Daxuyaniya Kongireya Netewên Îrana Federal bo piçştevanîkirin li banghêjiya Hizbên siyasî yên Rojhilatê

Hevwelatiyên rêzdar!
Têkoşer û azadîxwazên Îranê!

Guherînên niha li Îranê careke din da selîmandin ku pirsgirêka bingehîn a wî welatî, pêkhateya siyasî ye li ser binyata serkut û tepeserî, navendgirayî û înkarkirina mafên netewan hatiye avakirin. Nerizayetiyên vê dawiyê yên xelkê sitemdîtî yên Îranê û şêwaza rûberûbûna tundûtîjaneya komara îslamî digel wan nerizayetiyan bi taybet li Kirmaşan, Îlam û Luristanê, wêneyek rohn ji neşiyan û nebûna îradeya siyasî li vê sîstemê ji bo bersivdan bi daxwaziyên destpkê yên mirovî û siyasiyên xelkê dide ber çavan.

Kongireya Îrana Federal, wek hevpeymaniyek ku ji hêzên siyasî yên Netewên Yekbûyî li Îranê pêk hatiye, li jêr pêşniyara hevpar a Hizbên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê li ser wan mijaran û bangêjiya wan bo mirovê giştî, bi nîşanderê îradeyeke hişmendane, û xwedî berpirs li ceribandina dîroka berxwedanê dizane. Ev helwîstgirtin, berteknîşanê sozdarî li hember bûyerên vê dawiyê nîne, belku beşek ji nerîta xebatkaraneya xwedî binyat bo rûberûbûn digel rêjîmekê ye ku mana xwe li ser bînyata jinavbirin, cudatîdanîn û tundûtûjiya sîstematîk daniye.

Kurdistan li 4 dehikên derbasbûyî de, hertim yek ji êrîşa bingehîn ên nerizayetiyan ji Îranê re li ser pêkhateya siyasî ya serdest li ser bûye, pêkhateyek ku nek tenê mafên netewan, belku binyatên bingehîn ên azadî û rûmeta mirovî jî înkar kiriye. li vê navberê de bê guman, rola pêşengiya xelkê Kurdistanê li dariştina gotara berxwedanê, çi li meydana siyasî û çi li asta komelatî de, rola yekalîker û înkarnekirî hebû. Ceribandinê komîserrhevbûyî yên vê deverê, îro bûye sermayeyek hevpar bo yemû netew û hêzên azadîxwaz li Îranê.

Tepeserkirina nerizayetiyên giştî û reftara tundûtîjaneya digel neraziyan li deverên cuda bi taybetî li deverên başûrî yên Rojhilatê Kurdistanê û li seranserê cografyaya başûrê Zagrosê, vê yekê derdixe ku komara Îslamî ne şiyana reformê heye û ne îradeyek bo bihîstina dengê xelkê. Destavêtina berdewam bo bingirtin, tirsandin û tundîtîjiya eşkere, zêdetir ji her tiştekê nîşanderê qeyrana kûr rewatî û tirsa jiyana xwe li ser piştevanîkirina li navbera tevgerên nerizayetiyan de ye.

Mangirtina giştî ya xelkê Kurdistanê, çalakiyek medenî û bi kom li hember vê rewşê de ye û Çalakiyek ku li sînorên cografî derbas dibe û beşek ji xebata netewên Îranê bo dawî bi zordarî, cudatî û tundbûna deshilatê ye. Ev pêngv, hevdem berevanîkirina praktîkî li mafê nerizayetî, vekheviya netewî, azadiyên siyasî û rûmeta mirovî ye.

Kongireya netewên Îrana Federal daxwaz ji hemû hêzên siyasîyên Dêmokrat, rêkxiravên civaka medenî, pêkhateyên komelatî û çalakvanên derve yên serbixwe li hemû netewên Îranê dike, li navxwe û dike ku bi piştevaniya xwe li ser mangirtina giştî ya xelkê Kurdistanê, diyar bike li ser hewcehiya bihevnêzîkbûn û yekgirtina netewî û xebata komelayetî bike. Li rewşa niha de zêdetir ji her demeke din hewcehî bi yekdengî, berpirsayetî û derbasbûn ji têbîniyên sînordarker heye.

Baweriya me ev e ku paşeroja Îranê tenê demek dikare azad, dadperwerane û mirovî be ku çendîn netewîbûn û kultûrên vê bi fermî bêne naskirin û pêkhateya siyasî li ser binyata vexevî, beşdarbûna azad û dadperweraneya komelatî, cihê sîstema niha bigre.komara îslamiya Îranê lempera bingehîn a vê veguhastinê û derbasbûn ji hemûyan re, merca pêşwext a vê veguhestinê.

Kongireya Netewên Îrana Federal, bi dengek bilind piştevaniya tevav a xwe digel xebata rewaya xelkê Kurdistanê û mangirtina vê radigehîne û li kêleka hemû neraziyan û azadîxwazan li seranserê Îranê de disekine.

Bijî piştevanîkirina netewên Îranê

Bijî azadî, vekhevî û rûmeta mirovî

Kongireya Netewên Îrana Federal
17ê Befranbara 1404 a Rojî,
7ê Kanûna Paşîn a 2026 a Zayînî.

🔵ماڵپەڕی فەرمی حیزبی دێموکراتی کوردستانی ئێران :

🌐 https://kurdistanmedia.com/

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *