Endama Encûmena GiÅŸtî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Bêrîvan Mihemed ragihand, ew wek aliyê Kurdî ji bo her danûstandinekê ligel hikûmeta Åžamê amade ne, lê diyar kir ku hikûmeta Sûriyeyê di demên dawî de xwe ji diyalogê paÅŸ ve dikişîne.Â
Bêrîvan Mihemed îro 1ê ÃŽlonê ji K24ê re got: “Em ji bo her danûstandinekê ligel hikûmeta Åžamê amade ne, lê di demên dawî de hikûmetê xwe ji danûstandinan da paÅŸ.” Destnîşan kir jî, hewldanên wan ji bo diyalogeke siyasî berdewam in da ku nêrîna xwe bigihînin hemû aliyan.
Mihemed amaje bi wê yekê jî kir, divê mafên gelê Kurd û tevahiya pêkhateyên din ên Sûriyeyê di destûra nû ya welat de bêne parastin û got: “Ne tenê Kurd, lê divê hemû pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li seranserê welat, mafên wan di destûra nû ya Sûriyeyê de cih bigirin û bên parastin.”
Endama Encûmena Giştî ya PYDê tekez kir, ew di nav Sûriyeyê de hêzeke Kurdî ne û xwedî maf in, ji ber vê yekê pêwîst e hikûmeta Şamê li ser erdê van rastiyan qebûl bike û mafên hemû gelan misoger bike. (K24)


