Bafil Talebanî: Eger Bexda tedbîran wenegire em dê bi xwe bersivê bidin

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî ragihand, wan navê hinek ji wan kes û aliyan daye Bexdayê ku êrişî Herêma Kurdistanê dikin û hişyarî da, eger tedbîrên pêwîst neyên girtin, ew dê bi xwe bersiva wan bidin.

Ev daxuyaniya Bafil Celal Talebanî piştî wê yekê hat ku şeva borî bi 9 dronan êrişî Hewlêrê û bi 6 dronan jî êrişî Silêmaniyê hat kirin.

Bafil Talebanî di peyama xwe de ji bo wan çend şevên nexweş ên ku derbas kirine spasiya berxwedana xelkê kir.

Her wiha Talebanî amaje bi wê yekê kir ku di çend rojên borî de wan hemû hewlên xwe yên dîplomatîk xistine seferberiyê û got:

“Me ji bo parastina Kurdistanê di vê rewşê de, li gel serkirdeyên ÃŽran, Amerîka û Tirkiyeyê di asta bilind de axaftin kiriye.”

Bafil Talebanî her wiha diyar kir, piÅŸtî axaftinên Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê ÃŽranê Mesûd Pizîşkiyan, “Em çaverê ne ku alozî ji Herêma Kurdistanê bên dûrxistin.”

Hişyariya ji bo Bexdayê

Serokê YNKyê bi eÅŸkereyî got, “Me navê hinek ji wan kes û aliyan daye Bexdayê ku êrişî Herêma Kurdistanê dikin.

Serokê YNKyê bi eÅŸkereyî got, “Me navê hinek ji wan kes û aliyan daye Bexdayê ku êrişî Herêma Kurdistanê dikin.

Em li benda Bexdayê ne ku ji bo girtina rêkarên pêwîst gavên cidî biavêje.”

Talebanî her wiha hişyarî da û got:

“Ez dizanim hevalên me yên li Bexdayê hemû hewlên xwe didin da ku rê li ber aloziyên zêdetir bigirin lê eger rêkar neyên girtin, wê demê em dê bi xwe bersiva wan bidin.”

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Serokê Yekîtiya NiÅŸtimanî ya Kurdistanê (YNK) amaje bi wê yekê kir ku ÃŽraq xwedî ÅŸaristaniyeke mezin û dîrokeke taybet e, lewma “Divê hemû hewlên ÅŸaristaniyî yên ji bo aramî û aÅŸtiyê jî her ji vê herêmê bin.”

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *