Amerîkayê vekişîna xwe ya ji Sûriyeyê rawestand

Her çend Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji dema ku erkên dijî-terorê li Iraqê radestî hêzên Bexdayê kirine, hejmara leşkerên xwe kêm kiriye jî vekişîna paralel a plankirî li Sûriyeyê berî çend mehan hate rawestandin. Li gorî Al-Monitorê, raporên îstîxbarata Amerîkî eşkere kirine ku hikûmeta nû, bi serokatiya serokê berê yê Heyet Tehrîr el-Şam (HTS) Ehmed Şara, ku di Kanûna 2024an de rejîma Beşar Esed hilweşand, pir nazik e.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marko Rûbiyo di meha Gulanê de ji Kongresê re got ku bêyî piÅŸtgiriya Waşîngtonê, hevpeymaniya ÃŽslamî ya bi serokatiya Åžara dê “di nav çend hefteyan de hilweÅŸe”.

DYA hejmara leşkerên xwe kêm dike di heman demê de piraniya operasyonên xwe yên li dijî DAIŞê li Iraqê vediguhezîne hêzên ewlehiyê yên Bexdayê. Lê belê, vekişîna plankirî ji Sûriyeya cîran çend meh in hatiye rawestandin. Ev biryar ji ber fikarên li ser aramiya hikûmeta nû ya Îslamî hatiye dayîn.

Du berpirsên Amerîkî ji Al-Monitorê re gotin ku nirxandinên îstîxbaratê li Waşîngtonê eşkere kirin ku xwezaya nazik a hikûmeta ku ji hêla serokê berê yê Heyet Tehrîr el-Şam (HTS) Ehmed el-Şara ve tê rêvebirin, faktora sereke ya derengxistina vekişînê bû.

Wezîrê Derve yê DYAyê Marko Rûbiyo di meha Gulanê de ji Senatoyê re got ku bêyî piÅŸtgiriya DYAyê, hevpeymaniya bi serokatiya Åžara dikare “di nav çend hefteyan de hilweÅŸe” û ÅŸerekî navxweyî yê nû bide destpêkirin.

Karbidestekî payebilind ê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê plana vekişînê ya rawestiyayî piÅŸtrast kir û ji rojnamevanan re got, “Em di çar mehên dawî de rewÅŸa heyî diparêzin.”

Milîsên Îslamî yên Sunî, yên ku di Kanûna 2024an de rejîma Beşar Esed hilweşandin, ji dema ku hatine ser desthilatê ve di du pevçûnên mezin ên mezhebî de ne. Yek li Lazqiyeyê ku piraniya xelkê wê Elewî ne û ya din jî li Siweydayê ku piraniya xelkê wê Durzî ne.

Bidarvekirin û îdiayên kuÅŸtinên girseyî di nav civakên kêmneteweyan de bûne sedema fikarên berfireh. Raporên Pentagonê dibêjin ku hêzên Åžara “niha” kontrola deverên li derveyî Åžamê diparêzin lê xuya ye ku “bêrêxistin” in û nikarin li deverên kêmneteweyan aramiyê biparêzin.

Karbidestên Amerîkî nîgeran in ku tundûtûjiya mezhebî dikare belavî herêmên din bibe û welatên cîran bêîstîqrar bike. Wan tekez kir ku DAIŞ hîn jî li Sûriyeyê gefek cidî ye.

Karbidestekî berevaniya Amerîkî got, “Lawaziya hikûmeta nû eÅŸkere ye. Em ê heta ku nebînin ka hikûmet dê çawa be û avahiya ewlehiyê dê çawa be, ti tedbîran negirin.

Karbidest red kir ku hejmara leşkerên xwe yên li Sûriyeyê eşkere bike, lê got ku hejmar ji 2,000î kêmtir e, ji asta 900 leşkeran a sala 2019an zêdetir e.

Li gorî texmînan 9,000 endamên mêr ên DAIŞê û zêdetirî 21,000 endamên malbatên wan li kamp û zindanên Sûriyeyê mane. Fermandarên Amerîkî dibêjin ku kampên Hol û Roj, bi taybetî, “cihên înkubatorê ji bo nifşê pêşerojê yê çekdarên DAIŞê ne”.

Di dema rûniştinên Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, Fermandarê Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (CENTCOM) Amîral Brad Kûper bi Serokkomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd û Wezîrê Derve Fûad Husên re civiya û ji welatan xwest ku welatiyên xwe ji van kampan zûtir vegerînin.

Iraqê heta niha nêzîkî 17,000 welatiyên xwe vegerandine welatên xwe, di nav wan de 9,000 ji destpêka 2025an vir ve hene. Iraqî piştî Sûriyeyan duyemîn koma herî mezin in ku di kampan de têne girtin.

Karbidestên Iraqî pêşniyar kirine ku ji bo endamên DAIŞê yên ku nehatine girtin, dadgeheke navneteweyî were avakirin. Bangên bi vî rengî berê ji aliyê rêveberiya xweser a li bakur-rojhilatê Sûriyeyê ve jî hatibûn kirin, lê wan piştgiriya navneteweyî bi dest nexistibûn. (PK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *