Di kela dîrokî ya 3 hezar salî ya Paloyê de qereqolekî Osmaniya hat dîtin

Li Kela Palo ya bi ser Xarpêtê lêkolînên arkeolojik dewam dikin. Kel bi xwe ji wexta Ûrartûyan maye ku dîroka wê diçe heya 2700-3000 sal berê. Lê piştî keleh ketiye destê Osmaniyan, Osmaniyan li wê derê hinek berhem ava kirine ku di nava wan de qereqolekî 4 ode derket.

Hem di lêkolînan de gule, şûr, qaf û qurên aîdê leşkjerên Osmaniyan derketine. Şêwirmendê Zanko ya Munzurê ya Dêrsimê Doç. Dr. Harun Danışmaz ragihandiye ku di bin axê de 5 qatman hene û di ya herî bin de berhemên Ûrartûyan yên sûrê hene.

Xebatên li kelehê ji aliyê wezareta çandê û geştiyariyê, parêzgeha bajarê Xarpêtê û qeymeqamiya Palo de tên meşandin.

Dewra Osmaniyan ya herî dawiye ku li ser kelê berhemên xwe ava kirine. (PK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *