Destana dîroka bajêr û gundê Ridwanê yê berê Mîrgeha Xaltaniyê bû

Kemal TOLAN

Analîza destana dîroka bajêr û gundê Ridwanê ya ku rojekê navenda pîroz a Mîrgeha Xaltaniyê bû

Pêşeka gotarê (Kî vê ji virê bê destûra min derxîne û çavkaniyan nede xwanê , keda min lê heram be !)

 Dîroka civaka Êzdî herî zêde di qirik û sîngê dengbêjan de, di nav rûpelên winda yên edebiyata devkî de hatiye parastin. Îro Kela Ridwanê ya dîrokî, ku rojekê navenda pîroz a Mîrgeha Xaltaniyê bû, ji sala 2019 ve di bin ava Bendava Ilısu de winda ye. Lê belê bi saya vê lêkolîn û berhevkariya min a li ser dengê dengbêjê nemir Xelîlê Berfê, ez vî mîrasê giranbiha ji bin avê derdixim û ronahiyê didim ser rûpelên tarî yên dîrokê. Di beşa yekem a rêze-gotara xwe de, ez li ser şopên ‘Şerê Erenzê’, dîroka bajêr û gundê Ridwanê û erdnîgariya windayî radiwestim.

 Erdnîgariya Windayî û Kedek Ji Bo Bîra Dîrokî

 Li gorî nêrîn û xebata min a li ser vê tekstê, rûpelên dîrokê nîşan didin ku bûyerên di stranê de li dorûbera du navendên girîng diqewimin: Erenza Şêxan (herêma Xerzan ) û Kela Ridwanê. Ridwan, ku di sedsala 19’an û destpêka sedsala 20’an de navenda pîroz û birêvebiriya Mîrgeha Xaltaniyê û navçeyeke serekên Êzdîxanê (welatê Êzdiyan) ya herî dawî bû, îro rûberê trajediyeke nû ye.

 Ev kela kevnar û navenda dîrokî, ji ber ava Bendava Ilısu (Ilısu Barajı), îro bi temamî di bin avê de maye. Li gorî dîtin û baweriya min, ev yek nîşan dide ku çawa erdnîgariya pîroz a Êzdiyan ne tenê bi şûr û fermanan, lê di serdema nû de bi projeyên avê jî hatiye windakirin û guhertin. Di dema şer de, ev kel wekî keleha parastinê ya dawî ya li ber çemê Dîcleyê dihat dîtin. Di vê xebatê de min hewl da ku ez sînorên vê erdnîgariyê di hişê nifşên nû de zindî bikim.

 PÊVEKA TAYBET: WELATÊ XALTAN Û MÎRGEHA XALTANIYÊ

 Sedsalên Berxwedanê: Ji Kela Ridwanê Heta Zoro Axayê Xaltî

 Di bin ronahiya dîtin û zahmetiya ku min di vê lêkolînê de kişandiye, dîroka Welatê Xaltan û Mîrgehên Xaltaniyê, yek ji rûpelên herî kevnar, kûr û kêm-lêkolînkirî yên dîroka Kurdistanê û civaka Êzdî ye. Nasnameya Xaltî ne tenê navê eşîreke asayî ye; ew navê çand, erdnîgarî û sîstemeke birêvebirinê ya xweser e ku sedsalan li tevaya Serhedê , Qersê gelek herêmên weke Wanê, Axlatê, Xerzan, Bişêrî , Batman, Sêrtê û hwd de desthilatdar bûn.

  1. Erdnîgariya Mîrgeha Xaltan ya herî dawî (Navenda Bajêr û Gundê Ridwanê)ku, rahmetiyê Mîrzikê Zaza lê serwerîdikir: Dilê vê herêmê û navenda birêvebiriya Mîrgeha Xaltaniyê Kela Ridwanê bû. Baweriya min ew e ku, ev cîh di dîrokê de hem mîna bajarekî navendî yê bazirganî û siyasî, hem jî wekî gundekî stratejîk sedsalan parastina rûmet û baweriya Êzdîtiyê li ber Çemê Dîcleyê kiriye.
  2. Zoro Axayê Xaltî: Di nav dîroka dirêj a vê mîrgehê de, navê Zoro Axayê Êzdiyên Xaltî cihekî pîroz û taybet digire. Ez di vê lêkolînê de balê dikişînim ser ku Zoro Axa, wekî serok û pêşengê herêmê, di serdemên herî giran ên ferman û êrîşan de parastina sînorên Welatê Xaltan kiriye.
  3. Wandahiya Erdnîgariyê: Îro keleha vê mîrgehê di bin ava Bendava Ilısu de maye. Ev projeyên avê fîzîkî rûpelên vê dîroka kûr winda kirin, lê bi saya vê emak û xebata min ev dîrok dîsa ronî debar dike.

 Dema ku ferman û êrîş tên ser sînorên Êzdîxanê, hişê civakî û vîna parastinê di dengê jinê de zelaltir kifş dibe . Di beşa duyem a rêze-gotara xwe de, ez bi nêrîna xwe ya taybet bala xwe didim ser hevpeymaniya berfireh a ku li dijî Êzdiyan hatibû avakirin û dengê dîrokî yê fîgûra jina Êzdî, Edlayê, ku li dijî mêjûyê şer dengê xwe bilind dike û dibêje: ‘Şerê Êzdîxanê ne henek e!’

 Di sitranê de hevpeymaniya Reş û Dengê Jinên Êzdiyan

 Di encama analîza ku min li ser vê sitranê kiriye de, stran bi hûrgulî nexşeya leşkerî û eşîrî ya êrîşkaran derdixe pêş çavan. Li serê vê eniyê kesekî Kurdê Musilman bi navê Hesabê Cibo (Hesabo) heye. Tekst eşkere dike ku êrîş bi tevlîbûna gelek hêzên cuda pêk hatîye: eskerên ji herêmên wekî Eynik, Eyndar, Eynkaf û Eynberanê, tevî sofiyên herêma Xerzan û eşîrên mîna Xiya û Bekiran. Dîtina min ew e ku ev yek nîşan dide ku êrîş ne tenê herêmî ye, lê belê operasyoneke berfireh a li dijî desthilatdariya Welatê Xaltan û bajarê Ridwanê ye.

 Ji Dengê rahmetiye Xelîlê Berfê:

„…Hesabê cibo hatiye li kela rimêlê, bi tevlî koma şêxên ereban û eskerên: eynikê, eyndarê, eynkafê, eynberanê, çiqas hecî, sofyên xerzan, xiya û bekiran hemû anîne bixwere…“

Nêrîna min a li ser vê xofê diyar dike ku, rola jina Êzdî wekî hişê civakî yê herî kûr derdikeve pêş. Du fîgûrên jinên Êzdî, Rindê û Edlayê, dibin zimanê hişyariyê. Edlayê nakeve bin bandora xeyalên şer; ew rasterast bang li serokê artêşa êrîşkar, Kurdê Musilman Hesabê Cibo dike û jê re dibêje ku guh nede gotinên radîqal ên „sofî, mele û feqeyan“. Ew hişyariyeke dîrokî dide wî: „Şerê Êzdîxanê ne heneke.“

DAWÎ

Li hemberî her êrîşekê, li ser axa pîroz ruhê berxwedana rewa şiyar dibe. Di beşa dawî a rêze-gotara xwe de, ez berê xwe didin qada şer a Erenzê. Ka çawa siwarên Qizilan û peyayên Neqîbiyan bi şûrên rût û tazî rûmeta Êzdîxanê parastin û çawa ev mîrasê devkî bi kaseda Xelîlê Berfê gihîşt nifşên nû. Di dawiya gotarê de teksta tam a stranê wekî pêveka arşîvê cih digire.

Berxwedana Rewa û Tolhildana siwarên Êzdîxanê

Zahmetî û keda min a di vê lêkolînê de diderxîne holê ku, gava artêşa Hesabê Cibo tê ser sînorên Êzdiyan, ruhê parastina rewa û levhatina civaka Êzdî dest pê dike. Lehengên Êzdîxanê yên wekî Mêçoyê Mala Şêxo, Êganê Meyro, Keleşê Çelo, Şêx Hemê Seyro û Geş Hemê Gîro bang li “bav û biran” dikin ku yekîtiya xwe ava bikin. Baweriya min ew e ku ev hevgirtin, ruhê neteweyî û herêmî yê Mîrgeha Xaltaniyê temsîl dike.

Êganê Meyro di bin bayraqa Êzî de sond dixwe û hawara xwe digihîne Xwedê û Siltan Êzdî. Beşa dawî ya tekstê qala rûbûna rasteqîn a şer dike. Siwarên Qizilan û peyayên Neqîbiyan bi hespên xwe yên Rezbozan û bi şûrên rût û tazî êrîşî qûçikên Ridwanê dikin û artêşa êrîşkar têk dibin.

Ji Strana dayika Edlayê:

„…wa qeflek ji siwarên qizilan, peyayê neqîbiyan serê dezgînê reşbozan ajotine qûçikên ridwanê li ser milên wan şûrên rût û tazî, di gotin: derbekê dane li hesabê cibo, li apê lawikan, li cihê û li mihê qelandine tovên xal, xwarzî, birazî û apane…“

Ev destana ku min bi emakeke mezin ronî kiriye, nîşan dide ku rûmeta berxwedanê û têkçûna sitemkaran bi saya mîrasê devkî heta roja me hatiye. Her çend bajar û gundê Ridwanê îro di bin ava bendavê de winda bûbe jî, dengê xwerû yê Xelîlê Berfê vî mîrasî di rûpelên dîrokê de her zindî dihêle.

________________________________________

 

TEKSTA TEMAM A STRANÊ:

„şerê erenzê rindê digo : heznayê erenza şêxan bi şewite bi darê mahzî erenza xopan bi şewite bi darê mahzî emê bala xwe bidinê, li erenza şêxan, li ridwana bavê temo bû hawar, qîr û gaziye!

rindê digo : edlayê erenza şêxan bi şewite bi darê tere erenza xopan bi şewite bi darê tere hesabê cibo hatiye li kela rimêlê, bi tevlî koma şêxên ereban û eskerên: eynikê,eyndarê, eynkafê, eynberanê, çiqas hecî, sofyên xerzan, xiya û bekiran hemû anîne bixwere.

min dît mêçoyê mala şêxo li êganê meyro, li keleşê čelo, li şêx hemê seyro, li gêeçanê gîro, li peyayên neqîban, li xortên qizilan û êzdiyan dikre gazî û digo: bav û biran ,hûnê mêhrî čêbin,destê xwe xweş hilînin.

êganê meyro li egît û xweş mêran dikre gazî û digot: ezê bi bayrqa êzî kim, heger xwedê û siltan êzdî îro bi mere rast hilîne ,emê bikin; heft roj û heft şevan,aşê sipî û aşê ridwanê li ber xwîna reş bigere.

edlanê digo: hesabo hanê sed û bîst caran bi min hanê, ne min ji tore got: tê neçe şerê erenza şêxan. ezê bi hafa qûçikên ridwanê di ketim, wa qeflek ji siwarên qizilan, peyayê neqîbiyan serê dezgînê reşbozan ajotine qûçikên ridwanê li ser milên wan şûrên rût û tazî,di gotin: derbekê dane li hesabê cibo, li apê lawikan, li cihê û li mihê qelandine tovên xal, xwarzî, birazî û apane.

(ev strana ji ber dengê xelîlê berfê, ku di kasetekê de gotibû hatiye nivisandin.)

şerê erenzê û kela ridwanê : edlayê dibê:“nûrê xwa minê, bes ser min de bike hêle hêle, tû rabe serê xwe bişo û porê xwe berde têl bi têle, esabê cibo çuye sefera welatê xaltiya ; kela ridwanê û erenza şêxa , şerê geş hemê gîro, eganê meyro, erfoyê qizilî, miçoyê mala şêx û keleşê čelo de bila ne bi xêr û ne selametî vegere male…. xwe jêre bike bermaliyeke nû helê le“

edlayê digot Gavên dîrokî: „esabo ronî hanê neke, tû yê bi xerbera sofî, mele û feqê ber ava bota neke, wore tû yê neçe şerê êzdîxanê; şerê geş hemê gîro, eganê meyro, erfoyê qizilî, miçoyê mala şêx û keleşê čelo şerê êzdîxanê ne heneke.“

ezê bi hafa erenza şêxan diketim bi darê mazî, min dît bire siwarê êzdiyan siwari…“

Lêkolîn, Berhevkarî û Nêrîn: Kemal Tolan 

Çavkanî: pirtûkên min (“Hebun û tûnebûna Êzdiyan Tev Romanên Zindîne-çapa 3 mîn: Dîroka Êzdiyan a di dokumentan û zargotinê de” & “Danesîna Dîroka Welatê Xaltan û Zoro Axayê Êzdiyên Neqîba “) î

 

Dengê Destanê: Rahmetiye Xelîlê Berfê

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *