Zinar SORAN
Ji bo pêwendîya navbêna hinek bûyeran û bandora wan ya li ser tevgera neteweyî û demokratîk ya Bakurê Kurdistanê, ez dixwazim bi kurtayî li ser çend bûyaran rawestim:
Bûyer û Doza 49an
Di sala 1958an de li Iraqê, di pêşengîya general Ebdulkerîm Qasim de, bi darbeyek leşkerî desthilatdarîya Melik Faysal hate rûxandin. Di Qanûna Esasî ya Iraqê de, hate diyarkirin ku “dewleta Iraqê ji du pêkhateyên bingehîn ereb û kurdan pêk hatîye”. Partîya Demokrat ya Kurdistana Iraqê bi awakî eşkere dest bi xebata xwe ya siyasî kir. Mele Mustefa Barzanî û bi 500 hevalên xwe piştî penaberîya 12salan ya li Sovyetê, di 6ê cotmeha 1958an de vegerîya Iraqê. Ew bi awakî girseyî hate pêşewazî kirin. Rojname û kovarên kurdî dest bi waşên xwe yên eşekere kirin. Vegera Mele Mustefa Barzanî û ew pêşketinên li Iraqê, ji bo miletê Kurd yê Başûrê Kurdistanê bû destpêka pêvajoyek nû. Lê herweha ew bûyer û guherandin, hêvî û moralên siyasetmedar, rewşenbîr, welatparêz û xwendekarên kurdên Bakûrê Kurdistanê jî bilind kir.
Di nîsana 1959an de, hinek parlementerên nîjadperest yên dewleta Tirkîyeyê, dest bi propagandayek reş kirin ku “kurdên Iraqê zilm û zordarîyê li tirkên Kerkûkê dikin. Tirkên li Kerkûkê gilîyên xwe bi dewleta Tirkîyeyê dikin û alîkarîyê ji wan dixwazin….” Li ser vê propogandayê, parlamenterê C.H.P (Cumhuriyet Halk Partisi) yê Nigdeyê Asim Eren pirsnamekê pêşkêşî serokê Meclîsa Neteweyî ya Tirkiyeyê kir:
“Gelo di derheqê zordarîya ku kurdên Iraqê yên li ser tirkan dikin û di vî warî de tedbîrên pêwîst hatine girtin ya na? Gelo gava pêwîst bê dîtin, wê li hemberî vê bûyerê heyf û tol bê hilanîn, ya na?”.
Li ser vê helwesta nîjadperest ya Asim Eren, 102 xwendekarên kurd hem ji Asim Eren re û hem jî ji C.H.P re telgerafan şandin û vê helwesta nîjadperest protesto kirin. Teva ku Seîd Elçî ne xwendekar bû, ew jî li ser navê xwe ji Asim Eren re telegerafek şand û vê helwesta şermezar kir:
“Di vê dema ku mafên mirovî ewqas pêşketiye û desthildar e, kesek nikare kurdan qir bike û ji holê rake. Vê yekê di wî serê xwe yê kufikî de bi cih bike!”.
Karbidestên dewleta Tirkîyeyê ji van guherandin û pêşveçûnên li Iraqê û Tirkîyeyê çêdibûn ne razî bûn. Wan dixwest, bi hinek tedbîr û operasyonên li ser rewşenbîr, welatparêz û xwendekarên kurd, pêşîya vê tesîra ku dikare li Bakurê Kurdistanê bibe, bigrin.
Bi vê armancê, karbidestên dewletê dest bi amadekarî û planan kirin. Celal Bayar, Serkanê duyem yê leşkerî Cevdet Sunay, wezîrê dewletê Tevfîk Îlerî ku nîjadperestekî naskirî bû, serokwezîr Adnan Menders û wezîrê karûbarên derve Fatin Ruştu Zorlu civiyan. Ew rapora şefê masaya pirsa kurdî Ergun Gokdenîz ku dûre demeke weke walîyê Mêrdînî xebitîye, ya li ser pirsgirika kurdan dixwînin û li ser vê raporê û pêşniyarên vê raporê radiwestin.
Li gorî vê raporê, ew dixwazin hezar rewşenbîr, xwendekar û kesayetên civakî bigrin û wan daliqînîn ku “pirsa kurdî bi kîmanî 30 salî paşde bixin”. Lê di encamê van gotûbêjan de, karbidestên dewletê biryarê didin ku weke destpêk ew 50 rewşenbîr, xwendekar, rojnamevan, nivîskar û bîreverên siyasî û civakî yên kurdan hilbijêrin û bigrin. Li gor vê biryarê, karbidestên dewletê di 17 yê çileya pêşîn ya 1959an de dest bi operasyonê dikin û 50 xwendekar, rewşenbîr û welatparêzên kurdan desteser dikin û wan dixin zîndana Herbîyeyê.
Ji nav wan girtîyan 28 kes xwendekar, 3 kes serbazê eslî, 3 kes efsarê cîgir, 3 kes avûqat, 2 kes doktor, 2 kes karker, 2 kes muhasîb, 1 kes xwedî fabrîqe, 1 kes muhendisê çandinîyê, 2 kes bazirgan, 2 kes nivîskar û rojnamevan û 1 kes jî şofêr bû.
Xwendekarê bi navê Mehmed Emîn Batu ji ber rewşa zindanê ya xirab nexweş dikeve û di zîndanê de jiyana xwe ji dest dide. Kesên di vê operasyonê de hatibûn girtin, 49 kes dimînin. Loma jî ev bûyer, wek ”Bûyera 49an” tê pênase kirin.
Yek ji wan kesên ji doza 49an hatibû girtin û darizandin jî Seîd Elçî ye ku dûre wê weke damezrêner û serokê PDKT derkeve pêşiya me.
Di wê dema ku doza 49an berdewam dikir, di nav girtîyên kurdan de di warê îdeolik û siyasî de dubendîyek berbiçav derdikeve holê. Beşek ji wan, xwe weke “Kurdên çep û sosyalîst”, beşek jî xwe wek “Kurdên neteweperwer”, ango bi termonolojîya wê demê ”miliyetçî” pênase dikin.
Canîp Yildirim vê dubendîtîyê “weke du beş, Kurdperwerên rastgir û Kurdperwerên çepgir” bi nav dike. (3)
Musa Anter jî di pirtûka xwe ya bi navê ”Bîranînên Min” de, li ser vê rewşê û dubendîyê weha dinivîse:
“Di Herbîyeyê de, di nav me de dubendîyek ku koka wê ji kevn dihat, dest pê kir. Bêguman ev dubendî ne milî bû, politîk û îdolojîk bû. Beşek ji me rastgir û beşek jî çepgir bûn. Serkêşiya baskê rastgiran Ziya Şerefxanoglu dikşand û bi hejmar ji çepan hindiktir bûn. Kesên ku di hişê min de mane ev in; Şehabedîn Septîoglu, Mehmed Elî Dînler, Ebdurahman Efe, Elî Karahan, Seîd Elçî, Selim Kiliçoglu, Haydar Aksu, A. Efem Dalak bûn. Yên çep jî Cezmî Balkaş, Halis Yokuş, Nazmî Balkaş, Îsmet Balkaş, Mehmed Aydemir, Okeş Karadag, Fevzî Avşar, Canîb Yildirim, Seîd Kirmizitoprak, Nacî Kutlay, Medet Serhat, Yaşar Kaya, Esat Cemîloglu, Necatî Siyahkan, Orfî Akkoyunlu, Nuredîn Yilmaz, Hesen Akkuş, Faîq Savaş, H. Oguz Uçok, Xelîl Demirel, Muhsîn Şavata, Şewket Turan, Yavuz Çamlibel, Yusuf Kaçar, Ziya Acar, Fadil Budak û ez”. (4)
Di tevgera nêzîk ya Bakurê Kurdistanê de, “Bûyera 49an” di warên ramanên siyasî û awayê xebata siyasî ya nav siyasetmedar, rewşenbîr û welatparêzên kurdan jî de pêvajoyek gelek girîng û taybetî ye. Di pêvajoya bûyera 49an de, di warê nasnameya neteweyî, awayê xebata siyasî û rêxistinî de, di nav girtîyên siyasî yên kurdan de gotûbêjek berfireh dest pê dike. Beşê meyla rastgir û neteweperwer Seîd Elçî, Zîya Şerfhanoglu û derdora wan, avakirina rêxistinek serbixwe ya kurdan diparêzin; lê beşê çepgir û sosyalîst yên kurdan jî xebata di nav çep û sosyalîstên tirkan de diparêzin.
Di 27ê gulana 1960î de, li Tirkiyeyê cûntayek leşkerî çêbû û “Komîteya Neteweyî ya Yekgirtî” desthilat xiste destê xwe. Piştî vê mudaxeleyê efûyek giştî hate îlan kirin. Ji derveyî 49 girtiyên siysî yên kurdan, hemû girtî hatin berdan. Girtiyên siyasî yên kurdan bi taybetî û bi zanebûn ji derveyî vê efûya giştî hatin hiştin. Li hemberî vê helwesta nîjadperest ya dewletê, rojnameyên tirkan û ew kesên ku xwe weke sosyalîst, demokrat, pêşverû û çepgir nîşan didan, bêdeng man. Girtiyên siyasî yên kurdan bi tenê hatin hiştin. “Zindan li ser hesabê girtîyên siyasî yên kurdan ma”!
