APO (PKK) Û GELÊ KURD (III)

Rohat DENÎZ

Huseyin Turhali di bernameya Esma Akbalik de dibêje:

Di sala 1995an de fermanek hat, ferman ji Serok hat, got; “Hûnê li hember PDKê şer bikin. Binerin, bawer bikin, qet tu kesî, tu serleşkerekî ev ferman baqil û rast nedî. Ango watedar jî nedîtin. Tu pirsgirêka me û PDKê tune bû. Emê ji bo çi şerê wan bikin? Em li herêma wan in, pêdivîyên xwe ji wan distînin, em çi dikin? Ji bo çi şerê hev bikin? Di 15ê Tebaxê de qaşo ji bo “Artêşa Birûskê” 250 kesên serleşker yên herêmê ji wezîfê stendin, hinekî nû anin şûna wan. Piştre şer bi PDKê re destpêkir. Ez dibêjim tu kesî bawer nedikir hinekî din lê zede bikim; min ji Karayilan pirsî, piştî salekê, min got:”Heval, sebeba vî şerî çi bû, ji ber çi sedemê evqas mirovên me hatin kuştin. Gund vala bûn, pêşmerge mirin, gerîla mirin, dîl ketin, sebeb çi bû?” Got, “Ferman wiha bû.” Min ji xwe re got, ev vala ye, rahişt hinek gerîla û berê xwe da Botanê. (Utopia Tv, Turhali H. 2025)

Mihemed Şener, di nameya xwe de ya ji Mistefa Karasû şandiye wiha dibêje:

Apo me tawanbar dike ku me xwe dexlî Başûrê Kurdistanê kirîye. Ev duwazdeh salên wek nanxura dijîn û me difroşin vê yekê ji me re bêjin, ev ji bo me rûmet e. Yê di sala 83yan de li kampê PDKê man kî bû? Serê vê salê, yê bi hemî hêzên Başûr re Peyman kir û soza şer da û di peyre ev peyman xera kir kî bû? Karasû, mirovên me bi salan li cem rêxistinên Filistinîya man û em hîn jî li kampa Lubnanê ku bi fermî ya Hêza Demokratîk e, em li wir dimînin. Gelo kijan rêxistinên Filistinî ji rêxistinên Başûrê Kurdistanê şoreşgertir in? … Em li vir eşkere dikin û bila hemî cihan bibihîze; em bi hemî hêzên Başûrê Kurdistanê re di nava têkiliyê de ne. Bi PDK re, bi YNK re û yên din jî re têkiliyên me hene. Ev biryara, di kongra me de, wek têkiliyek dostane û armancek lezgin hat qebûl kirin. Em hêzek netewî ne û yên di nava hêza netewî de cîh distînin, mecbûr e em bi wan re di nava sîyasetek netewî de têkildar bin…

Di destpêka Avrêlê de ez hatim girtin, gava ez hatim girtin, nêzî 2-3 milyon mirovên me ber bi çiyê ve direviyan. Em di demek pir xerab de dijiyan, di van rojên xerab de, Apo ji bo têkiliya xwe û Sadam ya taktîkî xeraneke, biryara şer ya kongreyê tune hesiband, tevî ku em ji PDK û YNK xurttir bûn nehişt em têkevin şer. Karasû, jin, zarok û gel serî hildabû, lê bi fermana Apo, li sînorê Turkîyê û Iraqê 2500 gerîlayên me li ser piştê vezeliyan, fersendek dîrokî û mezin me zeft kiribû. Karasû, artêşa Sadamê faşist, gelê me dabû ber xwe, qetil dikir, lê me bi fermana Apo lê mêze kir… (Şener, M. 2014)

Di notên hevditina Îmraliyê de: 

Heyeta Me: Qandil dibêje, ‘Hema ku me daxûyanî da, hêlek me hêzên PDKê û li hêla din hêzên YNKê tijî bûn. Wekî em berxên serjêkirinê ne, wê biser me de bihatana.’

Serok: Binerin! Guhdar bikin. Ha ev e, di bin tehdida tunekirinê da ne. Risk heye. Berê jî li Hewlêr û hin deverên din bi sedan bi hezaran hevalên me kuştin… Wê Barzanî bi ser me de were, me tune bike. Pêwist e hûn vê yekê bejin.

Ji Barzanî û Talabanî re bejin li ser navê min, ‘Pêvajoya ku me bi Turkiyê re destpêkiriye, em dixwazin heman pêvajoyê bi wan re bikin.’ Bi vî şiklî, bi wan re biaxivin. Lê we cidî nastînin, pêwist e bi min re hevditînê bikin.

…Ger ew nekin bi ser me de werin. Ezê li hember wan şer bikim. Dev ji şerê bi Turkiyê re berdim, li hember wan şer bikim; ger şaş nêzikî me bibin.

… Dostekî min bi navê Şaban hebû, ji Amediyê. Barzaniyan ew û malbata wî tev kuştin, ji ber ku dostê min bû. Ma ezê vê yeke ji bîr bikim? Dev ji çekberdanê berdin. Ma ezê gelê xwe radestî celada bikim. Bila kes me wekî çermê berxên qurbanê nebinin.

Heyeta Me: Tevgêr, ji bo dev ji çekan berde garantiyekê dixwaze.

Serok: Tiştên ku vana dibêje, min matmayî dihêle. Ev maseya dewletê ye. Manifesto min amade kiriye, dewletê jî pejirandiye. Dewlet bêyî me vê yekê nabêje. Ango ev destpêkek e.

Berpisiyar: Îrade û pejirandina desthilatdariya siyasî heye. Bêyî pejirandina serokwezîr ev hevdîtin çênabe. Fahm bikin, fermo.

Serok: … Pêşî yên bêsuc bila werin, paşê yên payebilind bila herin welatên sêyemin. Ger pilan ev be; çênabe.

Heyeta Me: Rast e, armanc tasfiyekirin e.

Serok: Binerin ger yên di asta bilind ji nav derxînin, wê rêxistinek ji ASALA xerabtir, tolhildar ava bikin. Mîna Bumerangê wê li me vegere. Ez van formulan tuya napejirînim. Wê komisyona parlementoyê were, ezê pêşniyarên stratejik li wan bikim.

Li hember Turkiyê gulleyek bê avêtin, ezê serê xwe bidim. Çek li hember Turkiyê nayê bikaranîn. Barzaniyê were, nêviyê gundên Qandîlê xera bike; ezê herim bi wî re şer bikim, bi Turkiyê re şer tune ye. PDK wê sed salên din serdest be.

… Turkiyê bi hinek siyasetmadaran bawer e, ez jî bi Turkiyê bawerim. Ez bahsa bi dewletê re yekbûnê dikim, ne bî desthilatdariyê re.

Berpisiyar: Li pêş çapemeniyê, emê pêvajoyê bi lez bidin destpêkirin, paşê bêdeng û veşirtî bidomînin.

Serok: Şerê me yê stratejîk bila ber bi herêmên PDKê ve bê geşkirin. Bi YNKê re tifaqan bikin… PDK divê em bûne dewlet, wiha propoganda dikin. Emê piştî pêvajoyê dewletbûna wan bibînin.

… Yên ku reviyan; reviyan rizgar bûn, tiştekî wiha tune ye. Wê hesab bidin, PDK wê hesab bide…   (Ocalan 2025)

(Berdewam dike..)

Hinek nivîsên din:

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *