Çend resmên canbazîyê yên Mustafa Kemal!  

Siddik BOZARSLAN

Banka Kar a Tirk (Türkiye İş Bankası), di 1985an da Zeptên Runiştinê (Celse) yên Dizî yên TBMM, berhev kirîye û di çar cildan da kirîye kitêb û li Ankarayê daye çapkirin. Di cildê 3.yemîn da wesîqeyek heye ku bi îmza Reîsê TBMM Mustafa Kemal hatîye nivîsîn û ji Fermandarîya Enîya (Cepheya) Elcezîrê ra hatîye şandin. Ev Celse, wesîqeyên TBMM yên ewil in. Min, tirkîya wê wergerand kurmancî û li jêr pêşkêşî we hêjayan dikim. Tarîxa nivîsê, 22 temûz 1922 ye û wergêra wê weha ye:

“Talîmata Heyeta Gelwekîlên Meclisa Neteweyî ya Mezin jibo Fermandarîya Enîya (cepheya) Elcezîrê di derheqê Kurdistanê da ye.

1. Li her derê welêt û di çarçoveyeka fireh da avakirina îdareyên (kargêrîyên) herêmî jibo tebeqeyên xelkê, pêwistîya siyaseta me ya hundûrîn e. Hem di warê siyaseta me ya hundûrîn da û hem di warê siyaseta me ya derve da, pêdivî heye ku gaf bi gaf îdareyên herêmî werin avakirin ku Kurd lê dijîn.

2. Mafê xweîdarekirina qedera xwe (pêşeroja xwe) bi destê xwe ya neteweyan, wek prensibek e ku li hemî dinyayê hatîye qebûlkirin. Me jî vê prensibê qebûl kirîye. Wek ku tê texmînkirin, kurdên ku jibo xweserîya herêmî teşkîlatên xwe çêkirine û reîs û pêşevayên xwe (nûnerên xwe) nîşan dane û  jibo vê amancê ji alîyê me ve hatine qebûlkirin û dema ew wan nûnerên xwe eşkera bikin, ji xwe qedera xwe bi xwe wê tayîn bikin û bidin îlankirin ku ew di bin îdareya TBMM da wê bijîn. Fermandarîya Enîya Elcezîre, dê desthilatdar û berpirsîyar be jibo hemî xebatên li Kurdistanê jibo karanîna vê amancê.

3. Li Kurdistanê, dijminatîya kurdan û fransizan û bi taybetî jî di sinorê Îraqê da li hemberî Îngilîzan ku hatîye merhaleya şerê çekdarîyê ku dê encam neyê guhartin û asteng were çêkirin da ku bîyanî (yanê ingilîz û fransiz) û kurd nebin yek, semedên pêkanîna îdareyên herêmî wê gaf bi gaf were eşkerakirin ku kurd ji dilê xwe bi me ve werin girêdan. Her weha reîsên kurdan, bi rîya meqamên mulkî û eskerîyê ve werin wezîfedarkirin ku bi me ve werin girêdan ku ev xetên gistî ji alîyê me ve hatine qebûlkirin.

4. Siyaseta hundûrî ya Kurdistanê, wê bi Fermandarîya Enîya Elcezîrê ve were girêdan û îdarekirin. Dê Fermandarîya Enîyê, di vî derbarî da di nav têkilîyan da be jibo Serokatîya TBMM. Jibo xeta hewildanên bajaran û girêdanên wan ên memûrên mulkî yên van babetan, Fermandarîya Enîyê desthilatdar e.

5. Fermandarîya Enîya Elcezîre, dema pêwistîya guhartinên îdarî û edlî ango malî bibîne, jibo pêkanîna wê, dê ji hukumetê ra pêşnîyar bike. Jibo Fermandarê Enîya Elcezîre Hazret Tuğgeneral Nihad Paşa.

Xisûsî jibo şexsî ye.

Ji alîyê Heyeta Gelwekîlên Meclisa Neteweyî yê Mezin ve bi taybetî jibo zatê we yê dewletê, talîmata duzennama di derbarê Kurdistanê da wek li jor hatîye ragihandin e.

Reîsê Meclisa Neteweyî yê Mezin                                                                                              Mustafa Kemal“                                                                                                                                                     (Kovara 2000e Doğru, 20-26 Eylül 1987)

Wek di maddeyên 2, 4 û 5an da hatîye dîyarkirin; li herêmên Kurdistanê kargêrîya rêvebirîyê di esasê xwe da di destê Fermandarîya Enîya Elcezîrê Tuğgeneral Nihad Paşa da ye. Xwedêgiravî Nûnerên Kurd ku rêvebirîya herêmê bigrin ser xwe; divê girêdayê Fermandarîya Ankarayê bin û wekîlê Ankarayê jî generalek bi navê Nihad Paşa ye. Tiştên dî êdî hûrgilî (teferûat) ne. Wek di maddeya 3yan da bi zelalî hatîye destnîşankirin; hedefa sereke ya Ankarayê, bi rîya dûrxistin jibo têkilîyên kurd û fransizan û kurd û ingilizan e ku bi taybetî li başurê welatê me ji wê demê ve wê politikayê xistine heyatê û nîşaneya wê jî şerê Britanyayê û Şêx Mehmûd Berzencî ye. Wek encam li ortê ye, di bin rêvebirîya Şêx Mahmûd da Kurdên Başurî têk diçin û bi vî awayî têkilî û dostanîya ku di navbera kurd û ingilizan da hebûn, bi dawî bûn.

Nameya M. Kemal ku ji Şêx Mahmud Berzencî ra rêkirîye, tarîxa 13.8.1919an nîşan dide û rêza serê nameyê ”Ji Hezretî Şêx Mahmud Efendî ra” despêdike û weha dibêje:

”Tu mirovekî musluman nikare tasavur bike û qebûl bike ku neteweyê me bibe êsîrê (dîl) ermenan û di bin pîyên wan da bipelçiqe û Hukumranîya Xelîfetîyê hilweşe,… Ji bil nişandana qewet û qudreta neteweyî wek vucudek jibo cîhanê, tu rîyeka dî ya çareserîyê nemaye. Çavên we maçî dikim ez benî!”

Di heman tarîxê da M. Kemal bi xîtabê ”Ji Hezreti Şêx Ziyaeddin Efendi ra” ji Şêxê Norşînê ra jî nameyek şandîye û weha gotîye:

”… Îro, ji alîyê we ve jî tê zanîn ku bi îsrar Wîlayetên me yên Şerqê (Kurdistanê) ji ermenan ra tê hedîyekirin, meqamê xelîfetîyê, Hukumranîya Osmanîyan û muqedesata welatê me ji alîyê dijminan ve tê biçûkxistin… Em dê mezinayîya Xwedê û şefeeta Pêxember û yekparetîya hemî neteweyê xwe ji cîhanê ra bidin nîşandan…  Ez silavan ji hemî hevwelatîyên we ra rêdikim.”

Piştî rêkirina van nameyan, ez dixwazim bala xwendoxên hêja bikişînim ser axiftina M. Kemal ku di gulana 1920an da li TBMM kirîye, neqil bikim. Beşeka wê axiftinê weha ye:

”Ev zewata (civata) ku vê meclisa we teşkîl dike (pêk tîne), tenê ne tirk e, tenê ne kurd e, tenê ne laz e, tenê ne çerkez e; hemî ji anasirê (pêkhatîyê) Îslamîyê murekkep (pêk tên) in. Ev mecmuayeke (resmeke) samîmî (ji dil) ye. Her weha ev neteweyê ku ne ji unsûrek pêk hatîye, em ewleyî û parastina wê dikin. Her unsûreke îslamî ku ji vê mecmuayê ye, ew birayên me ne û hevwelatîyên me ne ku menfeetên wan muşterek in.” (Nutuk, belge 52)

Min li jor cî dabû nameyeka M. Kemal ku ew wek Serokê TBMM hatîye îmzakirin û ji Fermandarê Enîya Elcezîrê Tuğgeneral Nihad Paşa ra hatîye rêkirin û ev name rastê tarîxa 22yê temuza 1922 tê ku ew di celseya meclisê da qeyîdkirî ye. Wek ku di wê nameyê da hatîye nivîsîn, jibo Kurdistanê xweserîya rêvebirîyê (otonomi) hatîye naskirin ku ew jî divê di bin fermandarîya Nihad Paşa da were bicîkirin. Balkêş e ku di Protokola Amasyayê da jî otonomi jibo Kurdistanê hatîye nîşankirin ku di despêka “Şerê Rizgarîya Tirk(!)” da ev protokol di navbera nûnerên Hukumeta Stanbolê û M. Kemal û hevalên wî da hatîye îmzakirin.

Divê ez bidim xuyakirin ku M. Kemal, jibo herêma Xerzan-Sasunê jî nameyek ji Pişarê Çeto ra rêkirîye û tê da daye xuyakirin ku di kongreya Erzurumê da yekîtîya xelkê Şerqê yê Anadolê pêk hatîye, tespîtên siyaseta hundûrî û derve hatîye çêkirin û nîzamnameyek hatîye îmzakirin.

Eger mirov bala xwe bide van hewildanên M. Kemal; mirov vekirî dibîne ku M. Kemal û hevalên xwe di her hewildanên xwe da dualî tevgerîyane û jibo piştgirîya kurdan werbigrin, timî qertên parastina hukumranîya xelîfetîyê û yekîtîya musulmantîyê dane pêşîya xwe û bi qerta ermenan jî kurdan birine nav sefên xwe. Di alîyê dî da jî hem behsa otonomiya Kurdistanê kirine; lê di heman wextê da wek li Koçgirîyê (Sêwas) hatîye dîtin; berê orduya xwe dane wê derê û li herêmê teda û zulm û qetlîam çêkirine. Dîsa di alîyek da nameyan ji serokên kurdan ra şandine û piştgirîya wan sitandine;  lê di alîyê dî da ketine nav hewildanan ku rêxistinên kurdan ji navê bibin.

Wek mîsal; wekîlê walîyê Dîyarbekrê Mistefa, di 8.6.1919an da ji Mufettişê Ordîya 3. yemîn ra nivîseka bi şifre şandîye. Li wir hatîye nivîsîn ku di derbarê Kurdistanê da ji beledîya Dîyarbekrê bo Erzurum û Trabzonê telgrafên heyecanê şandine, ”Kluba Kurdî” girtine û di heqê endamên wê da lêkolîn despêkirîye. M. Kemal jî bersivek şandîye jibo wê nivîsa şifreyî. Wî di bersiva xwe da nivîsîye ku hewildana derheqê Kluba Kurdî, hewildaneke mequl e û di cîyê xwe da ye, hatîye xwestin ku li Dîyarbekrê damezrandina ”Cemîyeta Mudafa-i Hukukê û Redkirina Îlhaqê”  were pêkanîn û xebat were kirin ku endamên ”Kluba Kurdî” têkevin nav wê cemîyetê.

Dîsa M. Kemal di 18.6.1919an da telgrafek ji Fermandarîya Kolordiya I. ya Edirneyê ra şandîye û ”Propaganda Îngilîzan ya ku di hîmayeya Îngilîzan da avakirina Kurdistanê, hatîye betalkirin; kurd jî bi tirkan ra bûne yek,..” nivîsîye.

Dîsa balkêş e ku M. Kemal di 7.9.1919an da û piştî wê tarîxê ji wîlayetan ra û ji fermandarên kolorduyan ra telgrafên cuda cuda rêkirîye û xwestîye ku zana û siyasetmedarên kurd wek Celadet Bedir-Xan, Kamiran Bedir-Xan, Cemilpaşazade Ekrem û wd. werin girtin û têkevin zindanan. Di vî derbarî da M. Kemal ji Sağırzade Halet Efendi yê Kemahî ra jî telgrafek şandîye û jê xwestîye ku divê ew siyasetvanên kurd werin girtin û gotîye ku van kesayetên kurd ”dîn û miletên xwe firotine” û jibo îspatkirina bawerîyê, divê ew ”Digel hêzên kurdî” ber bi Malatyayê ve birêkeve.

Raporek jî wekîlê Fermandarê Kolorduya 13. emîn Ahmet Cevdet ji Dîyarbekrê jibo Fermandarîya Kolorduya 3.yemîn ya Sêwasê ra weha hatîye nivîsîn:

”Wek li herêmên dî yên Wîlayet-î Şerqîyeyê di herêma min da jî bi awayeke kitlewî li dijî helwesta me ya neteweyî hewildanek tune ye. Hewildana ku ji vir du meh berê li Dîyarbekrê û bûyera dawîyê ya li Malatyayê, ji van dîtinên min ra delîl in. Tesîra hin xortên kurdan di wê da pir e. Her çiqas digel teşwîkkirinê ji bajarên Dîyarbekrê û Elazîzê, jibo kongreya Erzurumê kes beşdarî nekir.. Di  vî derbarî da li mintîqa min gelek kurd û ereb hene ku divê em wan jibo siyaseta xîlafetê bi kar bînin. Esas, tu kesek çêkirina Ermenistanê naxwaze…” (Nutuk, vesika 88)

Dîsa nivîsa Ahmet Cevdet ku di 17.10.1919an da li Amasyayê jibo ”Heyeta Temsîlkirinê” rêkirîye weha ye:

”Di nav welat da û bi taybetî li Stanbolê yên dixwazin ”Camîaya Osmanî”yê parçe bikin wek Cemîyeta Tealî ya Kurdî” xizmetê ji parçekirinê ra dikin… Mutassarifê Malatyayê Halil Rami Beg, bi awayê vekirî gotîye ku ew bi saya Cemîyeta Kurdî û Patrikxaneya Ermenî hatîye taînkirin bo Malatyayê û ew ketîye nav xebatê jibo avakirina Kurdistanê. Ji vê numûneyê divê dersa îbretê were girtin… Heta ku sulhek were çêkirin, di asta bilind da divê memûrên mezin ên herêmî neyên şandin…”      (Nutuk, vesika 156)

Hemî van mîsalên jorîn, durûtîya politika Kemalistan nîşan didin. Heta ku lazimîya wan bi kurdan û gelên dî hebûye; wan behsa otonomîya Kurdistanê û yekîtî û hevkarîya gelên tirk û kurd û yên dî kirine. Lê van hewildanan dema hatîye qonaxa ku êdî lazimîya wan bi piştgirîya kurdan û gelên dî nemaye; wê çaxê cewherê politika wan bi awayeke zelal xwe nîşan daye û ev, politika canbazî û xapandinê bûye. Di vî derbarî da nutka Atatirk ku di 1.11.1922an da li TBMM gotîye gelek vekirî û girîng e. Di vê nutkê da M. Kemal Atatirk, behsa hebûna 100 milyon tirk dike ku li cîhanê hene û wan li Asyanavîn gelek dewletan damezrandine. Ew behsa qehremanî û mêrxasîya Cengizxan û Hulagû dike ku di tarîxê da bi xwînxwarîyên xwe meşhûr û navdar in. Ew pesnê Hulagû dide ku dema wî Baxdayê fetih kirîye, 800 hezar kes kuştîye. Ew di nutkê da îlan dike ku dewleta hatîye çêkirin, dewleteka tirkî ye. Ji ber ku pêdivîya wan êdî bi kurdan û gelên dî nemaye.

Bi van kirin û hewildanên xwe M. Kemal, kesekî  pir zîrek û 24 eyar nejadperest-faşist û canbazek bûye û loma di wê canbazîya xwe da kurdan xapandîye û bi serketîye. Divê em bi awayeke vekirî bidin xuyakirin ku li hemberî wê cambazîyê siyasetvanên kurd bi şiarên osmanitîyê û musulmantîyê hatine xapandin û bûne qurban û koleyên Sistema Ankarayê ya Nû.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir