Asayîşa Şêx Meqsûdê: Bi piştgiriya balafirên keşfê yên dewleta Tirk êrîşî taxên me hat kirin

Asayîşa Taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê got, “Bi piştgiriya balafirên keşfê yên dewleta Tirk êrişî taxên me hat kirin.”

Piştî agirbestê ya li taxên Kurdan ên Helebê, îro berê sibehê karwanê şehîdan û birîndarên şerê pênc rojan gihîşt Rojavayê Kurdistanê.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî îro ragihand ku bi Şamê re li ser agirbestê li hev kiriye.

Asayîşa Taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê jî daxuyaniya nivîskî da û got:

“Çeteyan bi çekên giran û balafirên Bayraktar ên Tirk bi dehan caran nexweşxane kir hedef.

Berxwedan û têkoşîna hêzên me dê bi rêbaz û cuda cuda berdewam bike.”

Daxuyaniya Asayîşa Şêx Meqsûdê ev e:

“Ji 6ê Kanûna Paşîn a 2026an ve, çeteyên kirêgirtî yên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Şamê, bi piştgiriya balafirên keşfê yên dewleta Tirk û bi karanîna tank, top, wesayîtên zirxî, hemû cureyên çekdarên giran û bi hezaran çekdarên çekdar ên li ser taxên me da destpêkirin.

Armanca van êrîşan ew bû ku gelê me yê li van taxan teslîmî qirkirinê bikin, demografiya herêmê biguherînin û rûmeta gelê me bişikînin.

Lê belê hêzên me, li ser bingeha biryara Meclisa Gel a Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê, biryara berxwedanê û parastina rûmeta xwe da.

Li ser vî esasî berxwedaneke fedaî hat destpêkirin û şervanên me yên jin û mêr bêyî dudilî canê xwe di oxira parastina taxan û rûmeta gelê me de feda kir.

Bi ti awayî bi paş de gav nehat avêtin û teslîmiyetê nehat qebûlkirin. Agahiyên li ser nasnameyên şehîdan dê pişt re bi raya giştî re bên parvekirin.

Di vê qonaxa şer de, gelê me rastî êrişên barbar û dijwar hat, gelek şehîd û birîndar çêbûn. Birîndar ji bo tedawiyê li nexweşxaneya yekane ya taxê, Xalid Fecir kom bûn.

Çeteyan bi çekên giran û balafirên Bayraktar ên Tirk bi dehan caran ev nexweşxane kir hedef û hewl dan komkujiyekê tê de pêk bînin.

Di dawiyê de, ji bo rêlibergirtina komkujiyan û misogerkirina derxistina birîndar,, jin û zarokan ji sivîl û veguhestina wan a ewle ya ber bi herêmên din ve, agirbesteke qismî hat îlankirin.

Hêzên me heta valakirina derxistin û veguhestina birîndaran bi berpirsyariyeke mezin nêzî agirbestê bûn.

Ji niha de, hêzên me dê heta dawî û bêyî dudilî bo parastina îradeya azad û rûmeta gelê xwe li ser şopa şehîdên xwe bimeşin.

Berxwedan û têkoşîna hêzên me dê bi rêbaz û cuda cuda berdewam bike.”

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *