Di derbarê pêvajoya li Kurdistanê û huqûqa Navneteweyî de Rewşa Kurdistanê

Îro (01.02.2026) li bajarê Hollanda yê Arnhem`ê, li komela Çanda Karkerên Kurdistanê (KOÇ-KAK), bi beşdariya rêvebirên partî, rêxistin, komele û kesayetên Kurd li vê herêmê semînerek hat li darxistin.

Semîner ji alî rêzdar Ferhat BOSKAN hat pêşkêşkirin. Piştî rawestana rêzgirtinê jibo şehîdên Kurdistanê û xwendina Sirûda Netewî Ey Reqîp semînerê destpêkir.

Serokê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) rêzdar Baran BOSKAN di derbarê pêvajoya heyî û bi giştî rewşa Kurdistanê û bi taybetî rewşa Başûrê Rojava û Rojhilar, pêvajoya li Bakurê Kurdistanê bi rêve diçe û bandora wan agedarî û nîrxandinek berfireh pêşkêş kir.

Huqûqnas, lêkolîner/nivîskar û serokê Enstituya Kurdî ya Lozan`ê rêzdar Necat ZANYAR/ZIVINGÎ, di warê huqûqa navneteweyî de rewşa Kurdistanê, bi awayekî zanistî, dîrokî û civaknasî, bi dîtînbariya dîa semînerek berhemdar pêşkêşî civata beşdar kir.

Di encama civînê de gelek beşdaran jibo pêşkêşên vê semînerê memnûnîyet û sipasiyên xwe bilêvkirin, hizir û hestên xwe gotin û pirsê xwe kirin.

Piştî bersîva pirsdaran, rêzdar Necat Zanyar û Îbrahîm Goroz ji bo beşderan pirtûkên xwe îmze kirin!

Netewe/Rûpela Nû

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *