31ê Tîrmehê Ofîsa Şanaz Îbrahîm Ehmed a Xanima Yekem a Iraqê ku hevjîna Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd e ragihandibû ku tawanbarekî komkujiyên Enfalê yê bi navê Hecac Ehmed Herdan hatiye girtin û ji girtî, malbatên girtiyan û kesên bêserûşûn daxwaz kir, ji bo tomarkirina giliyên li dijî wî tawanbarî pêwendiyê bi wan re deynin.
Ecac ji rojnameya Seba ya ku rojnameya fermî ya Hikûmeta Iraqê ye re axivîye û berpirsyariya tohmetên ku li wî hatine barkirin red nekiriye û li xwe mikur hat ku “wan rojane bi awayekî sîstematîk girtî birçî hiştine û destdirêjî li wan kirine.”
Ecac gotiye, dema wî îdareya Zindana Nugre Selmanê wergirtiye, 400 girtiyên Ereb tê de bûne; wan ew veguhastine û li şûna wan 3 hezar girtiyên Kurd ên xelkê parêzgehên Silêmanî û Hewlêrê anîne zindanê.
Ecac li xwe mukir hat ku “wan birçîkirin wekî çekeke cengê ya wêranker bi kar aniye ku ji bombebarana leşkerî kêmtir nebûye û tenê di nava 10 mehan de sêyeka girtiyan can dane.” (PK)


