Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê lîderên Şie û hikûmeta Iraqê derbarê egera êrîşên Îsraîlê yên li ser axa welêt hişyar kir. Amerîkayê bi rêya nameyekê daxwaz ji aliyên siyasî û komên hevrêziyê yên Iraqê kir ku li hemberî êrîşên mihtemel ên Îsraîlê baldar bin.
Ev hişyarî yekser piştî serdana Serokwezîrê Îraqê, Mihemed Şîa Sûdanî, bo Qeterê hat. Serdana Sûdanî weke hewlekê ji bo xurtkirina hevgirtina di navbera welatên Ereb û Îslamî de û parastina Iraqê ji aloziyên herêmî hatibû şîrovekirin.
Ev name weke peyameke rasterast û hişyariyeke cidî tê dîtin. Herweha, berpirsên Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê jî bi awayekî devkî heman peyam ji aliyên Iraqî re ragihandine û tekezî li ser wê yekê kirine ku divê Iraq xwe ji êrîşan biparêze. Ev pêşhat di demekê de ye ku tengezariya di navbera Îsraîl û komên çekdar ên alîgirên Îranê de li herêmê di asta herî bilind de ye. (PK)


