
Cemawerê dilsoz û welatparêz ê Kurdistanê…
Partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê…
Rêxistinên civaka sivîl û kesayetiyên niştimanî
Demeke dirêj e ku nakokiyên navbera partiyên kurdistani gihîştine lûtkeyê. Ev di demekê de ye ku
herêm bi giştî ji ber bandorên şer, pevçûn, rûbirûbûn û bêîstîkrariya siyasî û ewlehiyê di rewşeke
hesas û aloz re derbas dibe.
Eşkere ye ku ji ber kombûn û çaresernebûna pirsgirêkan, berfirehbûna xeta qutbûna siyasî û kûrbûna
nakokiyên navxweyî, her wiha ji ber berdewamiya vê rewşa xetimî û xerabûna rewşa aborî ya xelkê
Kurdistanê, bandorek neyînî û rasterast li ser rewşa siyasî, aborî û civakî ya Başûrê Kurdistanê bûye.
Em wek Hevkariya Partî û Aliyên Siyasî, dema ku nîgeraniya xwe ya kûr li hember vê rewşê tînin
ziman; em di wê baweriyê de ne ku her gaveke şaş ji bo xerabkirina qewareya Herêma Kurdistanê, yan
dengûbasên li ser du-îdareyî, yan jî lekedarkirina vê ezmûnê bi giştî ji aliyê her alî yan kesekî ve, bi tu
şêweyî nayê qebûlkirin û em bi hemû şêweyan li dijî wê radiwestin.
Ji ber wê jî, ji bo derketina ji vê xetimîna siyasî, pêwîst e em ji nêrîna helwesteke neteweyî û niştimanî
bi pirsan re mijûl bibin.
Di vê pênavê de, em hemhelwest in li gel aliyên siyasî, komele û rêxistinên civaka sivîl, kesayetiyên
niştimanî û welatparêzên Kurdistanê.
Em kar dikin ji bo derbaskirina vê rewşa xetimî, rexsandina keşûhewayekî guncav, girtina berê
rûgeheke niştimanî ya Kurdistanî, bersivdana daxwazên rewa yên xelkê, û rûniştina hêz û aliyên siyasî
bi hev re di asta bilind de.
Ji bo diyarkirina nexşerêyeke zelal, em tekidê li ser van prensîb û tewwerên sereke yên jêrîn dikin:
Parastina qeware û destkeftiyan: Parastina qewareya siyasî ya Başûrê Kurdistanê û parastina hemû
destkeftiyên neteweyî. Yekrêziya navxweyî: Parastina yekrêziya refên gelê Kurdistanê û çareserkirina
hemû pirsgirêkên navxweyî di hundirê Başûrê Kurdistanê bixwe de.
Diyalog û lihevkirina niştimanî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyaloqeke berdewam û avaker,
pêkanîna lihevkirineke niştimanî ya hevseng, rakirina astengiyên li pêşberî civîna parlamenê, û
pêkanîna kabineyeke nû û berfireh a Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Navenda Hevkari ya Partiyên Kurdistani – Hollanda هولەندا – کوردستانیەکان پارتە هەڤکاری ناوەندی
Hevkari.nl@hotmail.com Tel : 0031622740636
Darêtina stratejiya hevpar: Darêtina stratejiyeke siyasî û niştimanî ya hevpar ji bo têgihîştin û
çareserkirina rîşeyî ya pirsgirêkan, bi taybetî ji bo çawaniya serederîkirina bi dosya û pirsên hilawestî
yên navbera Herêm û Hikûmeta Federal re.
Arasteya neteweyî û diyaloqa giştî: Sazkirina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, darêtina siyaseteke
hevpar ji bo hemû beigehên Kurdistanê û pêşxistina diyaloqa Kurdistanî. Piştgirîkirina hemû beşên
Kurdistanê: Gelalekirina siyaseteke hevpar ji bo piştgirîkirina doza rewa ya gelê kurd li hemû beşên
Kurdistanê û dîtina çareseriyên aştiyane.
Xizmetkirina welatiyan: Avrûdana cidî û bilez li debar û jiyana xelkê, mûçexor, mamoste û
fermanberên Kurdistanê, ji ber ku ew şayesteyê xizmetkirina pir zêdetir in.
Çalakirina rola dîasporayê: Giringîdan bi dîaspora û rewenda kurdî li derveyî welat, bi mebesta
bidestxistin û zêdekirina piştgiriya navdewletî ya zêdetir ji bo doza rewa ya gelê me. Peyama me ya
dawî: Tenê bi yekrêzî, hemhelwestî û girtina berê rêya diyaloqa niştimanî.
Her wiha bi rêya diyaloqa niştimanî dikare hevbendî (koalîsyon) di navbera aliyên serkeftî yên
hilbijartinên dawî yên Herêma Kurdistanê de bê avakirin! Bi şertekî ku ev hevbendî nebe sedema
perçebûna ezmûna Herêma Kurdistanê û çêbûna duberekî û nakokiyan di navbera komên xelkê
Herêma Kurdistanê de. ji ber vê çendê daxwazê ji partyên kurdistanî dkeyn ke encamên helbjartnên
berê lê ber çava bigrin .
Heke em bi vê şêwazê gavan bavêjin, em dikarin Kurdistanê di vê qonaxa hesas de biparêzin û ber bi
pêşerojeke geştir ve gavan bavêjin.
Bu pêşve lê jêr ala kurdistanê
Navenda Hevkari ya Partîyên kurdistani lê hollanda
08/07/2026


