Çalakvana Durizî: Em hikûmeta Ehmed Şera red dikin û daxwaza serxwebûnê dikin

Çalakvana siyasî ya Durizî Suheyla Qintar ragihand, ew bi ti awayî hikûmeta nû ya Sûriyeyê bi serokatiya Ehmed Åžera qebûl nakin. Qintar hikûmeta Åžera bi pêkanîna “komkujiyê” li dijî Duriziyan tawanbar kir û got, “Em ê ji bo bidestxistina mafê serxwebûnê berê xwe bidin Amerîka û ÃŽsraîlê.”

Çalakvana siyasî Suheyla Qintar ji K24ê re helwesta civaka Durizî ya li hemberî hikûmeta nû ya Sûriyeyê bi tundî anî ziman û daxwazên xwe yên ji bo pêşerojê eşkere kirin.

Qintar got, di navbera 13 û 20ê Tîrmehê de, hêzên girêdayî Ehmed Åžera li parêzgeha Siweydayê “komkujî û jenosîd” li dijî gelê wê pêk anîne û got: “Ew hikûmeteke terorîst e ku parêzgeha min dagir kiriye û komkujî li dijî gelê min encam daye. Wan kurên ap û xalên min kuÅŸtin, destdirêjî li jinên me kirin, em çawa dikarin bi wan re li hev bikin? Em bi ti awayî bi wan re lihevhatinê qebûl nakin.”

Qintar amaje bi helwesta dîrokî ya Duriziyan kir û got: “Di sala 1929an de, dema Fransayê dewletek serbixwe pêşkêşî Sultan PaÅŸa El-EtraÅŸ kir, wî ev yek red kir û Sûriyeyeke yekgirtî xwest. Lê Ehmed Åžera ne wek berê ye. Stratejiya wî ew e ku Sûriyeyê dabeÅŸ bike û hikûmeteke stemkar a Sunî ava bike. Lewma em jî serxwebûna xwe dixwazin.”

“Dema Komkujî Pêk Hat, Tenê ÃŽsraîlê Em Parastin”

Di beÅŸeke din a axaftina xwe de, Qintar amaje bi rola ÃŽsraîlê kir û got: “Dema komkujî li ser me pêk hat, tenê ÃŽsraîlê em parastin. Heger destêwerdana ÃŽsraîlê nebûya, dê komkujiyeke mezintir bi serê me bihata. Ji ber vê yekê, em ê berê xwe bidin Amerîka û ÃŽsraîlê da ku serxwebûna xwe bidest bixin.”

Wê çalakvana Durizî diyar kir jî, ew ne li dijî yekparçebûna Sûriyeyê ne, lê ew hikûmeteke demokratîk dixwazin ku mafê hemû pêkhateyên biparêze. Lê heger hikûmet di destê Ehmed Şera û komên wî de bimîne, ew ê bi ti awayî vê yekê qebûl nekin û dê ji bo serxwebûnê têbikoşin. (K24)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *