CeyÅŸul Xezebê ji bo ’tolhildana Xamineyî’ êrişî Herêma Kurdistanê kir

Koma çekdar a bi navê ‘CeyÅŸul Xezeb’ a ku xwe wekî beÅŸeke “Berxwedana ÃŽslamî ya ÃŽraqê” pênase dike, berpirsyariya êriÅŸeke bi dronan a li ser Herêma Kurdistanê xist stûyê xwe.

Ceyşul Xezebê îro di kanala xwe ya Telegramê de daxuyaniyek belav kir.

Wan ragihand ku wan bi dronan êrişî “berjewendiyên Amerîka û ÃŽsraîlê” yên li Herêma Kurdistanê kiriye.

Tolhildana ji bo Xamineyî û Nesrulah

Di daxuyaniya wê koma çekdar de hat gotin ku êriÅŸ wekî “tolhildanekê” ji bo xwîna Rêberê berê yê Komara ÃŽslamî ya ÃŽranê Elî Xamineyî, Sekreterê GiÅŸtî yê berê yê Hizbulaha Libnanê Hesen Nesrulah û çekdarên artêşa ÃŽraqê û HeÅŸdî Åžebiyê hatiye kirin.

Vê koma çekdar a ku ji Îran piştgiriyê didiyê, ji 24ê Sibatê ve (berî êrişa Amerîka û Îsraîlê ya li ser Îranê bi 4 rojan) bi rêya daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji bo Îranê ragihandibû.

Ew kom îdia dike ku wan ji 28ê Sibatê ve dest bi êrişên li ser “berjewendiyên Amerîka û ÃŽsraîlê” yên li herêmê kiriye.

11 caran êrişî Herêma Kurdistanê kirine

Li gorî îdiayên wê, komê bi dronan êrişî Kuweyt, Behreyn û Herêma Kurdistanê kiriye.

Koma çekdar her wiha ragihand ku wan heta niha 11 caran êrişî Herêma Kurdistanê kiriye.

Hinek komên çekdar ên wekî “Seraya Ewliya Dem, Eshabul Kehf, CeyÅŸul Xezeb û Ewliyaulah” ên ku ti pêgeh û navnîşana wan a fermî nîne, berpirsyariya piraniya wan êriÅŸan digirin ser xwe ku li ser Herêma Kurdistanê tên kirin.

Ev komên çekdar îdia dikin ku ji 28ê Sibatê ve (roja destpêkirina êrişa Amerîka û Îsraîlê ya li ser Îranê) heta niha 812 êriş birine ser hêzên Amerîkayê yên li herêmê.

Divê were gotin ku îro jî êrişî Herêma Kurdistanê hat kirin û li Hewlêrê 2 hevjîn şehîd ketin. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *