Zinar Soran
Berî niha bi 61 salî (11.07.1965) li paytextê Bakurê Kurtistanê Diyarbekirê ”Partîya Demokrata Kurdistana Tirkîyeyê” (PDKT) hate avakirin. Piştî damezrandina Partîyê bi salekê serokê duyem yê PDKT Av. Faîk Bûcak di encamê komployek dewletê de di 05.07.1966an de hate şehîd kirin. Di vê kurteanalîza xwe de, ez dê bixwazim li ser van herdu mijarên girîng, ango li ser 60 salîya salvegera şehadeta Av. Faîk Bucak û 60 salîya salvegera PDKTyê rawestim.
Di vê çarçeweyê de, ez dê bi awakî kurt û kronolojîk li ser jiyana Av. Faîk Bûcak, damezrandina PDKT, weke xeta neteweyî û niştimanî bername û armancên PDKT rawestim. Herweha ez dê bixazim weke xeta neteweyî û niştimanî, daxwaz û armancên siyasî, demokratîk, aborî û kulturî PDKT yên 61 sal berê bi xeta engterasyona bi dewletê ya niha re beramberî hevdû bikim.
KRONOLOJÎYA KURTEJIYANA AV. FAÎK BÛCAK
Zarokîya Faîk Bucak
Faîq Bûcak di sala 1919an de li gundê Hadroyê ya qeza Swêregê hatiye dinyê. Ew ji eşîra Bucakan, beşê Abîkan e. Bucak ji eşîra Zirikan in. Zirikan konfederasyonek eşîran e ku ji çend eşîr û bavikan pêk tê. Bavê wî Hasan Abîk e, diya wî jî Qudret xanimê ye. Zarokîya Faîk Bûcak li gundê Hadro û Kazoyê derbas dibe.
Faîq Bucak dibistana seretayî li Hadro û Swêregê dixwîne. Ji bo dibistana navîn li Swêregê tuneye, ew dibistana navîn li Ruhayê dixwîne û lîseyê jî li Diyarbekirê û Meletê dixwîne.
Di dema zaroktî û xwendina Faîk Bucak de li Kurdistanê sê serhildanên mezin pêk tên. Di sala 1925an de Serhildana Şêx Saîd, di 1927-30yî de Serhildana Agirî û di 1937-38an jî Serhildana Dersimê. Qetlîam û jenosîdên di van serhildanan de, zilm û zordarîya hovane, sirgûn û koçberîyên bi darê zorê yên dewleta dagirker, tesîrek mezin li ser miletê Kurd û civakê dike. Tevna civakê serûbinî hevdû dike; gelek birînên cûrbecûr yên nayên dermakirin di laşên civakê de çêdike.
Malxalanê Faîk Bûcak yên ji alîyê diya wî Qudret xanimê jî ji vê zilm, zordarî û xezeba dewletê bêpar namînin. Diya Faîq Bûcak, Qudret xamimê xwarzîya eşîra Mîrdesan e. Kalkê wê Hecî Abûzer axa li nehîya Narincê ya qeza Kahtayê (Kolîkê) niştecîh bûn. Şukrî, Sebrî, Emin û Nûrî çar kurên Abûzer Axa ne. Siyasetmedar, helbestvan û rewşenbîrên kurd Osaman Sebrî, lawê Osmanê kurê Abuzêr Axa ye. Xalanê Qudert xanimê Şukrî û Nûrî axa piştî serhildana Şêx Seîd ji alîyê dewletê ve têne îdamkirin. Di wê demê de, leşkerên dewletê li ber çavên Faîk Bûcak diya wî dixin felaqê û îşkence dikin. Di malê de, diya Faîk Bucak hergav behsa van bûyer û serpêhatîyan diltevzînî dike. Ev zilm û zordarîya dewletê ya li ser kurdan û îdamkirina malxalanên dîya wî, îşkenceya feleqê ya diya wî tesîrek mezin li ser Faîk Bûcak dike û di nasnanamî wî ya kurdayetî, niştimanî û keseyatîya wî ya siyasî de bandorek mezin çêdike.
Mesaja ”Wezîrê Dadê yê Tirkîyeyê” yê wê demê, M. Esad Bozkurd ku di 19ê îlona 1930 de, di rojnameya Milliyetê de hatiye weşandin, siyaset û helwesta dewleta Tirkîye ya dagirkerî û nîjadperestî bi awakî zelal radixîne ber çavan:
”Divê dost û dijmin bizanibin ku efendîyên vî welatî tirk in. Kesên li Tirkîyeyê dijîn û di damarên wan de xwîna tirkan tune bin, tenê mafekî wan heye; ew jî koletî û bindestî ye”!
Faîk Bucak, di 1939an de bi qîza metka xwe Aîşe (Eyşe) xanimê re dizevice. Gava ew dizewice, ew hê xwendekar e. Eyşe li cem diya wî Qudert xanimê dimîne.
Rewşa wan ya aborî zêde ne baş e. Piştî zewacê, Faîk Bûcak salekê weke memurê daristanê dixebite. Lê ew dixwaze xwendina xwe ya bilind bidomîne. Ji bo ew zewicî ye, bavê wî li dij derdikeve ku wî bişîne zanîngehê. Teva hemû astengî û zahmetîyan, Qudret xanimê wî dişîne Stenbolê ku xwendina xwe ya bilind bidomîne.
Domdike…


