El-Şeri´: Newroz cejneke niştîmanî ye, taybetmendiya Kurdan nîşan dide

Serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri´ ragihand ku pirengiya çandî li Sûriyê jêdereke hêzê ye û Newroz taybetmendiya Kurdan nîşan dide.

Serokatiya Sûriyê di daxuyaniyekê de got ku duh El-Şeri´ li gel şandeke Kurdî bi bûneya Cejnên Newroz û Rojiyê li Koşka Gel li Şamê civiya.

Daxuyaniyê da zanîn ku parêzgarên Heleb, Reqa û Hesekê û şandiyê serokatiya Sûriyê ji bo bicîkirina rêkeftina 29ê Çileyê li gel HSDê di civînê de beşdar bûn.

Serokatiyê diyar kir ku El-Şeri´ tekez kiriye ku Newroz cejneke niştîmanî ye, taybetmendiya pêkhateya Kurd nîşan dide û gerentîkirina mafên Kurdan mafekî resen e û pirengiya çandî jêdereke hêzê ye li Sûriyê.

Serokatiya Sûriyê got jî ku Ehmed El-Şeri´ amaje bi piştgiriya geşepêdana devera Rojhilatî kiriye.

Daxuyaniyê her weha diyar kir ku şandê mersûma serokatiya Sûriyê ya jimare /13/ bilind nirxand û tekezî li ser giringiya bihêzkirina yekîtiya niştîmanî, hevbeşî û komkirina çekan di destê hikûmetê de kir. (WT)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *