Krîza di navbera Amerîka û Îranê de li ser axa Iraqê kûrtir dibe. Li gorî agahiyên dawî, karbidestên payebilind ên Amerîkî mohleteke demkurt dane hikûmeta Iraqê da ku planeke pratîkî ji bo bêçekkirina komên Heşda Şeibî amade bike, û gefa “sizayên giran” xwarine eger ev gav neyê avêtin. Di heman demê de, Îran jî tevgerên xwe yên leşkerî û siyasî li welat zêde dike.
Hate îdiakirin ku Amerîkayê herî zêde 3 hefte wek mohlet daye hikûmeta Iraqê ji bo amadekirina vê planê. Eger Bexda di vê demê de gavên berbiçav neavêje, dê rûbirûyê rêze sizayên aborî û siyasî yên giran bibe. Ev zext di demekê de ne ku Amerîka bi awayekî fermî nîgeraniya xwe derbarê zêdebûna hêz û bandora komên çekdar ên nêzîkî Îranê li Iraqê nîşan dide.
Tevgerên Îranê li Bexdayê
Ev geşedanên dualî, Iraqê dixin nav rewşeke pir hestiyar û metirsîdar, ku tê de hikûmeta navendî di navbera du hevpeymanên xwe yên sereke, Amerîka û Îranê de, asê maye. Pispor hişyariyê didin ku eger ev krîz neyê kontrolkirin, metirsî heye ku Iraq careke din bibe qada şerekî wekaletê di navbera Îran û dijberên wê yên herêmî û navneteweyî de. (PK)


