Di pêvajoya pandemîyê de rêwîtîya Başûrê Kurdistanê

Ji 2004 an vir de, ez salê carekî di dema betlanê û rojên dîrokî de, serdana Başûrê Kurdistanê dikim. Lewra ev serdanên hanê, ji bo min erkê niştimanîye.

Di dîroka dûr û nêzîk de ev cara yekem ku e desthilatdarîyek Kurdî li ser beşek axa kurdistanê xwedî  bandor û  desthilatdarî ye! Ev ji bo min gelek girîng û pîroz e! Ev pîrozbahîya hanê, wêneya xewn û xeyalên min, hêvî û daxwazên min e.  Bi qasî jiyana min muqades û girîng e! Ji ber vê yekê, min jiyana xwe bê şert û merc,  radestî hêvî û daxwazên gelê Kurd kirîye. Ne hesabek min kesayetî û ne jî berjewendîyek min yên şexsî heye.

Ji dema zarokatîyê vir de,  ez şopger û xizmetkarê şoreşa netewî me. Ji ber van sedeman, axa azad û serverîya kurdî di mêjîyê min de zîndî û desthilatdare!

Her serdanek min, li gor van nêrîn û daxwazan pêk tê. Gava ez  ji beşekî welatê xwe yên dagîrkirî, derbasî beşê desthilatdarîya kurdî dibim, xwe weke bawermendekî  çûbe “hecê” dibînim. Ez serdan û şopandina pêşketîyan, weke wezîfeyek netewî bi nav dikim û li gor derfetên xwe bi cîh tînim.

Li kîjan beşê welatê min, bi qasî bihostek axa azad û desthilatdarîyek Kurdî hebe, ji bo min cîhê şanazî û serbilindîyê ye. Tevî kêmasî û xeletîyên xwe, tevî şaşî û lawazbûna xwe, tevî rexne û gazinên xwe, hebûna serverîya Kurdî ji desthilatdarîya dagîrkeran çêtir e û bi qîymettir e li gel min. Lewra ji bo xewn û hêvîyên me yên dîrokî ev gavên hanê pîroz in û divê ji alîyê her Kurdekî niştimanperwer ve bê parastin. Xwedîtî û parastina destkeftîyên netewî, erkê niştimanperwerîyê ye.

Ji bo armancên nêzîk û yên dûr, divê bêşert û bêmerc, hemû hêzên  niştimanperwer li serwerîya Kurdî xwedî derkevin û piştevanî bikin.

Berjewendîyên kesayetî, berjewendîyên rêxistinî divê tu carî rê li ber berjewendîyên netewî negirin û nebin pirsgirêk. Lê mixabin em hemû dibînin û temaşe dikin ku neyarên gelê kurd, bi her awahî serwerî û desthilatdarîya gelê Kurdistanê dorpeç kirine û dixwazin destkeftîyên hene, bi dawî bînin.

Ev desthilatdarî weke kelemên asê di çav, dil û mêjîyê dagîrkeran û xulamokên wan de bûye pirsgirekekî mezin. Bi îtîfaqên dizî û eşkera, bi erîş û dorpeçkirinên vekirî, neyartîyek hovane li hemberî destkeftîyên hene dimeşînin.

Ji alîyekî ve ew kes û derdorên bûne pisporên têkçûnê, tevir û bêrên xwe girtine, telîsên vala li ser milê wan ber bi “kadîna zêran” ve diherikin. Ji bilî telîsên xwe, heqîbên xwe tijî zêr bikin, tu armancekî wan tune ye. Di warê gilî û gazinan de, di warê rexnên reşkirinê de, di warê propagandaya bê hêvîtîyê de pisporên bi nav û deng in. Lewra ew hemû, berpirs û mesûlên têkçûna Bakûr in. Beko Ewanên fesadî û xirabîyê ne! Ji bilî xwe, tu kesî gohdar nakin û her tim propagandayên reş kirinê ji xwe re weke erk bijartine!

Ev du sal e, min serdana başûrê Kurdistanê nekiribû. Lewra salek zêdetir e ku pêvajoya pandemînê ya Covid-19 malbata mirovahîyê dîl girtîye û weke herkesî  em jî li  benda “rehma” corona ne. Weke em hemû dizanin di nav salekî de, bi milyonan mirov ji ber vê nexweşîya malkambax jîyana xwe ji dest dan, gelek nas, dost, heval û xizmên me bûn qurbanê vê pêvajoyê. Têkilî û berpirsîyarîya civatê hate guherandin, têkilî û pêwendîyên civakî, pîvan û qaîdên bazarê, şert û mercên xebatê li gor pêvajoya pandemînê, bi xwe re pirsgirêk û nexweşîyên nû anîye. Îzalasyon û xwe parastin bandorek xirab li ser civatê çêkir. Tirsa mirinê li seranserê dunyê belav bû û ji bo çareserîyek mayînde lêkolîn û xebatên muşterek dest pê kir. Hêvî û ronahîyek zelal xuya neke jî, jiyan didome û divê mirov li gor tedbîr û îmkanên hene, li gor xweparastinek esasî tevbigere, jîyana xwe bijî, berpirsîyarîyên xwe civakî û kesayetî bi cîh bîne. Lewra jîyan didome…

12.01.2021 an de, min serdana başûrê Kurdistanê kir. Du sal bû ez ne çûbûm başûr. Mirov bixwaze an nexwaze, di bin bandora nexweşîyê de dimîne. Lewra bandorek  giran û xirab derxistîye holê. Çûyin û hatina cîhên dûr, bi mirov re guman çêdike. Lê belê jîyan didome û em mecbûr in ku pêwîstîyên jîyanê bi cîh bînin. 

Gava em gihîştin derîyê Xabûrê, me dît ku pandemî li vir jî rê li ber firset û şêlandinê vekirîye. Karên burokrasîyê, neyartîya vekirî, astengî û hwd wêneya rûyê tirkan e. Piştî kontrola pasaportan em derbasî axa azad bûn.

Bi xêr hatinek germî me testa covid-19 kir. Rayaderan adres û telefonên me qeyd kirin û gotin “emê encamên testên we li ser whatshapê ji we re bişînin, ger hûn bixwazin li ser vê lîngê hûn dikarin encamên testa xwe bişopînin.” Me spasîya xwe kir û dest bi karên kontrola pasaportan kir. Karên me qedîya û me berê xwe da Zaxoya Delal, pişt re Dihoka rengîn…

Di nav du salan de, gelek guhertinên ber biçav çêbûne. Bajar bi wêneyên zîndî, bi rê û avahîyên nû bala mirov dikşîne. Li bajarê Dihokê, ji bo bîhnvedanê, em li ber xwaringeha Azadî rawestîyan. Piştî xwarinê, me dît ku diravên Tirkan li erdê qaşo qaşo ye. Xwedîyê xwaringehê, henekên xwe kir û got: “Berê perê me li erdê qaşo qaşo dibû, niha yên we!”

Jiyana rojane têra xwe buha û zehmet e. Pirsgirêkên bajarvanîyê, pirsgirêkên nûjenkirina kolan û derdoran, xwe nîşan dide. Lê guhertinên ber bi çav hêvîyên mirov xurt dike. Lewra şert û mercên başûr, tenê gelê başûr baş dizane. Bi berçavkên bakûr an bi berçavkên Ewropa gava mirov li wêneyên başûr binihêre, li gor min ne rast e! Divê mirov li gor rastîyên wê derê, nîrxandin û şîroveyên xwe pêşkêş bike. Ji bo pêşketin û nûjen kirinê, pêşnîyar û rexneyên çêkir pêwîst e…

Berbi êwarê, em gihîştin bajarê  mezin, paytextê başûrê kurdistanê Hewlera rengîn. Hewler, zêde zêde mezin bûye û geş bûye. Xuyaye Hewlêr, ji xwe re rol model Dubaî hilbijartîye, lê xwezîya ev rol model welatek Ewropa bûya. Siwîsre, Hollanda an Almanya an welatekî din ba!..

Cîhê randevûya me “Famîlî Mole” bû. Bazarek zindî û qerebalix bala me kişand. Tedbîrên coronayê zêde ne xuya bûn. Kesên bê maske ji yên bi maske zêdetir bûn. Ev rewşa hanê jî bi xwe re metirsîyek tîne. Bersîvên hazir ev bûn: “Ne mişkûle ye, li êra corona tune ye, qedîya ye!!”

Dorpêçkirina Baxda, Enqera û Tahranê, rê li ber pirsgirekên giran vedike, aborîya başûr bi Baxdayê ve hatîye girêdan. Baxda jî qertê butçeyê û maaşên karmendan her tim li hemberî  hukumeta Kurdistanê bi kar tîne. Xuyaye, heta ku nakokîyên navbera hukumeta Kurdistanê û hukumeta Baxdayê bi dawî nebin, wê ev probemên hanê, her biçe zêde bibe û rê li ber alozîyên nû veke.

Dewleta Îranê li bajarê Silêmanî û heremên din xwedî bandorek berbiçav e. Di bin serverîya Îranê de, enîyek li dijî hukumeta kurdistanê hatîye damezrandin. Serkêşîya wê enîyê jî ekîba 16 cotmehê 2017 baskekî YNK ê dike. PKK, YNK, Goran û komel li ser stratejîya dijî KDP û mala Barzanîyan li hev kirine. Beşek YNKê û beşek Goran di hukumetê de desthilatdar in. Lê beşek van herdû partîyan jî li dijî hukumetê ne û rola oposîzyonê/muhalefetê dilîzin. Ev rewşa hanê jî destê PKKê xurt dike û PKK ji xwe re rol digire! Nîzama dijî hukumeta Kurdistanê, li ser hilweşandin û tunekirina statuya Kurdistanê li hev kirine. Êrîş û pirsgirekên demên dawî, encamên vê stratejîyê ye.

Îran û Tirkîye, bi van hemleyên dawî, dixwazin Başûr û Başûrê Rojavayê Kurdistanê bi hevra dîl bigirin. Bêdengî û pûçbûna Bakûrê Kurdistanê bawerîyekî dide herdû dewletan. Surî û Iraq jî di warê problemên navxweyî de wekaleta xwe radestî Îran û Tirkîyê kirine. Ev her dû dewlet bi aparat û milên 5.min roj bi roj deshilatdarîya xwe xurt dikin.

Ev bûyer û problemên hanê didin xuyakirin ku problemên hukumeta Kurdistanê raste rast girêdayî Tahranê ye.

Li Baxdayê hukumetek merkezî tuneye, hukumetek Şîa heye û girêdayê cigirê Qasim Suleymanî ye. Heta ku Îran li Bexdayê desthilatdar be, tu carî problemên di navbera hukumeta Kurdistanê û Baxdayê de wê çareser nebin.  Tenê rêyek maye ew jî, bo statuyek nû gav avêtinek aktîf û hewldanên cûdabûnê ye.

Di dîroka nêzîk û sed salên dawî de, piştî Komara Kurdistanê 1946 vir de,  ev cara yekem e ku li beşekî Kurdistanê desthilatdarîyek Kurd didome.

Hilbijartin çêdibin, parlementoyek ava bûye; hukumetek hatîye damezrandin; statuya federal ji 2006 an vir de, di destûra bingehîn ya İraqê de cîh girtîye. Ev stauya meşru ji alîyê dewletên din ve hatîye naskirin.

Tevi kêmasî û şaşîyên  hene jî, îro li başûrê Kurdistanê stargehek ava bûye, Parlemento, hukumet û statuya başûrê Kurdistanê hêvîyên me xurt dike û divê hemû beşên Kurdistanê weke çavên xwe, weke dil û mêjîyên xwe li destkeftîyên hene xwedî derkevin, biparêzin û beravanî bikin; li dijî êrîş û lîstokên hilweşandinê rawestin!

Kurdistan mala me hemûyane, rê nedin ku xêrnexwaz û dagîrker bi serkevin!

Cano Amedî  17/01/2021 Amed

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *