Dîdarek di navbêna Mustafa Ozçelik û Bêhzad Qadirî

Dîdara Sekretêre Giştî ê Yêkitiya Ciwanên Dêmokrat a Rojhilatê Kurdistanê, digel Serokê Giştî ê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (Bakûrê Kurdistanê)

Bêhzad Qadirî Sekretêre Giştî ê Yêkitiya Ciwanên Dêmokrat a Rojhilatê Kurdistanê, dîdarek digel birêz Mistefa Ozçelîk Serokê Giştî ê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (Bakûrê Krdistanê) pêk anî.

Li vê hevdîtinê de Bêhzad Qadirî basek li ser dawî rewşa bûyerên Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê kir û got li demekê de ku kurd ji her hêlekê ve li bin gefa dagîrkeran de ye, hewceye ku yêkdengî û yêkhelwestiya Ciwanên hemî beşên Kurdistanê çêbibe.

Sikirtêre Giştî ê Yêkitiya Ciwanên Dêmokrat a Rojhilatê Kurdistanê, ragihand ku hewceye pirekî pêywendiyê di navera Civanên Bakûr û Rojhilatê û beşên dinê yên Kurdistanê de çêbibe û ji heçî demê bêtir hewcehî bi avakirina navendekî heye ku bikare hemî civanên welatparêz û xwedî hizra netewî li xwe de bicivîne.

Li vê dîdarê de rêzdar Mistefa Ozçelîk pîrozbahiya bi hilkefta lidarxistina dawî kongireya Yêkitiya Ciwanên Dêmokrat a Rohilatê Kurdistanê û bûna Bêhzad Qadirî bi Sikirtêrê vê Yêkitiyê ku erkekî giran pîrozbahiya xwe û partiya xwe pêşkêş kir, û piştre birêz Ozçelîk ragihand: Ev û partiya wî li pêxema çêkirina pêywendiya germ li navber Ciwanên Bakûr û Rojhilat dê hemî cehda xwe bikin.

Herwisa piştgîriya xwe û partiya xwe bo şoreşa gelê Kurd nîşan da û hevpeymanî û hevxebatiya hemî aliyekî netewî bi hewce zanî.

دیداری سکرتێری گشتیی یەکیەتیی لاوان لەگەڵ سەرۆکی پارتی وڵاتپارێزانی کوردستان (باکوور)

 

https://lawan.com/?p=9290

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *