Berdevkê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê(CENTCOM) Tim Hawkins diyar kir ku hêzên Amerîkayê li başûrê Îranê bi armanca“parastina rewa” êriş pêk anîne.
Hawkins di daxuyaniya xwe de ragihand ku Amerîkayê li başûrê Îranê êrişên nûbirine ser hinek hedefan.
“Armanc parastina leşkerên me ye”
Hawkins diyar ku êriş bi armanca “parastina rewa” hatine kirin û “armanc ew e kuleşkerên Amerîkayê li hemberî gefên ji aliyê hêzên Îranê ve werin parastin.”
Hawkins eşkere kir ku di nav xalên hatine hedefgirtin de cihên avêtina mûşekan ûkeştiyên Îranê yên ku di amadehiya danîna mayînan de bûn hene.
Wî destnîşan kir ku Amerîka dê di pêvajoya agirbestê ya ku didome de bi haydarîtevbigere lê dê di heman demê de hêzên xwe jî biparêze.


