BEŞÎR ANT Û PIRTÛKA BERPÊLK

Cano Amedî
Pirtûkên ku naverok wan, mijar û cureyê wan BÎRANÎN, SERPÊHATÎ, BİYOGRAFÎ an jî otobiyografîk in bala min dikişîne, gava ez dest bi xwendinê dikim, weke rêwîtîya ber bi dîrokê ez rastî perçeyên xaçerêzê dibim. Gava ez wan perçeyên hanê serast dikim nêrîn û bawerîyên doyin zêdetir zelal dibe û mirov dikare bi hêsanî şîroveyan bike. Lewra ew bûyer, qewmandin û gengeşîyên wan deman bi şêweyekî nifşê me û yên dû me eleqadar dike, bi gelemperî em şahid û mexdûrê wan pêvajoyên rabirdûne. Derbarê bûyer û pêvajoyên derbasbûyî de nêrîn û şahidîyên cuda, rê li ber rastîyan zelal dike.
Dibe ku ev pirtûkên naveroka wan serpêhatî an bîranînanin, bi şêweyekî li ser jiyana me jî xwedî bandor be. Ew demsalên ku me bi hevra jiya bû, ew azmûnên tê re derbas bûbûn an jî rolên me yên erênî û neyînî cardin bi me dide nîşandin, dide xwendin…
Ev du roje pirtûka bi navê BERPÊLK ku BEŞÎR ANT nivisîye di destê min de ye. Her çiqas naveroka pirtûkê li ser Jiyan û têkoşina nivîskar be jî wêneyê demsalên siyasî, wêneyê hewldan û lêgerînên pêvajoyêkî girîng û hestîyar bi xwendewanan rê parve dike. Ew xwendina hanê kelecanî, îdealîzm, bîr û bawerîyek bêsînor, fedakarî û travmayên civakî, malbatî û kesayetî radixe ber çavan.
Di warê berpirsîyarî, fedakarî, bêbextî û hişmendîya neteweyî de mînakên curbecur derdive hemberî mirov. Pirî caran mirov xemgîn dibe. Kêmasî û şaşiyên jî lawazîya sazîtîyê tên, kêmasî û şaşiyên jî berjewendîyên kesayetî yên mobîlîze kirî tên, kêmasî û şaşiyên jî dervayî îradeya mirov an jî stûxarbûna li hemberî hêzên desthilatdar, mirov dike şirîkê gunehê wan.
Gava mirov rûpelên dîrokê dizivirîne pirî caran mecbûre ku “rastî û zanyarîyên xwe” li bêjingê bixe. Her çîrokek, her bûyerek bi serê xwe xwedî alîyên erênî û neyînî ye. Herkes di şibaka xwe de, li gorî erk û mesûlîyeta xwe, li gorî berjewendîyên xwe tevdigere û şîroveyan dike. Yek alî an pir alî herkes dixwaze çîrokên xwe bêjin. Heta ku jî kûrahîya bêdengîyê denvedanek bi hêz dernekeve herkes li gorî berjewendîyên xwe, li gorî erk û çîrokên xwe tevdigere.
 Pirtûk bi naveroka xwe baldikişîne ser xwe. Hinek nav, cîh û pêvajoyên wê demê jî min rê nexerîbin. Qiyada muweqet, Ebû Enter, Qesrik, Ebdulla salih Kemal kerkukî, Sofî Ûsiw, Evdirrehman, Mistefa, Diyarbekir, merdîn, Enqera, Baki Danisman, Fatsa, pastaxana şêxmûs, firar. Polês, hilbijartinên heremê û hewldanên nav civatê. Ser xetê û bin xetê… Nisêbin, Cizîr, Slopî, pêwendîyên ser sînor û sosyolojîya civatê bi serê xwe mijarên balkêşin.
Hewldanên pêşketin û xebatên nû… Di gerînoka kûr de çîrokên pêşverû û yên paşverû.. Pirtûkxana Mem û Zîn, Pirtûkxana Botan, Pirtûkxana Evîn, Pirtûkxana Newrozê û hwd hewldanên hişyarbûnê.. Bandora şevên çand û ajîtasyonan, tesîra şanoya “Dayika niştiman“
Ez hêvî dikim ev pirtûk bi balderî bê xwendin û li ser bê seknandin. Nivîskar BEŞÎR ANT li pey xwe kurte jiyana xwe û belgenameyek hiştîye. Beşîr jî weke sedan kesî çîroka jiyana xwe radestî nifşê nû kir û di nav kûrahîya bêdengîyê de27.3.2025 an de li bajarê Îzmîrê wefat kir. Haya tu hevalên wî jê çênebû. Hêz, gewet, girsayî, mesûlîyet, hevkarî û hestên niştimanperwerî, hûqûq û ûjdan ev têgehên hanê bi serê xwe cîhê şîrove û munaqaşeya ne.
Pirtûka BERPÊLK jî alîyê weşanxana NA ve hatîye çapkirin. Pirtûk jî 378 rûpelan pêktê. Naverokek balkêş, hewldanên lêgerinek dûr û dirêj, jiyanek travmatîk û bîr û bawerîyek niştimanperwerî li benda we ye. Ez Cardin kekê Beşîr bi rêzdarî bibîr tînim.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *