Bi sedema Ba û bahozê, toza xwê ji şûna gola Urmiyê li herêmê belav dibe

Pêka dawî raporên belavbûyî bi taybet rapora “Encumena Keska Çiya ya Merîwanê”, belavbûna toza xwê li erdê vê golê, bi sedema rabûna ba û bahozê, dest pê kiriiye û li ser can û tendirûstiya milyonan mirov û xwezaya kuvî ya deverê bûye gef.

Pêka vê raporê, ji niha ve bi rabûna bayên bihêz li demsala Payîzê, toza xwê û bakteriyên metirsîdar bi rêya ba li deverên derdora bajarê Urmiyê belav dibin.

Pêka raporeke keşûhewa ya roja Pêncşemî 28ê Xermananê, rewşa hewayê bajarê Tewrêzê bi qasekî xirab û netendirûst bûye ku hatiye ragihandin kesên tendirûst jî hewcehî bi maskên fîlterdar hene.

Karesta hişkbûna gola Urmiyê, dê jiyana zêdetir ji 15 milyon mirov û jiyana sirûştî û kuvî ya deverê bêxe metirsiyê ku li demek nêzîk de dê dijwartir û metirsîdartir bin. (KM)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *