Hate ragihandin ku çar çavkaniyên agahdar ji Reutersê re gotine, danûstandinên berdewam ên ji bo peymaneke ewlehiyê di navbera hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê û ÃŽsraîlê de di kêliya dawî de rastî astengiyekê hatin û xitimîn. Hate diyarkirin ku ev astengî piÅŸtî ÃŽsraîlê xwestiye “korîdoreke mirovî” ber bi Siwêdayê were vekirin derketiye holê.
Reutersê daye xuyakirin, Îsraîlê piştrast kiriye ku ew ê parastina civaka Durzî li hundirê Sûriyeyê bike û bi vê hincetê beriya niha êrîşên leşkerî hatine kirin.
Di danûstandinên Parîsê de, Şamê daxwazek Îsraîlê ya ji bo vekirina korîdoreke bejahî bo Siwêdayê red kir û ew wekî binpêkirina serweriyê bi nav kir.
Lê belê, li gorî çavkaniyeke sûriyeyî û çavkaniyeke amerîkî ya ku ji danûstandinan agahdar e, Îsraîlê vê dawiyê daxwaz ji nû ve anî ziman, lewma peyman vê hefteyê bi dereng ket. (PK)


