Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê Îbrahîm Biro, rexne li siyaseta heyî ya Kurdî li Sûriyeyê girt û ragihand, girêdana doza neteweyî ya Kurd bi projeyên din ên weke Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve, ziyanê digihîne armancên sereke yên Kurdan.
Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Encûmena NiÅŸtimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) ÃŽbrahîm Bîro di beÅŸdariya bulteya nûçeyan a K24ê de got: “Pirsa Kurdan tevlî gelek tiÅŸtan tê kirin. Girêdana mafê Kurdan bi projeya Rêveberiya Xweser û HSDê ve, barê me giran dike.”
Li gorî Biro, divê doza Kurd li Sûriyeyê weke pirseke neteweyî ya cuda bê pêşkêşkirin û got: “Diviyabû me weke neteweyekê ku sed sal in rastî zilmê hatiye, bala cîhanê bikÅŸanda ser doza xwe.” Bi vê yekê, wî amaje kir ku divê mafên neteweyî yên Kurdan ji projeyên îdarî û leÅŸkerî yên demkî bên veqetandin, da ku cewhera pirsgirêkê zelal bibe.
Biro tekezî li ser yekrêziya Kurdan kir û got ku “her rojekê ku Kurd bi giraniya xwe naçin Åžamê, ziyan li wan dibe”. Herwiha da zanîn, riya tekane ya bidestxistina mafan ew e ku Kurd bibin ÅŸirîkên rasteqîn di Sûriyeyeke nû de.
Biro diyar kir, du “bazarên” siyasî yên cuda li Sûriyeyê hene: “Li başûrê Sûriyeyê bazar heye ku welatên Ereb û ÃŽsraîl tê de ne. Li bakurê Sûriyeyê jî Amerîka, Fransa û Tirkiye hene. Ez bawer im di bazarên ku bên de, Tirkiye ji derve namîne, bi taybetî bazarên ku bi HSDê re bên kirin.”
Herwiha Biro got ku ji bo çareseriyê, “Divê Kurd li Åžamê bibin hevpar, ji ber ku ti kes ji derve mafên me nade me.” Herwiha got: “Em wek ENKSê, em heta niha daxwaza federalîzmê dikin, ku baÅŸtirîn bijarde ye ji bo hemû Sûriyeyê. ”
Axaftina Biro di demekê de tê, hewlên dîplomatîk ên derbarê Sûriyeyê dezêde bûne, weke civîna sêalî ya li Urdinê. Biro ev qonax weke “derfeteke zêrîn” ji bo hikûmeta Åžamê binav kir, da ku li xwe vegere û mafê hemû pêkhateyan, di nav de Kurdan, misoger bike û wiha axivî: “Divê hikûmeta Åžamê bizane ku Sûriye dewleteke pir-reng, pir-netewe û pir-mezheb e û bi yek rengî nayê birêvebirin.”


