslamî ya Îranê Îranê Elî Xamineyî di hevdîtina li gel malbatên kuştiyên şerê 12 rojan ê di navbera Tehran û Tel Evîvê de, behsa xwenîşandan û nerazîbûnên van demên dawî yên wî welatî kir.

Xamineyî got, “Em bazarê baÅŸ nas dikin. Bi navê bazar û esnafan nikarin li hemberî Komara ÃŽslamî û pergala ÃŽslamî derkevin.”

Xamineyî piştrast kir ku li bajarên Îranê xwenîşandan û nerazîbûn hene û got:

“Belê, ew kombûn piranî ji aliyê esnafan ve bûn; gotinên wan gotinên rast bûn.

Ez dizanim ku Serokkomarê hêja û berpirsên din ên bilind ên welat hewl didin pirsgirêkê çareser bikin.”

Nêzîkî hefteyekê ye ji ber giranî û bilindbûna nirxê dolar li hemberî tumen, grev û xwenîşandanên esnafan didomin.

Rêberê Komara Îslamî ya Îranê bêyî ku navê ti welatî bide got:

“Helbet di vê pirsgirêkê de tiliya dijmin jî heye. Bilindbûna bihayê pereyên biyanî û bêîstiqrariya wê ne tiÅŸtekî asayî ye, ev karê dijmin e.”

Elî Xamineyî got, divê bi rêkarên cuda rê li ber bêîstiqrariya nirxê dolar a li hemberî tumen were girtin û wiha pê de çû:

“Nerazîbûna esnafan li ser vê mijarê bû. Niha Serokkomar û serokên desthilatên din hewl didin çareser bikin.”

“Nerazîbûn ji têkderiyê cuda ye”

Rêberê Komara ÃŽslamî ya ÃŽranê beÅŸek ji xwenîşanderan wekî “têkder” bi nav kir û got:

“Komek kesên handayî û kirêgirtiyên dijmin li piÅŸta bazariyan li dijî ÃŽslam, ÃŽran û Komara ÃŽslamî dirûşman dibêjin. Nerazîbûn ji têkderiyê cuda ye.”

Elî Xamineyî diyar kir ku dê bi esnafên nerazî re biaxivin û got:

“Divê berpirs bi neraziyan re biaxivin lê axaftina bi têkderan re bêfeyde ye. Divê bi tundî li hemberî têkderan derkevin.”

Li gorî gotina Rêberê ÃŽranê, komek kes bi navnîşanên cuda, bi mebesta têkdan û bêaramkirina welat “dikevin piÅŸta esnafan da ku nerazîbûnê bi kar bînin û tevliheviyê derxin. Ev bi ti awayî nayê qebûlkirin.”

Xamineyî her wiha got, “Divê karê dijmin were naskirin, ji ber ku bi aramî zelal û hemû derfetan bi kar tîne.

Em li hemberî dijmin paÅŸ ve gavê navêjin û em dê dijmin bînin ser çokan.”

Gefa Trump

Gotinên Rêberê Îranê di demekê de ne ku doh Înê Serokê Amerîkayê Donald Trump di peyamekê de gotibû:

“Eger ÃŽran bi awayekî tund xwenîşanderên aÅŸtiyane bikuje ku ev edeta wan e, Amerîka dê bi hawara wan ve biçe. Em çek di dest de ne û ji bo tevgerê amade ne.”

Grev û xwenîşandanên esnafan êvara 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an ji Tehranê dest pê kir û li hejmarek parêzgehên din ên welat û Rojhilatê Kurdistanê belav bûn ku li hinek bajaran alozî derketin. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *