Kemal TOLAN
Tiştê ez dizanim, nifşê me yê li welat mezin bûn, qet salvegera rojbûna kesayetî pîroz nedikirin.
Lê em di nava 30/40 salên li diyasporayê derbas bûne de dibînin ku, ciwanên me yên li diyasporayê hatine dinê, ew salvegera rojbûna kesayetiya xwe weke nirxekî girîng dizanin. Hemû dost û nasên wan tên roja rojbûnê bi girseyî û coşeke mezin pîrozdikin.
Ez îro(19.07.2025) çûm beşdarî şahiya ku, biraziyên min ji bona pîrozbahiya 40 mîn salvegera rojbûna birayên xwe Ferhat Tolan, yê ku di dema çêbûna xwe de bi kêmasî hatibû ser ruyê dinyaye çêkiribûn, bûm.
Min dît ku, biraziyên min hemû hûr û girên malbata dê û bavê xwe , tevî dost û nasên Ferhat vexwandibûn. Ji bo hemuyan xwarin û vexwarin pêşkêşkirin. Me hûr û giran teva li ber mûzika Şêran gelek kêf û dilan kir. Min ji xwe ra got, ciwanên me bi van tevgerên nû re hevgirtina endamên civakê û malbatê gelekî xurtdikin
Lewma dibêjim, spas ji bo dê, bav xuşk û birayên Ferhat û mala Xwedê ava ku, ciwanên me bi minasebeta van pîrozbahiyên rojbûnê digihîjine hevûdinê. Çande û kevneşopên me diparêzin û pêşdixînin!
40 mîn salvegera rojbûna Ferhat me pîroz be û Xwedê tifaqa weha biparêze ! https://www.facebook.com/KemTolan/videos/1030104962612098
https://www.facebook.com/share/v/1Dj1vfWxse/


