BERSUYA BOXTAN Û NEWEYÎYAN

Şakir Epozdemir

BERSUYA BOXTAN Û NEWEYÎYAN

Bi tarixa 01.08.2021 ê, di malpera Rojevakurd da makaleyeke ku ji terefê Nurî çelik va, bi navê “Boxtan, Qatil û Meqtûl” hatiye neşirkirin. Nûrî Çelik, di vê makaleyê da neweyîyan û nebûyan di heqê min da anîye ziman. Tiştên ku hemî gotinên gotiyanin, Ji kîsê fesadan û ewananın û bi pirsgirêka Dr. Şivan va tu eleqeyê wan nînin, xwestiye bi min va bizeliqîne. İddîâ û iftirayên wî ne hêjane ku meriv dane ser weris, lê Tirk dibêjin “- At çamuru , tutmassa da iz bırakır”. ( Çamûrê bavêje, negrê jî şopa wê dimîn ê)

Ez wan iddâyên ku Nûrî Çelik di heqê min da dike red dikim. Wan tiştan ya ji ber xwe va çêdike, ango hinek kesên dijberên min van iftirayan pê dane nivisandin. Prêza min ya ku eva ji sala 1958 va 63 salın di xizmeta Kurd û Kurdistanê da domandîye û heya dawîya jiyana min wê bidomîne, bi hemî hal û hereketên min li hafa çava ye. Tu tiştekî min yê veşartî nîne.

Di mijara karesata Dr. Şivan da wisa lê hat ku ez bûme şahidekî zindî yê wê karasatê û Payîza 1998ê bi Kurmanci di hêjmara 5. û 6.’min a kovara WAR ê da, zivistana 1999 yê jî, dîsa di Kovara Warê, di hêjmara 7an da li ser daxaza Şerefeddin Elçî, Emer Çetin, Saîd Veroj û çend kesên din ku – nuha di hişê mamoste Seîd veroj da ne – min li ser têkilîyên herdû Seîdan, bêbextîya ku Dr. Şivan li Seîd Elçî kir, partîya xwe ava kir û cewaba me da, munaqeşeyên ku sala 1970 yê pişti 11 yê Adarê ku Mela Mistefayê Rehmetî otonomîya Kurdistanê bi dest xist, minaqeşeyên di navbera Seîdan da û heya pişti Adara 1971 ê ku bi Balyoz hereketî Seid Elçî û hevalê xwe derbazi Zaxo bûn, windabûna wî, deşifrekirina qetilkirina wî, itirafa ku Dr. Şivan kir, şandina wi ya Haciumranê û hepiskirina wî û hevalên wî, çewa ku ez bûme şahid min wisa, bê kîn û buxz û gengeşîyê nivisand û piştra jî heya îro çi ji destê min hatîye min xeletîyên ku têne gotin sererast kirîye. Prêza min ev e û li ber çava ye.

Piştî ku nuha 84 sali me. Piştî ku 63 salin Xweda şahide ku bi nîyeteke xalis û muxlis û bi sedeqeta sonda xwe ya ku 11 yê Tebaxa 1965an de min û cangoriyên hevalên xwe sond xwar û em bune damezranêrê PDKT yê. Piştî hevçend ketin û rabûnan, gelo ji ber ku min gotîye “ navbera Kekê Seid û Midûrê hepisxaneyê xweş bû” wê eva ha bibî sebebê ku merivekî ez hiç nas nakim hevçend bi zimanekî sar vê heqsizîyê li min bike û tiştên nebûyî li peyî hev rêz bike?

Di bîrhatinên xwe da gava behsa Hepisxana Antalyayê bikim bivê nevê wê behsa hevalên xwe yên hepsê, behsa dan û standinên me bi idareyê va bikim. Em bi navê “ Girtîyên Siyasî” 11 kes ketibûne nava 400 kesên Edlî, heya wê rojê ne Midûrê Hepsê, ne jî yek mehkumêkî Edlî rastî siyasiyan nehatibûn. Dîwana Mehkema Cezayên Giran bi xwe jî di darizandina siyasiyan da ne şareza bûn. Van tiştan gava min hê 23 sal berê nivîsand, hevalên me yên Hepsê Derwêş Sado sax bû. Hetta di Zivistana 1999 yê da gava me li ser vê buyerê heryek ji me dîtinên xwe bi Tirkî nivîsandin – weka min, şerefeddin Elçi, Derwêş Sado, İbrahim Güçlü û çendên din – ev nivîsên me ji terefê Soro, Emer çetin va jî hatine Xwendin. Ji Xeyrî ku di Kovara Warê da bête xwendin, 20 perên ku min nivisandibû min da birêz Nureddin kizilkan ku ji Ömer Çetin ra rê ke Amed ê. Lewra qewlê me ew bû ku Emer Çetin, Soro û Reşo Zilan jî dîtinên xwe binivsînin. Şahidê vê yeke Mamoste Seîd Veroj e.

Dixwazim vê bibêjim ku piştî avakirina Partiya Dr. Şivan PDK –T yê ku di 29 yê Hezirana 1970 ê de ji terefê Dr. Şivan û hevalên wî va li Enqerê li Gazî Mahele yê hate avakirin û Feqe Huseynê Tatwanî çû Başûr bi Dr. Şivan ra vê meseleye nirxand û hat, li Tatwan ji min ra got: Dr. Şivan partiya xwe ava kiriye dibêjê “di nava we da ajanên MİTê henin û hun deşifre bûne”… Min cara pêşin vê meseleyê waha bihîst. Yanê navê ajanên Mîtê ku hate propaxandekirin bi iddîâya Dr. Şivan bi xwe bû. Ev teqtîk yên Stalînîstan in. Dibêjin Stalin 5 milyon insan kuştiye. 5 milyon insan bi ajantîyê hatine ithamkirin.

Dixazim vê bibêjim ku roja dı 11 yê Tirmeya 1965ê de, gava ku me 5 kesan li Bajarê Diyarbekirê, li Gazî Köşkê PDKT ava kir, Seîd Elçî û Şerefeddin Elçî ji min ra gotin: “-Em dixwazin tu biçî Bayîkan, Hezzo û Sasonê bidi oganîzekirin. Ew endamên ku berîya herkesi bune Serok û azayên Koma herêmîya Sasonê Mela Ebdilla yê Timoqî, Medeni Altanê ji Mala Eliyê Unis û Eli Epöxdemir’ê Mamê min bûn. Ka ji bo Xwedê bibêjin 56 sal berê li wê herêmê 3 kesên ji wan çêtir hebûn? Di wê salê da bi destê min 3 Herêm ( Amed, Sason û Tatwan), bi destê Emer Turhan 2 Herêm ( Sêrt/Botan û Mêrdin/Nisêbîn) , Bi destê Derwêşê Sado jî Herêma Batmanê hate avakirin. Bila yek bibêjê ka di wan 6 herêman da bi Komên Cî, Komên Arikar, yên BİRA û Bendewar ve weka 300 kesan ku sala 1965ê ketine binê barê Kurdistanê û piştî wan jî merivek tenê mensubê vê partîyê şaşîyek kirîbî ji min ra bibêjin ez jî bizanbim. … Ez ji ber wan kesan va şerm dikim ku vê bêjeya derew ya ji kîsê Dr. Şivan dûbare dikin. Çi tewqeyê welatparêzan bi şermezarîyê va hey e. Ji hiba welat û meznayîya welat mestir û baştır çi heye?

56 sal di ser 1965ê da çoye. Ew hevalên me yên wê rojê ku weka canfedayîyan programa partiyê maç dikiran û dataniyane ser serên xwe, nuha çend ji wan sax in? Tû kes nikarin û mafê wan û hedê wan jî nîne tiştên xirab bi alîyên wan kesayetîyan va bidin.

Min di Kongra PDK-Başûr ya 11 yê da, roja 26.07.2014an de, bi arîkarîya Mamoste Koroğlu Karaaslan belgefilma damezranêrên Partîyê û azayên Koma navkom, 6 serokên Herêman, 18 Serokên Komên Cî li hafa civîna kongreyê bi erêkirina Derwêş Sado, Mela Emadeddin û Şahidîya Mela Arif, Hemid Kılıçaslan, Hêşyar Özalp, Mihemed Gazî Daş bi hemî beşdarên Kongreyê va wê Şemayê PDKT ya sala 1965an bi Kongreyê da erêkirin.

Ez bi xwe, bi Partiya xwe û bi dewama vê partîyê serfirazim. Roj bi herîyê nayê seyandin. İddîayên pûç û vala nikarin prêza min bilewitînin. 84 salî me û ji ber ku rastîyan dibêjim hinek insan di kemînê da li ber fersenda xwe ne ku êrîşî min bikin. Lê bila xwe reht nekin, hertişt min gotîye û piştî ku ez roja 11 yê Êlûna 1971 ê de li Cizîrê bi daxaza xwe ji PDKT qetiyame, heya nuha 50 salê min bêhurmetîya rêxistina Faîq Bucaq, Seîd Elçî, Şerefeddin Elçî, Emer Turhan, Derwêşê Sado û xwe nekirî ye. Ew gava muqeddes, ya pîroz ji bona min, gavêkê ji hemî meqaman bilindtir e.

Eger Nûrî Çelik weka camêran destê xwe dane ser ujdana xwe, lêborîn ji min bixwaze ezê lê biborim, nexwe ezê wî hewaleyê Dîwana bilind a heqîqetê bikim. Dewleta min hebuya, minê ew bida mehkeme yê, ya tê iddiayên xwe yên pûç izbat bikira, ango vê mehkemeyê wî ceza bikira. Ji ber bê dewletîyê dijmin li me xedir dike û hindek insanên me jî li me zilim dikin. Li gel rêz. 04.08.2021 – Şakir Epözdemir

…………………………………………………………….

…………………………………………………………… .

NOT: Xwndevanên bi rûmet. … Li ser vê meseleya ku min di birehatinên xwe da gotibû “navbera Kekê Seîd û Midurê hepsê xweş bû”, bersuya wê min roja 11.07.2021 ê bi serecema ÇEND GOTİN an di sersala PDKT da di Fecabookê da parve kiriyê. Ez careke din disa di sayfa xwe ya Fesê da parva dikim. Ji kerema xwe wê jî di ber çavên xwe da derbaz bikin.

ÇEND GOTİN

Birêz Medenî Merşil ji pirtûka birhatinên min ku min behsa germayîya navbera Saîd Elçî û Midûrê hepsa Antalyayê kirîye, wê birhatina min parve kirîye, li ser vêya hindek kes dixwazin senaryoyekê taze bixine dewreyê.

Xwedê dizanê ku ez ji polemikan hez nakim. Bawer bikin Ku Şerefeddin Elçî, Seîd Verroj, Ömer Çetin û çendên din bi min va negirtan û em li ser 3 kes hevalên Seîd Elçî, 3 kes jî hevalên Dr. Şivan li hev nehatan – ku gereke Ez û Derwêş û Feqe Hiseyn û Emer çetin û Reşo Zilan û Soro wê her yek dîtinên xwe binivsandan – me wî sozî ji Emer Çetin nestanda, min vê meseleyê SALA 1998ê qise nedikir. ( Xweda şahide û Seîd Veroj şahide vê meseleyê ye) Lewra; naxwezim dilê kesî ji xwe bihêlim. Hele hele, gava behsa şorişgeran bikim naxwazim kena nevanan li xwe û li wan bînim.

10 sal berê ev pirtûka min çap bûye, 23 sal berê jî gava cara pêşîn min raportajek bi Saîd Veroj ra çêkir û di kovara WARê da hate neşirkirin û belkî sed caran min gotîye “-navbera Midurê hepsê û Seid Elçi xweş bû”. Heya nuha nehatîye bîra kesî ku vê pirsê bik e. Gelo bo çî niha hate bîra hindek kesan?

Li ser pirsa 2 Seîdan birêz Murad Cuwan 3 danişîna ( oturuman ) li dar xist. Cara paşîn 24ê Heziranê ku ew şev bi 25ê Heziranê va hate girêdan, ( 24 Hezîran 2021 ) yekemin car bû ku birêz Reşo Zilan – yek ji alê Dr. Şivan – jî bejdarê vê gotûbêjê bû. Bi ya min sebebê ku bi wê civîna paşî, bûyera herdû Seîdan baş hate zanîn ka çîye, hindek kesên ku li zelalkirina meseleyê nedigerîyan rihetsiz bûn. Lewra ew bûyer bûyereke wisa giran e, şermezarîyek wisa mezin e ku hindek kes dixwazin tim û daîm mijarê şolî bikin ku eyba wan neyê dîtin.

Nuha kes nemaye, mame ez, hindek kes dixwazin binê bîrhatinên min vedin ka tiştek bi deste xwe naxin. Lê mafîle ye. Lewra nîyeta min ne fitne û tevlîhevî ye. Cara yekemin ku min behsa vê meseleyê kirîye, wisa bi hizir û bi bê terefî min anîye ziman ku dilmanî di navbera terefan da kûr nebî. Min gotîye:

“- Navbera Midûrê Hepsê û Kekê Seîd xweş bû, germ bû” Wê bo çi neyartî bikiran a? Hepsa me 4 sal berîya Cuntaya 12 yê Adarê ye, Hepsa me 12 sal berîya cuntaya Kenan Ewren e. Anayasaya 1961ê hê di merîyetê da, li heyatê ye. Wê demê tozek bêna Demokrasîyê ji Tirkiyayê tê. Heta piştî hepsa me, di 1971 ê da jî li Hepsa Urfî îdareyê ya Amedê da we dît û car caran em bîrhatinên hepsê dixwînin ka tewr û hereketên wê demê çi qeder nerm in û germ in.

Mînakek ez im, ku min di binçavkırına (19-01-1968 heya 27.01.1968ê, 8 rojan di bin çavda ) li MİTa Amedê ifade neda. Li gor wê Anayasaya 1961ê ev yek mafê min bû ku ez dikariyam ifade nedime wan. Min vê helwesta xwe ya huqûqî bi wan da pejirandin. Riayet kirin ji Anayasa xwe ra. Gava hûn lêkolîner, rojek bikaribin wê Dosya PDKT peyda bikin hûnê vê rastîyê bibinin ku min bi tenê gotiye: “- Muş Otelinde yakalanan evraklar bana aittir, ifademi mahkemede vereceğim”. Min bo çî ewraqan li ser xwe pejirand? Ji ber ku min “ Bana” yê danî şuna “ şefik Issi” yê hevalê xwe. Min nehîşt Şefiq xwe ji bo min feda bik e. Min xwe feda kir ku ew bi wê kalbûna xwe va ezîyet nebîne. Ewan( MİTê ) nivisandibûn “ bu evraklar Şefik Issiye aittir” Min gote wî merivê ku miswedeyê ani nişanî min da “ Şefik Issi” reş bike, reşkir, min jî di şûna navê Mamê Şefiq da “bana” nivîsand. Ewî memûrî piştî bir daktilo kir ani min imza kir û min jê rica kir ku Mamê Şefik neşeyne mehkemeyê wî hema ji MİTê berde, ji min ra got: “ bawer bike ji deste min bihata minê lê berda ra, lewra ixtîyar e, gune ye.” Di wî zemanî da bi tenê li Amedê “Kürtçülük masasîyek” hebû. Ev yeka ha, Şert û mercên berîya 53 salan e, lê ji şertên roja me ya iro gelek dûr e. Ew şert, ew merc û ew mirovên wê deme çûn.

Gelek caran ji welat jî dost. Nas û ji malbatên me dihatine ziyareta me. Mesela: Mehdî Zana û Canip Yıldırım, gava hatine Antalyayê me ziyaret kirin , em weka ku bi mêvanê xwe ra li odeyeke ku nöbetçi jî li dor û ber tinebûn bi sietan li ba hev runiştin. Av. Tehsin Ekincî disa hate hepse – ji ber kû şikir hê sax e dibêjim – Em li idareyê li wê odeyê runiştin, Dr.Şivan piştî duruşma 27.09.1968ê hate ziyareta me, em 5 kesên ku mabûne girtî, çûn li wê odeyê runiştin, min çend caran dubare kirîye ku wê rojê Dr. Şivan weka bijîjkek yek bi yek pirsa tendurustîya me kir, derman da me. Mamê Şefik ra bi Zazakî şitexilî, wî muayene kir. Em 5 kes mabûne girtî. 6 hevalên me di wê rojê da hatin berdan. Piştî wê rojê ku em heya 25ê Sibata 1969 yê da li Hepsê man, her car hevdîtinên Dr. Şivan û Seîd Elçî li wê Odeyê li dar diketin. Belkî ku sebebê nêzîkayîya Midur ne tenê ew bû ku Sêwasî ango Umranli bû, miheqeq Kemalistekî hişk bû, û ji sedî sed Elewî bû, ma ne mimkin e ku wê dostanîyê Dr. Şivan dabe germ kirin? Nayê bîra we ku wê demê kêm kes xwedan otomobil û pere û karyeran bûn û di delavê iqnakirinê da kes di ser wî da tune bû.

400 girtiyên EDLİ di wê Hepsê da bûn. Em 11 kes li 4 qawişan hatibûn bicîhkirin, bi girtin û berdana wan EDLÎYAN dikarim bibejim bi hezar girtiyan ra em rûbe rû bûn, rojek ji rojan, min nedit ku yek ji wan mehkuman biruyên xwe ji me biqermiçîn e. Gava ku em derdiketine Hawalandırmayê – siet sibê li 06 ê derîyê qawîşan vedibû heya hêvarê siet 18.00 yê – em di nav hevda bûn û herkes, qedrê me digirtan. İnsan bi hev germ bûn. Gırtîyan ji me dipirsîyan: “- hun bibine hukumet hunê efû derînin”. Me digota: “- Eger hukumet bikeve destê me emê bi buldozeran hepisxanan xira bikin”.

Mezinên malbatan, eşiran, rêxistinan divê neyêne şikênandin. Seîd Elçî Lumumbayê Kurdistanê bû, ew heyecana wî, ew feraset û belaxeta wî dikarîya milletê Kurd di riyeke rewadar da rake piyan. Ew kesên ku tiştên laîqên xwe bi alê wî va bidin, xwe ji Xwedê dikin, bê rêzîyê dikin û bêbextîyê dikin. Bêbextî ne tiştêkî baş e. Vî baş bizanin neyartî û nevanîya welatparêzan tu feydeyê nedane kesî.

Gelo mehkum bi xwe ango bi ebûqatên xwe naçın li dosya xwe mêze nakın ka di dosyayê da çî heye çî tüne ye? Muhasibekî weka wî ( Seîd Elçî ) şareza ku di dosya wî da dinivsanda ew kes Muhasebecîye, ma ne mimkine ku Midûr jê rica bike qeyd û quyudên muhaseba wan rast bik e. Baş Savci 3 sal li Bedlisê Sawciti kırıbû. Seîd Elçî digota sawci tê hepsê ji min ra eva çend carin dibêjê “- Behsa partîyê nekin, bêjin me hay ji tişteke waha nîne, emê we berdin. “ Seîd Elçî wê çi jê ra bibêjê.? “- sawci beg ev daweyeke şexsî nîne, daw û doza millete ke, em ji dawa xwe venabin. Eger temenê me têrê neke, wê keç û kurên me vê dozê bimeşînin.” …

Xurandına vê buyerê tiştekî qenc li pey xwe nayne. Evê buyerê ne 50 sal, belkê 100 salan dawa milletê kurd bi paş xist. Lê bigerin yekîtî û yekrêzîyê di nava welatparêzan da cîbecî bikin, barê me giran e, ev şol ne şolê fesadan û şeytanan e. Şolê qencan e. Bi nîyeteke paqij, bi qencî divê herkes xwe bide alê qencîyê, yekrêzî û tifaqeke raste durust.

Ez 84 salî me. Çend sal wê jiyana min bidomînê, ne ez ne jî kes dizane. Baş dizanim ku ji van gotinên minên rast, ji ber şahdeyîya mina li ser heqîqetê Bekoyên Ewanên ku belkî di nava me da ne Kurdbin jî, gelek ji min acız ın. Bila dilê xwe xweş nekin. Ez bimirim jî, min tiştekî veşartî nehiştîye û wê neslên taze di vî delavî da bighêjine rastîyê. Her dem xirabîya xiraban ji wana ra dimîn ê. Bi hîvîya qencîyê. Selam û rêz. 11.07.2021 – Ankara ( 1 )

Şakir Epözdemir

Damezranêrê PDKT yê sala 1965ê.

TÊBİNÎ:

( 1 )- Ma ne ecêb e ku piştî Damezrandina Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyê 56 salan, di eynî rojê da ku ew roj jî Lehd bû, Bazar bû û weka îro Yekşem bû. Gelo ev ne xweliseriyeke bo me hemîyan ku em hêja jî nikarin tişteke li ber çavan teşxis bikin û dawî li kerametan bînin.

Ez vê roja ku 5 heb cangorîyan li bajarê Amedê bi hevra rûniştin, sond xwarin û PDKT bi program û Nizamnameya Kurdî li ser esasê rizgarîya Kurd û Kurdistanê hate avakirin. Ez vê roja dirokî, li hemî Kurd û Kurdistanîyan pîroz dikim û dixwazim hemî kes û rêxistinên millî yekrêz bibin û li ser xeta welatparêzîyê bi fedekarî xwe bidine binê barê Kurdistan ê. Bila berîya hertiştî ew kesên bi rêbaza Faik Bucak û Seîd Elçî va girêdayîne û xwe nêzîkê vê rêbazê dibinin, bila yekrêz bibin ku bikaribin yekîtîya Kurdistanîyên welatparêz bimezrînin. Li gel rêz. 11.07.2021 – Ankara

Girtîgeha Diyarbekir 1968 – Ewén Rûniştî ji milé çepé va: Zibeyr Yıldırım, Şefik Issi, Emer Turhan, Şakir Epözdemir, Nezîr Aydın…. Ewén li pîyan: Ebdirehman Uçeman, M.Sıddık Gül, Şükrü Alpergin, Seîd Elçî û Derwéş Akgül. PDKT bi vé Wéneyé sembolîze bu ye.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *