Amerîkayê êriş kir, Îranê bersiv da

Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan wekî bersiva êrişa liser Bender Ebasê, baregeheke asmanî ya Amerîkayê ya li herêmê kiriye hedef.

Di heman demê de Kuweytê eşkere kir ku bi mûşek û dronan êrişî welatê wan hatiyekirin.

Supaya Pasdaran a Îranê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Amerîkayê îro berêsibehê li derdora Balafirgeha Bender Ebasê xalek bombebaran kiriye.

Supaya Pasdaran destnîşan kir ku wan jî wekî bersiv êrişî wê baregeha asmanî yaAmerîkayê kiriye ku êriş jê hatibû kirin.

“Hişyariyeke cidî ye”

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Ev bersiv hişyariyeke cidî ye da ku dijmin zanibeêrişkariya wî bêbersiv namîne.

Heke ducare bibe, bersiva me dê tundtir be. Berpirsyariya encamên êrişê li ser milêêrişkar e.”

Her çi qasî nehatibe diyarkirin ku baregeha Amerîkayê li kîjan welatî ye jî Kuweytaku mazûvaniya baregehên Amerîkayê dike ragihand ku rastî êrişeke bi mûşek ûdronan hatiye.

Li Kuweytê teqîn

Artêşa Kuweytê li ser cihê ku hatiye hedefgirtin ti agahî nedan.

Televîzyona dewletê ya Îranê jî ragihandibû ku berê sibehê li rojhilatê Bender Ebasêyê li başûrê welêt dengê sê teqînan hatiye bihîstin.

Artêşa Amerîkayê berê ragihandibû ku wan ji ber ku ji bo hêzên Amerîkayê û trafîkaderyayî ya bazirganî metirsî ye, êrişî herêmeke leşkerî ya li başûrê Îranê kiriye. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *