Amerîka çend komên çekdar ên Îraqê xistin nav lîsteya ‘rêxistinên terorîst’

Amerîkayê ragihand ku wan çar komên çekdar ên li ÃŽraqê çalak in, xistiye lîsteya “Rêxistinên Terorîst ên Biyanî”.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand, “ÃŽro Wezareta Karên Derve komên milîs ên nêzîkî ÃŽranê yên wekî Tevgera Nuceba, Ketayîb Seyîd El-Åžuheda, Tevgera Ensarullah El-Ewfiya û Ketayîb ÃŽmam Elî yên ÃŽraqê dixe lîsteya Rêxistinên Terorîst ên Biyanî.”

Marco Rubio bal kişand ser pêwendiyên nêzîk ên van koman bi Îranê re û got?

“Tehran piÅŸtgiriyê dide van rêxistinan da ku li seranserê ÃŽraqê êriÅŸan plan bikin û pêk bînin.”

Rubio tekez kir ku Amerîka ji bo parastina berjewendiyên xwe yên ewlehiya neteweyî “dê hemû amûran bi kar bîne”.

Tê meraqkirin ku dê cezayên muhtemel ên li dijî komên ku xistine lîsteyê çi bin û dê bandora vê biryarê ya li ser ewlehî û hevsengiya siyasî ya Îraqê çawa be. (rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *