Di ‘’pêvajoya nû’’ de, ma qey me nehiştîye hûn mafên lezgîn ên kurdan bicîh bînin? /‘’Yeni Süreçte’’ Kürtlerin acil taleplerinin karşılanması için sizi engellediğimiz mi var?

Belê, behsa “pêvajoyeke nû” tê kirin. Her kes ji aliyê xwe ve navekî li vê pêvajoyê dike. Tê gotin ku dê gelek guhertin bêne kirin.

Dema em nêrîn û pêşniyarên xwe pêşkêş dikin, em carinan rastî pirsên weke “Ma hûn aştiyê naxwazin? Ma hûn li dijî çareserkirina pirsgirêkan in?” tên.

Lê belê, me bi awayekî zelal got û dibêjin: Me di her fersendê de, eşkere kirîye û dikin ku em alîgirê azadî, edalet, wekhevî, demokrasî û aştiyê ne; me ragihandîye û didin zanîn ku emê bêyî “lê” û “belê”, piştgirîyê bidin her gaveke ku  ji bo naskirina nasnameya kurdî û di encama wê de ragihandina kurdî wek zimanê fermî, naskirina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê yê kurdî; azadiya raman, îfade, bawerî û rêxistinê, çareserîya aştîyane ya pirsa Kurd, rawestandina çekan û bidawîkirina operasyonên leşkerî, bên avêtin.

Me got û dibêjin, pirsa kurd û Kurdistanê, peydakirina maf û azadiyên neteweyî, demokratîk û kollektîf ên kurdan e; pirsa birêveberîya neteweya Kurd, gelê Kurdistanê ya li welatê xwe bi statuyeke siyasî û cografîk e; lê, avêtina gavên pêşîn ên ku me li jorê behs kir, dê ji bo çareserkirina vê pirsê zemînê amade bike.

Di esasê xwe de, em dixwazin ji hemû rêveberên Dewleta Tirkiyeyê, ji “Komîsyona Piştevanîya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê” re, ji Ocalan, PKK û DEM Partiyê re, ji hemû aktorên nuha di nav vê pêvajoya ku behsa wê tê kirin de ne, bipirsin.

Gelo, we, li ser mijarên ku me li jorê bi kurtî anîn zimên, kîjan gav avêtine, an jî we gotîye ku hûnê filan gavan bavêjin û me jî ji we gotîye na?

Ango, ma qey wek PKKyê we gotîye “em çekan datînin”, wek Dewleta Tirkiyeyê we gotîye “em hemû operasyonên leşkerî radiwestînin” û me jî ji we re gotîye na?

Ango, ma qey we gotîye  “Em ê wan kesên ku ji ber çalakîyên xwe yên siyasî, demokratîk û sivîl û ji ber ramanên xwe di girtîgehan de ne, serbest berdin; ji bo ku hemû kesên ku ji ber van dozan ceza girtîne bi awayekî azad vegerin welatê xwe, em ê hemû van dozan betal bikin; em ê beşdarbûna gerîlayên ku çekên xwe datînin di jiyana civakî û siyasî de, bêyî ku rastî lêpirsîn û cezakirina hiqûqî bên, misoger bikin” û me jî ji we re gotîye na?

Ango, ma qey we gotîye “Ji bo rakirina hemû encamên neyînî yên şer, em ê bernameyeke taybet bi cîh bikin da ku çandeke nû ya ji şovenîzm, nîjadperestî û dijminatîyê hatîye paqij kirin di hemû sazîyan de û di her qada jiyanê de cih bigire” û jî ji we re gotîye na?

Ango, ma qey we gotîye  “Em ê dawî li hemû yasa û kiryarên ku hebûna 30 milyon kurdan înkar dikin bînin, em ê nasnameya kurdî nas bikin û wê bixin bin garantîyên yasayî û destûrî” û me jî ji we gotîye na?

Ango, ma qey we gotîye “Êdî, dema li Meclîsa Neteweyî ya Mezin a Tirkiyeyê bi Kurdî tê axaftin em ê mîkrofonan negrin, em ê di qeydan de nenivîsin ‘bi zimanekî nenas hat axaftin’, em ê di sîstema e-Reçetem ya Wezareta Tenduristiyê de kurdî jî lê zêde bikin, em ê di Serokatiya Karên Diyanetê de cîh bidin xutbeya bi kurdî jî” û me jî ji we re gotîye na?

Ango, ma qey we gotîye “Pêşî, em ê dersa kurdî ya bijarte ji baxçeyê zarokan heta zanîngehê bikin dersa mecbûrî, piştre jî em ê mafê perwerdehîya bi zimanê zikmakî ya kurdî misoger bikin; em ê kurdî ligel tirkî wek zimanê fermî qebûl bikin û van mafan bixin bin garantîya yasayî û destûrî” û me jî ji we re gotîye na?

Ango, ma qey we gotîye “Em ê hemû astengîyên li pêşiya azadîya raman, rêxistin, bawerî û îfadeyê û her weha qedexeya li ser navê Kurdistanê û astengîyên li pêşîya damezrandina partî, komele û saziyên bi navê Kurdistanê ne rakin û hemû van mafan bixin bin garantîya hiqûqî û destûrî” û me jî ji we re gotîye na?

Ango, ma qey we gotîye “Em ê hemû zext, neheqî û newekhevîyên li ser jinan rakin, em ê ji bo vê yekê hemû garantîyên yasayî, destûrî û civakî misoger bikin” û me jî ji we re gotîye na?

Ango, ma qey we gotîye “Em ê hemû qedexe, asteng û zextên li pêşîya hemû dîn û mezheban rakin, em ê van maf û azadîyan bixin bin garantîya yasayî û destûrî” û me jî ji we re gotîye na?

Ango, ma qey we gotîye “Em ê hemû astengên li pêşiya naskirina navên kurdî yên hemû herêm, parêzgeh, navçe, gund û cihên niştecihbûnê yên ku navên wan hatine guhertin rakin û vî mafî bixin bin garantîya yasayî û destûrî” û me jî ji we re gotîye na?

Ango, ma qey we gotîye “Em ê cîhên gorên Şêx Seîd, Seyîd Riza, Cibranlî Xalid Beg, Seîdê Nursî û hemû mezinên kurdan ên ku cihê gorên wan nayên zanîn eşkere bikin” û me jî ji we re gotîye na?

Ango, ma qey we gotîye “Em ê şerhên ku me li ser Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî, Peymana Xweserîya Rêveberîyên Herêmî ya Ewropayê û hemû peymanên din ên navneteweyî danîne, rakin û hemû pêwîstîyên van peymanan bi cîh bînin” û me jî ji we re gotîye na?

Em dixwazin bangî hemû rêveberên Dewleta Tirkiyeyê, “Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê”, Ocalan, PKK û DEM Partîyê bikin: Fermo, ji bo avêtina gavên pêbawer yên ku  ji bo çareserkirina van pirsgirêkan rê vekin, ma hûn amade ne ku bi awayekî şefaf û ne li pişt derîyên girtî, hemû nûner û pêkhateyên siyasî, sivîl û demokratîk ên neteweya Kurd bikin mixatab û bi organên rayedar ên Dewleta Tirkiyeyê re bicivin û çareseriya van pirsgirêkan gotûbêj bikin?

Fermo, ger hûn ji bo çareserîyeke mayînde ya vê pirsê xwedî helwest bin û di hemû van mijarên ku li jorê me anîne zimên de hûn di nava xwe de jî be li hev bikin û gavan bavêjin, em jî dê piştgiriyê bidin we.

Belê, “Ma Şam dûr e, mişar jî dûr e”.

26.08.2025

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

______________________________________________

‘’Yeni Süreçte’’ Kürtlerin acil taleplerinin karşılanması için sizi engellediğimiz mi var?

Evet, ‘’yeni bir süreç’’ten söz edilmektedir. Herkes kendi cephesinden bu sürece bir isim koyuyor.

Birçok değişikliğin yapılacağı söyleniyor.

Biz, görüş ve önerilerimizi sunarken, bazen ‘’Siz barış istemiyor musunuz? Siz sorunların çözümüne karşı mısınız?’’ gibi sorularla karşılaşıyoruz.

Oysa ki, açık bir şekilde söyledik, söylüyoruz: Biz, her fırsatta, özgürlük, adalet, eşitlik, demokrasi ve barıştan yana olduğumuzu; bugün öncelikli adımlar olarak, Kürt kimliğinin tanınması ve bunun doğal sonucu olarak Kürtçenin resmi dil ilan edilmesi, Kürtçe ana dilde eğitim hakkının tanınması; düşünce, ifade, inanç ve örgütlenme özgürlüğü, Kürt sorununun barışçıl çözümü, silahların susturulması, askeri operasyonlara son verilmesi yönünde atılacak her adımı, amasız, fakatsız destekleyeceğimizi deklare ettik, ediyoruz.

Kürt, Kürdistan sorununun, Kürtlerin milli, demokratik, kollektif hak ve özgürlüklerinin sağlanması, Kürt milletinin, Kürdistan halkının siyasal, coğrafik bir statü ile kendi ülkesinde kendisini yönetmesi sorunu olduğunu; ama, yukarıda dile getirdiğimiz ilk adımların atılmasının bu sorunun çözümüne zemin hazırlayacağını söyledik, söylüyoruz.

Esasen biz, Türkiye Devleti’nin tüm yöneticilerine, ‘’Milli Dayanışma, Kardeşlik, Demokrasi Komisyonu’’na, Öcalan, PKK, DEM Parti’ye, sözü edilen bu sürecin tüm aktörlerine, sormak istiyoruz.

Siz, yukarıda kısaca dile getirdiğimiz konularda hangi adımı attınız, ya da atacağınızı söylediniz de biz yok dedik?

Yani siz, PKK olarak ‘’silahları bırakıyoruz’’, Türkiye Devleti olarak ‘’tüm askeri operasyonları durduruyoruz’’ dediniz de biz mi yok dedik?

Yani siz, ‘’Siyasal, demokratik, sivil faaliyetlerinden, dile getirdikleri düşüncelerden dolayı cezaevlerinde olanları serbest bırakacağız. Bu içerikli tüm davalardan ceza alanların ülkelerine özgür bir şekilde dönüşlerini sağlayacağız, tüm bu davaları düşüreceğiz. Silah bırakan gerillaların hiçbir yasal koğuşturma ve cezaya maruz kalmadan sosyal ve siyasal yaşama katılımlarını sağlayacağız’’ dediniz de biz mi yok dedik?

Yani siz, ‘’Savaşın tüm olumsuz sonuçlarını ortadan kaldırmak için, şovenizm, ırkçılık, düşmanlıktan arındırılmış yeni bir kültürün tüm kurumlarda ve yaşamın her alanında yer edinmesi için özel bir program uygulayacağız’’ dediniz de biz mi yok dedik?

Yani, siz ‘’30 milyona yakın Kürdün varlığını yok sayan tüm yasa ve uygulamalara son vereceğiz, Kürt kimliğini tanıyıp yasal, anayasal güvencelere kavuşturacağız’’ dediniz de biz mi yok dedik?

Yani siz, ‘’Artık, TBMM’de Kürtçe konuşulurken mikrofonları kapatmayacağız, tutanaklara ‘bilinmeyen bir dille konuşuldu’’ diye yazmayacağız; Sağlık Bakanlığı’nın e-Reçetem sistemine Kürtçeyi de ekleyeceğiz, Diyanet İşleri Başkanlığı’nda Kürtçe hutbeye de yer vereceğiz’’ dediniz de biz mi yok dedik?

Yani siz, ‘’Önce, Kürtçe seçmeli dersi ana okulundan üniversiteye kadar zorunlu ders haline getireceğiz, daha sonra da Kürtçe ana dilde eğitim hakkını sağlayacağız;, Kürtçeyi Türkçe ile birlikte resmi dil olarak kabul edeceğiz ve bu hakları yasal, anayasal güvencelere kavuşturacağız’’ dediniz de biz mi yok dedik?

Yani siz, ‘’Düşünce, örgütlenme, inanç ve ifade özgürlüğü ile Kürdistan ismi ve Kürdistan isimli parti, dernek ve kurumların kurulması önündeki tüm engelleri ortadan kaldıracağız ve tüm bu hakları yasal, anayasal güvencelere kavuşturacağız’’ dediniz de biz mi yok dedik?

Yani siz, ‘’Kadınlar üzerindeki tüm baskı, haksızlık, eşitsizlikleri ortadan kaldıracağız, bu yönde tüm yasal, anayasal, sosyal güvenceleri sağlayacağız’’ dediniz de biz mi yok dedik?

Yani siz, ‘’Tüm din ve mezhepler önündeki tüm yasak, engel ve baskıları ortadan kaldıracağız, bu hak ve özgürlükleri yasal, anayasal güvencelere kavuşturacağız’’ dediniz de biz mi yok dedik?

Yani siz, ‘’Kürtçe olan isimleri değiştirilen tüm bölge, il, ilçe, köy ve yerleşim yerlerinin Kürtçe isimlerinin tanınması  önündeki tüm engelleri ortadan kaldıracağız ve bu hakkı yasal, anayasal güvencelere kavuşturacağız’ dediniz de biz mi yok dedik?

Yani siz, ‘’Şeyh Said, Seyid Rıza, Cıbranlı Halit Bey, Saidi Nursi ve mezar yerleri bilinmeyen tüm Kürt ileri gelenlerinin mezar yerlerini açıklayacağız’’ dediniz de biz mi yok dedik?

Yani siz, ‘’BM Çocuk Hakları Sözleşmesi, Avrupa Yerel Yönetimler Özerklik Şartı ve diğer tüm uluslararası sözleşmelere koyduğumuz şerhleri kaldıracağız ve tüm bu sözleşmelerin gereklerini yerine getireceğiz‘’ dediniz de biz mi yok dedik?

Türkiye Devleti’nin tüm yöneticilerine, ‘’Miili Dayanışma, Kardeşlik, Demokrasi Komisyonu’’na, Öcalan, PKK, DEM Parti’ye seslenmek istiyoruz: Buyurun, bu sorunların çözümüne kapı açmada güven verici adımları atmak için, kapalı kapılar ardında değil, şeffaf bir şekilde, Kürt milletinin tüm siyasal, sivil, demokratik temsilci ve bileşenlerinin muhatap olarak, Türkiye Devleti’nin yetkili organlarıyla bir araya gelerek bu sorunların çözümünü görüşmelerine hazır mısınız?

Hatta, buyurun, bu sorunun köklü çözümü konusunda gerçekten de bir yaklaşım içindeyseniz ve yukarıda dile getirmiş olduğumuz bütün bu konularda adım atarsanız, biz de destekleriz.

Evet, Halep oradaysa arşın burada.

26.08.2025

Mustafa Özçelik

Kürdistan Yurtseverler Partisi (PWK) Genel Başkanı

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *