Bi dîtina min, Projeya Şêx Hevinda 2026 û Daxwaznameya 1872an: Heman Mejî, Heman Rîsk e

Wekî nivîskar û lêkolînerekî Êzdiyatiyê, ez nêzîkî salekê ye çalakiyên hinek Êzdiyan yên ku bêyî piraniya ray , pesandina civakê û agahdariya piraniya rêvebirên saziyên Êzdiyan li ser navê Êzdiyan bi rayedarên Dewleta Tirkiyeyê re di peywendiyê de ne,ji nêz ve dişopînim. Mixabin, ezmûna dehsalan û sedsalan nîşan daye ku tenê pêşkêşkirina fikaran ji bo guhertineke rastîn têrê nake; gotûbêj qet nayê wateya lihevkirinê.

Dema ku em li vê pêvajoyê û taybetî li hevdîtinên li ser navenda Zîyaretgeha Şêx Hevinda dinêrin, em dibînin ku mijar ne tenê projeyeke çandî ye; rîskeke mezin a manîpûlasyona siyasî û bêbandorkirina doza Êzdiyan di nav de heye. Li gorî zanîna min, mejî û cewherê siyaseta dewletê di navbera îro û boriyê de neguheriye: Dewlet tenê gava ku di aliyê siyasî an navneteweyî de zorê dibîne nêzîkî daxwazan dibe.

  1. Parastina Berjewendiya Stratejîk a Dewletê

 

  • Di Sala 1872an de: Dewleta Osmanî di bin zexta xirabbûna aborî, hewcedariya leşkeran û fişara dewletên Ewropayî de bû. Ji bo ku aloziyeke nû di nav wê û Êzdiyan de dernekeve û pereyê baca leşkerî (Bedel-i ‘Askerî) bîne serê xwe, daxwazname ye ku ji aliyê Mîr Husên Beg, Şêx Nasir û Muxtarên resen ên Êzdiyan ve û bi 14 xalan ve hatibû amadekirin ji bo demekê pejirand.
  • Îro (2026): Dewleta Tirkiyeyê ji ber krîtîkên navneteweyî yên li ser mafên mirovan û siyasetên xwe yên li hember kêmneteweyan, hewl dide wêneyekî “Lîberal” an jî “Aştîxwaz” nîşan bide. Ji ber vê yekê ev diyalog û proje wekî amûreke propagandaya siyasî têne bikaranîn.
  1. Pêvajoya Hiqûqî û Xefika mezin a li Zîyareta Şêx Hevinda (Bişêrî / Êlih)

Di lêkolînên min de qonaxên hiqûqî yên vê xebatê wiha ne:

  1. Pirsgirêka Milkîyetê ya Berê: Erda Zîyareta Şêx Hevinda berê ne di asta “cihê îbadetê” de bû; an li ser navê şexsan tapokirî bû an jî di erdên dewletê de bêstatû dima, ku ev rîska parçekirin an firotinê bi xwe re dianî.
  2. Qonaxa Kamulaştî (bû milkê dewletê): Saziyên dewletê ev erd ji destê şexsan derxistin û kirin “Milkê Giştî yê Kamuyê”.
  3. Radestkirina Mafê Bikaranînê: Mafê bikaranîn û parastina çandî ji bo civakê hate veqetandin.
  4. Sipartina Mafê Xizmetê ji Micewran re: Mafê meşandina rîtuelan û xizmetkirina zîyaretgeran hate spartin destê micewr û xizmetkarên resen ên zîyaretê.

Lê belê, ya ku dilê Êzdiyên weke min diêşîne ev e ku, di vê merasîma nûjenkirin û avakirina Zîyareta Şêx Hevinda de, Heyeta Mîr Hazim Tehsîn Beg (ku neviçirkê Mîr Husên Beg e), tevî Heyeta Rûhanî, Heyeta Micêwrên Şêx Hevinda, Heyeta Navenda Çand û Mafên Êzdiyan û Êzdiyên Herêma Xalta amade bûne û bi dîtina min bi vî rengî ketine xefika siyasî ya Dewleta Tirkiyeyê. Dema ku nûnerên herî bilind ên civakê bêyî garantiya destûrî û fermî dibin amûrê merasîmên dewletê, ew bêyî ku ferq bikin di xizmeta nermkirina siyaseta zordar a dewletê de cih digirin.

  1. Cudahiya Amûran: Ji Mûxetebata Fermî ber bi “Soft Power”ê
  • Di 1872an de (Pêvajoya Xwerû): Daxwazname ji aliyê Mîr Husên Beg, Şêx Nasir û Muxtarên resen ên Êzdiyan ve hatibû amadekirin û rasterast daxwazên olî yên neguhêrbar dihewandin. Osmaniyan ew wekî “Peymaneke Qanûnî” ferq kirin û dema desthilatdariya wan bi hêz bû di sala 1892an de ew perçiqandin.
  • Îro (Siyaseta Nerm – Soft Power): Dewlet li şûna naskirina destûrî û fermî, giraniyê dide projeyên fizîkî û çandî. Meqsed ev e ku doza siyasî, qanûnî û nasnameyî ya Êzdiyan daxînin ser asteke sade ya “alîkariya çandî” û saziyên resen bêbandor bikin.
  1. Rîska Herî Mezin: Şêwazê Afirandina “Nûnerên Destçêkirî”

Cudahiya herî xeternak di vê xalê de vedixwîne balê:

  • Di 1872an de: Osmaniyan mecbûr bûn rasterast bi Mîr Husên Beg, Şêx Nasir û mezinên civakê re—yên ku piştgiriya hemû Êzdiyan li pişt wan bû—rûnên.
  • Îro: Li Almanyayê tenê nêzî 250 hezar heta 300 hezar Êzdî hene, lê ev kesên ku bi rayedarên dewletê re rûniştine, ne ji aliyê piraniya 115 mal, komel û saziyên Êzdiyan ve hatine hilbijartin. Dewlet bi rêya anîna heyetan dixwaze îradeya gel bixapîne û valahiya nûnertiyê ji bo manîpûlasyonê veke da ku daxwazên resen ên doza me bêbandor bibin.

Rêya Rizgariyê: Yekîtî û Demokratîzekirin

Wekî ku min da xwanê, dîrok şahid e ku her gavên ku ji îradeya gel dûr hatine avêtin û bi rêya destên derve hatine tayînkirin, zû an dereng bi şikestinê bi dawî bûne. Heta yekbûna piraniya sazî û malên Êzdiyan pêk neyê, ti gurub an heyet nikare bi çalakiyên xwe yên takekesî mafên me yên olî û yasayî biparêze.

Ji bo astengkirina vê xetereyê, divê birêvebirên rêxistin, sazî û malên me Êzdiyan van gavên alternatîf ên demokratîk bixebitînin:

  1. Yekîtî: Li şûna nêzîkatiyên parçeker, divê hemû sazî û komelên Êzdiyan li ser bingeha mafên mirovî û yasayî werin cem hev.
  2. Hilbijartinên Şefaf: Divê saziyên Êzdiyan di kongreyên giştî de nûnerên xwe bi piraniya dengên rêvebiran û bi awayekî şefaf diyar bikin.
  3. Helwesta Serbixwe: Tenê nûnerên ku bi piştgiriya gel û saziyan hatine hilbijartin, dikarin li hemberî rayedarên dewletan xwedî helwesteke serbixwe û dînamîk bin.

Encam

Ez baş bawerim, ev her du pêvajo di encamê de digihêjin heman metarsiyê: Heta ku mafên Êzdiyan nebin xwedî garantiyeke destûrî, fermî û navneteweyî, hemû soz û diyalogên dewletê tenê ji bo çareserkirina krîzên wan ên demkî ne.

Dema ku ew krîz bi dawî bibe an jî berjewendiya siyasî biguherî, dê mîna piştî peymana 1872an ew soz ji bîr bibin û ev nûnerên tayînkirî jî dê bên paşguhkirin. Em ne tenê çavnêrên dîrokê ne; em divê mîmarên paşeroja xwe ya demokratîk bin. Divê em rêya xwe li ber destê kesên ku tenê bi hinek projeyên biçûk civakê bi rê ve dibin bigirin, û îradeya xwe ya azad li ser bingeha yekîtiyê ava bikin.

Kemal Tolan, Nivîskar û Lêkolînerê Êzdiyatiyê

 

Çavkanî / Referans

  1. Joseph, Isya (1909). “Yezidi Texts”, The American Journal of Semitic Languages and Literatures, Vol. 25, No. 2, pp. 111–156 (Beşa Daxwaznameya 1872an a Êzdiyan ji bo Dewleta Osmanî, rûpelên 151–156).
  2. Ragihandina Fermî ya Beşdarbûna Heyeta Mîr Hazim Tehsîn Beg: “Heyeta Mîr Hazim Tahsîn Beg tevî Heyeta Rûhanî û Heyetên Êzdiyan di Avakirina Ziyareta ŞÊXVÎNDA de”, Facebook Post / Beşdarbûna Heyetan.
  3. Tolan, Kemal (2026). “Pêvajoya Hiqûqî û Rêveberiya Zîyareta Şêx Hevinda (Bişêrî / Batman)”, Portal Netewe.
  4. Tolan, Kemal (2006). Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê, Weşanên Pêrî, Îstanbûl.
  5. Lidzbarski, Mark (1897). “Ein exposes der Jesiden”, Zeitschrift der Deutschen Morgenländischen Gesellschaft (ZDMG), Vol. 51, pp. 592 ff. (Metna resen a Daxwaznameya 1872an).
  6. Guest, John S. (1993). Survival Among the Kurds: A History of the Yezidis, Kegan Paul International, London & New York (Li ser serdema Sultan ‘Evdilhemîd II û operasyonên Ferîq Paşa yên sala 1892an).

 

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *