Artêşa Îsraîlê li Dera û Quneytrayê xalên kontrolê yên nû danîn

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî, artêşa Îsraîlê tevgera xwe ya leşkerî li gundewarên parêzgehên Dera û Quneytra yên li başûrê Sûriyeyê zêde kiriye. Di çarçoveya van tevgeran de, leşkerên Îsraîlê ketine çend gundan û xalên kontrolê yên nû ava kirine.

Li gundewarê rojavayê Derayê, hêzên Îsraîlî ketin gundê Miera yê li herêma Hewza Yermûkê û li aliyê rojhilatê gund xaleke leşkerî danîn. Herweha, yekîneyeke din jî li nêzîkî gundên Koya û Abdînê hat bicihkirin.

Li parêzgeha Quneytrayê jî hêzeke Îsraîlî ku ji 5 wesayîtên leşkerî pêk dihat, derbasî gundê Samdaniyeyê bû. Li gorî ajansên nûçeyan ên herêmî, leşkeran li gund xaleke kontrolê danî, wesayîtên sivîlan rawestandin, nasnameyên rêwiyan kontrol kirin û piştî lêgerînê rê dan wan ku derbas bibin.

Ev pêngavên dawî weke beşek ji zêdekirina tedbîrên ewlehiyê yên Îsraîlê li nêzîkî xeta agirbestê ya li Bilindahiyên Golanê tên dîtin. (PK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *