Bila destpêka nûjen kirina Ziyareta Şêx Hevind ser xêrê be!

Sir û keremtên Şêx Hevind, ku di nav ilm û qewlê Êzdiyan de hatine parastin
Ez bixwe ne ilimdar û oldarekî Êzdîtiyê me. Lewma min ji rêzdar Pir Xelat Elias, yê ku li Lalişa Nûranî micêwrê zîyareta Memê Şivan, mamoste, rewşenbîr û ilimdarê Êzdîtîyê pirskir û ji xwast ku, ew ji me ra bibêje, ka Xwedê jê razîyê Şêx Hevind navê kîjan babçakê Êzdîtiyê ye, sir. keremet û nîşanên wî çine ?*3
– Bersiva ku rêzdar Pir Xelat Elias, yê ku li Lalişa Nûranî micêwrê zîyareta Memê Şivan, mamoste, rewşenbîr û ilimdarê Êzdîtîyê dibêje weha ye :
„Şêx Hevind , Şêx Hevind ê Şemsa ye. Pisê Şêşim se di karê xêrê, Şêşims pisê Êzdîn Emîre , ji mala Şemsaniyê ne. Bo me hatiye diyarkirin, ji edebên dînê Êzdiyatiyê , ji beyta sibê , beyta Şêşims keremdike û dibêje:
Ew babê Şêx Hevndî
wê li dereca bilindî
Şîxadî tû yê xwendî
Sêx Hevind î li ba Xwedê bixatir bû. Sir û kerameta wî ya baş hebû.
Lewma ji Lalişê çûye Xaltanî yê û nîşana wî wa li wêderê heye. Nîşana wî li lalişa Nûranî jî di avaya Şêşims deye. Çinkû ji mala Şêşims e, pisê Şêşims e.
Dîsa ji bo me hatiye, di qewlê Mûsa de sebeqeyek keremdike û dibêje:
Derê tirbê yî hind e
ji qewlê Şêx Hevnd e
Mûsa raza bû di bind e
Li gor vê sebeqê, wextê ser demê Mûsa ku hatine, wî dê sed û hed bikin, ew sir ye mewcûdbûye li gel wan. Di virê de diyar dibe ku, ew sir sireke Pîranî yê ye kevnar e.
Belê ser demê wextê Şîxadî hatiye Lalişê , ew sir wa xwandî, dîsa wê hatî, wê dahir bûyî ku, pisê Şêşims her ew sira bûye. Lewma ew sire li nik Xwedê bixatire, bilinde û Şîxadî wê xwandî.
Hekê bê em berê xwe bidinê, di Dirûza Xasan de jî bo me hatiye diyarkirin û sebeqeyek dibêje:
bi qedrê Şêxalê Şemsa û Şêx Hevndê Şemsa
Şêx Hesinê Şemsa, Şêx Evdalê Şemsa û Şêx Babkê Şemsa
Li virê jî diyardike ku, di Dirûza Xasan de wê hatî , ku ew jî xwidan sir û kerem bûye û li nik Xwedê bixatir e.
Her dîsa bo me di diha Sebrê de hatiye diarkirine û dibêje:
Ji qewlê Şêx Hevndî Babzere
xeberek wa hatî , ji ezmanê sere
got: sebir bo mêra xêre û nedere
Ilmê Xwedê gelekî bahskiriye û di ser diaxive. Di sebeqeyekê qewlê Kofya de jî dibêje:
Kofya te ye mezin e
Baziyek li ser dixund e
Pîrê Libnano giyano
Zeyne sura Şêxe Hevnd e
Dîsa di qewlê Baza de keremdike û dibêje:
çî bazekî bilnd e
û bazek di ser dixund e
min ne zanî , ew bû sura Şêx Hevind e
Şêx Hevind Şemsaniye û her wekî min berî niha jî gotî, nîşana wî wa li Lalişa Nûrî nav avaya Şêşims de ye. Belkî tiştê ku bo me tête gotin, nîşana wî wa li Xaltaniyê herêma Bişêrî û Batmanê jî heye. Eva ciyê wî ne .
*4-Her wesa bo bitir zanîna li ser Şêx Hevindê Şemsa , vegerêne pertûka (sirûstan) ya nivîser Kovan Xankî.
Xwedê, sira Şêxalê Şemsa û Şêxe Hevindê Şemsa di hawara Êzdiyên Xaltaniyê, Mergehê û dinyayê hemûyê bên.“*3
Rêzdar Feqîr Şerîf Heso*5, bi kurtasî weha dibêje:
„Di sebeqeyeke ilmê Pîr Şerefî mêra de kerem dike û dibêje:
çî baziyekî bilnd e
min tahba xwe de dîb e
Ew e sira Şêx Hevind e“*5
Kemal Tolan, nivîskar û lêkolînerê Êzdîtiyê

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *