Barzanî: Li Kurdistanê cîh ji bo cudakariyê tune ye!

Serokê Herêma Kurdistanê Necirvan Barzanî di 55emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Îslamî ya Kurdistanê de peyamek fermî weşand. Di peyama xwe de, Barzanî pîrozbahî li serokê ofîsa rêveberiya Yekîtiyê û endamên wê, û herwiha mamosteyên olî yên li seranserê Kurdistanê kir.

Di peyama xwe de, Barzani tekez kir ku Yekîtiyê di şoreşa Kurd de bi têkoşîn û fedakariyê roleke girîng lîstiye û di serdema rizgariyê de rola xwe ya çalak di pêşvebirina aştiya civakî, tolerans, qebûlkirina hevbeş û şerê li dijî ramanên tundrew de domandiye. Barzanî herwiha rêz li şehîdên Yekîtiya Zanayên Îslamî ya Kurdistanê girt.

Herwiha di peyama xwe de diyar kir ku “Kurdistan wê ji bo hemî civakên olî û etnîkî bê cudakarî wekî qadeke jiyanê bimîne,” û ew ê bi biryardarî li dijî gotinên nefretê û hemî hewldanên ku aÅŸtiya civakî tehdît dikin ÅŸer bikin. (PK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *