BÎRANÎNA DR. ABDUL-RAHMAN GHASSEMLOU DI SALVEGERA WÎ YA 37’AN DE

Roja yekşemê 12.07.2026 saet 10:00 seremonîya bîranîna Dr. Abdul-Rahman Ghassemlou, li goristana Père Lachaise-Parîs pêk hat. Nûnertîya PWK Fransa û endamên PWK yê jî, beşdarî vê seremonîyê bûn.

Di vê seremonîyêde endamê PDK-Î birêz Hassan ŞERÎFÎ ser navê PDK-Î axaftinek kir

37 sal berê, gelê Kurd rêberekî girîng û hêvîdar winda kir. Dr. Abdul-Rahman Ghassemlou, ku sembola aştiyê, azadî û berxwedanê bû, di 13ê Tîrmeha 1989’an de li Viyena hat kuştin dema ku li ser gotûbêjên aştiyê dixebitî.

Piştî sê salan, rêberek din ku şûna Ghassemlou girt, Sadegh Sharafkandi, jî di 17ê Îlona 1992’an de li Berlîn, Almanya, di restorana Yewnanî ya Mykonos de, bi du endamên Komîteya Navendî ya KDPI, Fattah Abdoli û Homayoun Ardalan re, bi destê çekdaran ên maskekirî hat kuştin.

Bîra wî hîn jî di dil û hişê Kurdan de dijî û têkoşîna wî ji bo maf û azadiyê berdewam e. Kuştina wî şokek mezin bû, lê rê û fikirên wî hîn jî jiyanê didin gelê Kurd.

Em bi rêz û hurmet hemû şehîdên ku ji bo Kurdistanê xwe qurban kirin têne bîranîn.

PWK Fransa

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *