Axaftina Cîhgirê Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mehmet Can Azbay ya di konferansa roja 20.06.2026ê li Ruhayê li dar ket de
Mêvanên Hêja,
Kedkarên birûmet ên doza neteweyî, hûn bi xêr hatin,
Îro em li vir ne wekî komekî civakê li hev civiyane, em wekî hevkarên hewldana yekîtîya neteweyî li ser daxwaz û armancên neteweyî, ji bo avakirina temsîlkarîyek hevpar ya îradeya miletê Kurd, em li gel hev in. Konferansa Hewldana Yekîtiya Neteweyî ya Bakûrê Kurdistanê, ku ji PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE pêk hatîye, bi armanca gihîştina muhasebeyeke dîrokî, bi berpirsiyariyeke sîyasî û bi biryardariyeke neteweyî, azadîya miletê Kurd ji xwe re kirîye armanc. Em hemû baş dizanin ku ew hêz û îradeya îro me di vê salonê de tîne cem hev, hişmendiya me ya neteweyî û îradeya me ya kurdewarî ye. Ev iradeye ku sînorên cografî û dîwarên îdeolojîk derbas dike, me di bin sîwana berjewendîyên neteweyî de bi hêza aqlê kurdî tîne cem hev, ew nirx û hişmendîya me yê kurdistanî bixwe ye.
Hişmendiya neteweyî ne tenê tevahiya êşên ku miletekî di rabirdûyê de kişandine, di heman demê de îradeya avakirin û birêvebirina sibêrojê ya bi hev re ye jî. Netewebûn, ji hest û aîdiyetê û exlaqê berpirsiyariya kolektîf li ser me ferz dike. Wekî ku felsefeya siyasî jî pêşbînî dike, hebûn û vîna têkoşînê ya neteweyan, di heman demê de rê û rêbaza diyarkirina pêşeroj û qedera wan bi destê wan bixwe ye; îradeya jiyanek azad û hevpar girêdayê armancên neteweyî yên stratejik e. Ji bo miletekî ku têkoşîna serxwebûn û azadiyê dimeşîne, ev berpirsiyarî, hewcedarî li gorî pîvanên çareserîyê, li gorî berjewendiyên neteweyî avakirina mekanîzmayek temsîlê ye. Yekîtîya neteweyî ji bo me, ji bo miletê me, ne taktîkek demkî an jî tifaqeke siyasî ya rojane ye, pêwîstiyeke hebûn ye. Serkeftina têkoşîna neteweyî bi xurtbûna tifaqeke li ser hîm û stûnên hişmendiya neteweyî ve tê ava kirin!
Dîroka me, di heman demê de dîroka lêgerînên yekîtiya neteweyî û hewldanên serkeftinê ye. Ji berxwedanên herêmî yên serdemên mîrektiyê bigirin heta îro 200 salî zêdetir e ku têkoşîna miletê kurd didome. Ji destpêka 1900 an heta damezrandina Xoybûnê. Ji tecrûbeya nîvco mayî ya Komara Kurdistanê (Mehabadê), heta ku ceribandinên eniyên hevpar ên serdema dîroka nêzîk, her gavek wekî kevirê kîlometreyê di hafizaya me ya neteweyî de hatiye neqşandin. Her hewldan bi alîyên xwe yên baş û xirab ji me re bingehek hiştîye. Ev bingeh jî, diroka tecruban û bîra têkoşîna neteweyî ye ku îro radestî nifşên me bûye. Emê çiqas ji wan tecruban sûd bigirin ew jî girêdayê helwest û têkoşîna me ya hevbeş e! Heta ku em ji dîroka têkçûnên trajik sûd negirin, emê her tim di nav lêgerînan de bin.
Mixabin dîroka me ji bo tifaq û yekîtîyên neteweyî de bi alîyê xwe yê nimûneyên pozîtîf de lawaz e, sedem û pêkhateyî yên ku nehiştine ev hewldanên dîrokî bigihîjin serkeftinek mayînde çi ne? Gava em ji perspektîfa zanista siyasî û civaknasiyê binihêrin, li Kurdistanê sê astengiyên bingehîn derdikevin pêşberî me:
Yek: Ji ber ku sazîyek, navendek dinamik a neteweyî ava nebûye, hewldanên yekîtîyê di asta kesan, eşîran an jî berjewendiyên teng de mane, rê li ber berdewamiyeke saziyî û têkoşînek domdar girtiye. Her hewldan an berxwedan nîvcû maye. Ji ber kêmasîya hişê stratejik, tunebûna siyasetek neteweyî û veguhastina tifaqên demkî û leşkerî ber bi stratejiyeke neteweyî ya mayînde û dîplomatîk ve nehatiye kirin.
Dudo: Hêzên desthilatdar (hegemonîk) ên ku cografya me dorpêç kirine, ji bo berjewendîyên xwe welatê me dabeşkirine û xistine bin desthilatdarîya dagirkeran bi kûrkirina nakokiyên navxweyî re li ber refleksên neteweyî qels kirine.
Sisê: Hêzên mezin yên ku şikil dane Rojhilata Navîn, nebûne piştgirên dewletbûna kurdan; zêdetir bûne piştgirên dewletên ku Kurdistan dagir kirine.
Modela yekîtiyê ya ku îro hewcedariya me pê heye, ne yekrengîyê diparêze ne jî cudahiyan tune dihesibîne. Berevajî vê, ew zemîna hişê hevpar e ku piralîbûnê diparêze lê di stratejiya neteweyî de dibe yek-deng. Ev zemîna nû wê li ser pîvanên hiqûqa têkoşînek kolektif û milî, li ser prensîbên bingehîn yên hevpar bilind bibe.
Hewldanên kar û xebatên yekîtîya neteweyî divê bigihîje encamek û zûtirîn temsîlkarîyek milî derxe holê. Hûn jî baş dizanin ku ev kar û xebatên hanê bi keda partîyên kurdistanî,lPlatform, saziyên neteweyî û kesayetên serbixwe dimeşe. Em baş dizanin ku potansîyelek gelek mezin û girîng heye û rewşa îroyin nerazîye. Em bangî wê potansîyelê dikin ku di nav vê xebatê de cîh bigire û li keda xwe, li derbasbûna xwe, li hêvî û armancên xwe yên neteweyî xwedî derkevin. Divê biryar û bertekên me ne bi refleksên demkî bin, ked û xebatên doza neteweyî divê bi hişmendîya neteweyî bimeşe. Di heman demê de, berdewamîya têkoşînê, xwedîlêderketina keda nifşan û avakirina hafizaya rewşenbîrî û civakî, bicîhkirina çanda neteweyî de, wezîfeyek milîye.
Divê hemû alî li ser bingeha berjewendîyên neteweyî tevbigerin û li gorî pîvanên “Peymana Neteweyî” tevbigerin. Divê hemû aktor û pêkhateyên siyasî li hemberî êrîş û gefên li ser destkeftiyên gelê me, çi dibin bi refleksên dij derkevin û hişmendîya milî di asta bilind de zîndî bikin. Destkeftiyeke li parçeyekî ya me hemûyan e, windahiyek li cihekî windahiya tevahiya neteweya me ye.
Em baş dizanin ku çeka herî mezin a hêzên mêtinger ew e ku, bi “dezenformasyonan,” bi propagandayên reşkirinê, bi proje û algiyên kedîkirinê dixwazin xebatên eniya milî qels bikin û hevkarîya navxweyî hilweşînin. Divê çapemeniya kurd, rewşenbîr û pêkhateyên siyasî li dijî vê endezyariya algî ya ku civakê manîpûle dike, bêbaweriyê diçîne û bingeha têkoşîna neteweyî lawaz dike, bi hişmendîyek neteweyî sîper û enîyên zihnî ava bikin. Divê em rexneyên ku li hevdu dikin, ne bi zimanê dijmin, lê bi zimanê hişmendiya neteweyî bikin.
Di vê pêvajoya girîng û hesas de, mafê tu partiyeke siyasî, rêxistin an jî kesayetî tune ye ku xwe ji “mesûlîyeta dîrokê” dûr bixe. Berpirsiyarîya aktorên xurt ew e ku hemêzker û fedakar bin; berpirsiyarîya aktorên dînamîk jî pabendbûna bi dîsîplîna neteweyî ye. Bi şerta parastina mafê mûxalefet û rexneyê, di têkoşîna li dijî serdestiya mêtingeriyê de hemû alî neçar in ku enerjiyên xwe li hemberî dagirkeran pêşkêş bikin. Divê hemû alîyên kurdistanî pêvajoya xapandinê ku 27 Sibatê 2025 an de ji alîyê dewletê ve hatîye amade kirin red bikin û li ser daxwazên neteweyî rojeva xwe tayin bikin. Ji bîr nekin dagirkerên kurdistanê projeyên Lozana duyemîn li gorî peymana Sadabatê bi cîh tînin. Mixabin û hezar carî mixabin vê projeyê dixwazin bi rêya asîmlasyon û entegrasyona xwebexş pêkbînin. Divê zarokên miletê Kurd li ked û nîrxên xwe xwedî derkevin û rê nedin xeta entegrasyonê bi hêz bibe. Ji bîr nekin derewên demokratik her tim avê dikşîne ser aşê jenosayda sipî.
Berîya ku ez gotinên xwe bi dawî bînim, dixwazim tekez bikim ku; yekîtiya neteweyî ne tenê rojevek siyasî ye, lê ev mafekî dîrokî, mirovî û siyasî ye ku bi milyonan mirovên ku li ser van axan hatine qetilkirin, sirgûnkirin, ziman û nasnameya wan nehatiye naskirin, li bendê mizgînîya sîwanek neteweyî ne. Ji bîr nekin neteweyeke ku bi hişê hevpar xwe bi rêxistin bike, bi hişmendiya têkoşîna kolektîf tevbigere û xwedî hêz be dikare qeder û dîroka xwe biguherîne.
Helbete ku her alîyeke ji me fikir û sîyasetên xwe yên cuda cuda hene. Ji xwe ji ber wê em wek partî û rêxistinên cuda xebatên xwe dimeşînin. Lê em baş dizanin ku gelek alîyên me yên hevbeş yên neteweyî, kurdistanî hene.
Îro heger pêwîstîyeke esasî û zarûrî, ava kirina tifaq, hevkarî, platform, temsîlkarîyeke neteweyî, kurdistanî be; wê gavê divê em jî li gori vê pêwîstîyê tiştên xwe yên hevbeş bidin pêş, em ruhîyet û hişmendîya hevpar xurt û geş bikin. Heger em vê yekê bicîh neynin, emê nikaribin ji bo ava kirina tifaqekê bawerî û hêvîyê bidin gelê xwe.Ev helwesta hevbeşîyê derxe pêş, helbete kul i himber xebatên teybet yên tu partî, grûp an kesayetîyan ne asteng e.
Belê, hemû alî û kesayetîyên neteweyî, kurdistanî, yên ku hebûna miletê û Kurdistanê qebûl dikin, mafê çarenûsîyê, mafê bi statuyeke sîyasî, coğrafik, milî xwe îdare kirina gelê Kurdistanê diparêzin, daxwazên acîl yên miletê kurd wek beşeke vê stratejîya neteweyî dibinin, werin em li ser van prensîb û nirxan hêza xwe bikin yek, em temsîlkarîyeke neteweyî, kurdistanî ava bikin, em gelê Kurdistanê bi vê hişmendîyê birêxistin bikin.
Em amade bin ku bi her alîyekî ku van prensîban diparêzin tifaqê bihûnin, em teng nefikirin, em kes xwe li ser yên din ferz nekin, em bi aqlê şirîkatîyê tevbigerin.
Werin em bi hevra rê nedin ku ev platformên hane bibe cihê temenî û daxwazan. Werin em bi hevra van xebatan, van hewldanan bikin bingeha sazîyek neteweyî û ji bo siberoja me bibe bingeha temsîlkarîya têkoşîna azadî û serxwebûnê. Werin em bi hevra rê li ber derewên demokratik û asîmlasyona xwebexş asê bikin.
Werîn em bi hevra biqîrin û bêjin: Êdî bese û vê carê em îspat bikin ku em dikarin hêza xwe bikin yek, em dikarin tifaqa xwe bihûnin, em dikarin yekitîya xwe ava bikin.
Ji bo sebir û gohdarkirina we spas dikim.
20.06.2026
Mehmet Can Azbay
Cîhgirê Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

