Civîna lûtkeya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi serperestiya Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê bi dawî hat.”
Civîna Lûtkeyê ya herdu şandên payebilind ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi serperestiya Serok Mesûd Barzanî îro piştî nîvro 30.09.2025, li Hewlêrê hat lidarxistin.
Ji PDKê Cîgirên Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî, ji YNKê jî Serokê YNKê Bafil Talebanî û Berpirsê Mekteba Sekreteriya Mam Celal Qubad Talebanî û hejmareke endamên polîtburoyên herdu partiyan tevlî wê civînê bûn.
Dihat çaverêkirin ku di wê civînê de, rewşa siyasî ya Iraq û deverê, pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê û bi taybetî jî mijara pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatibam nîqaşkirin.
Serok Mesûd Barzanî pêştir jî li roja Şemiyê (27ê Îlona 2025ê) pêşwaziya Serokê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî kiribû. (BN)


