Amerîkayê 12 meqes dan Birêvebiriya Parastina Sivîlan a Herêma Kurdistanê

Konsula GiÅŸtî ya Amerîkayê ya Hewlêrê çû Birêvebiriya GiÅŸtî ya Parastina Sivîlan a Herêma Kurdistanê û 12 amûrên bipêşketî yên “meqesên birînê” pêşkêşî wan kirin.

Tîmên Birêvebiriya Parastina Sivîlan li ser bikaranîna otomobîla platforma 100 metreyî rahênanan dikin.

Îro li Birêvebiriya Parastina Sivîlan a li Hewlêrê, Birêvebirê Giştî yê Parastina Sivîlan a Herêma Kurdistanê Yadgar Enwer Ferec Konsula Giştî ya Amerîkayê ya Hewlêrê Gwendolyn Green û şandeya pê re pêşwazî kirin.

Armanca serdanê pêşkêşkirina 12 “meqesên birînê” yên ji bo tîmên rizgarkirinê bû.

Ev amûrên ku li Amerîkayê hatine çêkirin, di dema bûyeran de ji bo birîna hesin û rizgarkirina welatiyan tên bikaranîn.

Rahênanên bi pisporên biyanî re

Her wiha di çarçoveya serdanê de, Konsula Amerîkayê çû serdana rahênanên tîmên birêvebiriyê ku ji aliyê pisporên Fransiz ve tên perwerdekirin.

Di dawiya serdanê de, Yadgar Enwer û Gwendolyn Green çûn cem tîmên parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê.

Ev tîm ji aliyê tîmeke ÃŽtalyayê ve li ser otomobîla cureyê “platforma 100 metreyî” rahênanan dikin.

Ew otomobîl ji bo kontrolkirina agir û rizgarkirinê ya li avahiyên bilind tê bikaranîn. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *