APO (PKK) Û GELÊ KURD (II)

Rohat DENÎZ

Yalçin Kuçuk jî wiha dibêje:

Niha ez dibêjim, Turkiyê mezin nebe, wê biçûk bibe; Mûsil bi salan e, bi alîkariya Enqerê dewleta Kurd-Judaîk ava dibe, zû dereng wê Turkî biçûk bike, çepgir nikarin ji vê yekê re bêdeng bimînin. Pirsgirêk ev e; yek, hûn Mûsilê (devera ku Kurdên Başûr lê dijîn tevî qest dikim) bidin, hun nikarin Amedê (devera ku Kurdên Bakûr lê dijîn tevî qest dikim) di destê xwe de bihêlin; dudo, ne ku çekên li Qandîlê bêne sekinandin, pêwist e berê wan çekan bê guhertin, ewqas hêsan e. Ger bi formul û gotinên we, şerê gerîla li wê derê bê kirin, bêyî Kurda ev kar ne pêkan e. Amerîka şerê xwe yê emperyalist li ser pişta Kurda dike û şerê dijî emperyalîsta jî pêwîst e bi Kurda bê kirin. Em vêya dibêjin; nîha kare bêkirin, li wê derê, di bin hîmaya Amerîka bi alîkriya Turkîyê dewletek Kurd-Judaîk ava dibe, pêwîst e ku em wê têxin zehmetiyê. (Kuçuk, Y. 2006)

Dîsa Yalçin Kuçuk di axaftinên xwe de, avabûna Desthilatdarîya Herêma Kurdistanê wek “dewletek peyk” bi nav dike. Ev dewlet, peyka Amerîka û Israîlê ye. Kurd bûne du beş; Kurdên hevalbendên Turkiyê û Kurdên hevalbendên Israîl û Emperyalîsta. Kurdên hevalên Turkiyê Apo û rêxistina wî ye; Kurdên hevalê Amerîka û Israîl Barzanî û Telebanî ye. Min ji Paşayan re gotîye, pêwist e em Kurdên xwe bera pêxîla Kurdên Amerîka bidin. Ger ez Tirkek bi tenê jî bimînim, ezê vê dewleta peyk birûxînim. (Kuçuk, Y. 2006)

Gelo Apo jî heman tiştî nabêje? Apo:

Îro li Başûr dewletek Kurd ava dibe. Li pişt wê Amerîka û Ewrupa heye. Bîrdoza wê, nijadperestî ye. Ev nijadperestî wê di cîhê xwe de nemine. Wê hin dozan li Turkî, Îran û Ereban bike. Wê ev yek jî bibe sebaba komkujiyê û wê komkujî belav bibe. Dewleta siyonîzmê ya duyemin di rojevê de ye. Ger nijadperestîya Kurdan bibe xwedî dewlet, wê li hember Turkiyê û Îran bê bikaranin. Min xwest, ez ji vê yekê re bibim asteng.” (Ocalani, 2005)

Remzî Kartal wiha dibêje:

Pirsgirêka herî mezin ne hêzên navnetewî ye, yan jî ne hêzên dagirkerê Kurdistanê ne, pirsgirêka herî mezin PDK ye. Pêwist e ku em PDKê taybet binav bikin; ew jî malbata Barzanî ye. Ji ber ku li çar perçeyê Kurdistanê bi navên cuda partîyên wan hene. Lê tu xebatê nakin, ji bo ku ev partîyana xurt nebin. Dibên, tevî malbata me bixebitin. Gava em ji serî de li siyaseta malbata Barzanî binerin; hem li Bakûr, hem li Rojhilat, hem li Başûr û hem jî li Rojava, li çar perçê Kurdistanê xwe di navendê de dibinin, xwe esas digrin. Tu car negotinin, herin li herêmên xwe bixebitin. Her dem geşedanên perçeyên din, bi xwe ve girêdane û tengezar kirine. Rojhilat û Bakûr têk birin, niha jî ji Rojava re pirsgirêka derdixin. Niha di pirsgirêka doza Kurdan de, yê herî girîng dibin asteng, di rêza yekemin de malbata Barzanî heye. Mixabin malbata Barzanî, îro neyarê Kurdistanê û Kurdên her çar perça ye. Ji hêla askerî, sîyasî, aborî û istixbarî, bi dewleta Turkiyê re ne, ango dil dixwest ku geşedanan baş binirxînin. Xwe dispêrin dewleta dagirker û paşverû, nemimkûne li ser linga bimînin, li her çar perçeyê Kurdistanê dagirker wenda dikin, yên bi ser dikevin Kurd in, li ser vê bingehê, pêwîst e ku navberekê têxin di nava xwe û dagirkeran. Ger ne rêxistinek ji hêza dagirkeran bin, wê vê yekê bibînin û têbigihêjin. Mixabin heta niha tiştekî wîha nişan nedane. (Medya Haber) Disa Remzi Kartal dibêje: Kurd bixwazin dewleta xwe ava bikin jî em destûrê nadin. (Kartal, 2025)

Tulay Hatîmoğullari jî dibêje: Bi destwerdana Amerîka, qaşo wê gelê Iraqê biba demokratîk, lê bi avakirina dewleta herêma Kurdistanê, darbeyek mezin li gelê Iraqê hatiye xistin. (Hatîmoxularî, T. 2014 )

Yalçin Kuçuk di dadgehê de xwe wiha diparêze:

Min nehişt Kurdên li Turkîyê dijîn bibin alîgirên Barzanî, yan na wê wan jî doza axê bikira. Di demek kin de wê ji bo Turkîyeke Demokratîk têbikoşın û bêne kuştin, ma ev ne xeyala me teva bû? Kurd wê ji bo Turkîyeke Demokratîk bêne kuştin, dozger efendî, paşnavê min Kuçuk (Biçûk) e, lê ji bo dewletê, min bi serkeftî karên mezin kirine.

Ez dizanim, Apo qîmetekî mezin dide fikrê min û yê vê yekê nizane jî tune ye. Di vê demê de, Apo laîk bû û Mistefa Kemal pir mezin didît. Lê em neheqiyê lê nekin, berî hevdîtinên me jî, ew wîha bû; hevpeyvîna me ya pêşî, piştî min xistin hucreyê, di televizyonê dewletê de rêdan, vekirî ye, em Apoyekî ‘Çepgir û Kemalîst’ dibinin. Tiştê ku ez zanim, ev gotin ji hundir Apo tên. Bi tenê kelecanek zêde heye, ew jî ji rêzê ye. (Kuçuk, Y. 2014)

Gava ez çûm Bekayê, di serê min de ev hebû. Ger em Kurdên Turkiyê bi xwe ve girênedin û ji bo yekîtiya rojhilat bikar nînin, wê Kurdên Turkiyê bikin yek û wê Turkyê perçe bikin…

Gelek vekirî ye, ji bo tevahiya welêt, ez pêşniyar dikim ku Kurdên Turkîye li hember dewleta Kurdên Judaîk bila şer bikin, ji bo wan bêqewet bikin. Kurd bûne du perçe. Em karin bêjin Kurdên Turkîye û Kurdên Barzanî. Kurdên Barzanî, hevalbendên Israîl û Amerîka ne; Osman Ocalan, Yaşar Kaya, Leyla Zana, Barzanî û Israîl hilbijartin. Ez jî diparêzim ku em Kurdên li Turkiyê li hember Barzaniyan bi kar bînin. (Kuçuk, Y. 2006)

(Berdewam dike..)

Hinek nivîsên din:

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *