Aloziya di navbera Îran û Amerîkayê de: Bombebaran û gefên nû

Îran artêşa Amerîkayê bi binpêkirina agirbesta di navbera wande tohmetbar kir.

Ev yek piştî wan êrişan hat ku şeva borî li başûrê Îranê li hejmareke depoyênmûşekan û keştiyên danîna mayînan hatin kirin.

Pêşhatên nû hewlên dîplomatîk ên ji bo gihîştina peymaneke bidawîanîna şer xistinbin metirsiyê.

Piştî daxuyaniya Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ku tê de amajebi destpêkirina pêleke nû ya bombebaranan hatibû kirin bihayê petrola Brent bi qasîji sedî 3 bilind bû.

Di heman demê de Çînê bangî her du aliyan kir ku rêzê li agirbestê bigirin ûnakokiyên xwe bi rêyeke aştiyane çareser bikin.

Keştiyeke petrolê zerer dît

Li gorî Çavdêriya Ewlehiya Deryayî (UKMTO), teqînekê li nêzîkî Umanê zerergihandiye keştiyeke petrolê lê rêxistinê ragihand ku xelk û keştî silamet in.

Supaya Pasdaran a Îranê jî radigihîne ku hêzên wan droneke Amerîkayê xistiye kuasmanê Îranê binpê kiribû, her wiha wan gule li balafireke şer a F-35 jî reşandine.

Daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îranê

Wezareta Karên Derve ya Îranê got:

“Artêşa terorîst a Amerîkayê di 48 saetên borî de, binpêkirineke mezin a agirbestê liherêma Hurmizganê pêk aniye.”

Wezaretê teqez kir ku Tehran ti xirabiyan bêbersiv nahêle û di parastina gelê Îranêde dudil nabe.

Peyama Mucteba Xamineyî

Li aliyê din, Rêberê Dînî yê Komara Îslamî ya Îranê Mucteba Xamineyî di peyamaxwe ya Cejna Qurbanê de hişyarî da welatên herêmê ku dest ji mazûvaniyabaregehên leşkerî yên Washingtonê berdin û got:

“Êdî ti penagehên aram ên Amerîkayê li herêmê nînin û roj bi roj zêdetir ji pêgehaxwe ya berê dûr dikeve.”

Berdevkê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê Tim Hawkins li ser êrişan got:

“Hêzên Amerîkayê îro ji bo parastina hêzên me ya ji gefên Îranê, li başûrê Îranêêrişên parastina rewa pêk anîn.”

Marco Rubio: Derfeta peymanê heye

Tevî van aloziyan, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio amaje pê kir kuhîn jî derfet ji bo peymanê maye.

Rubio bi tundî li ser vekirina Tengava Hurmizê sekinî û ji rojnamegeran re got:

“Îro hinek dan û standin li Qeterê hatin kirin.

Ez di wê baweriyê de me ku em dê bigihin encamekê lê hinek dem dixwaze.”

Wî teqez kir ku girtina Tengava Hurmizê şikandina yasayan e û ji bo cîhanê nayêqebûlkirin.

Daxwaza Tehranê ya ji bo 24 milyar dolarî

Ajansa Tesnîmê ya nêzîkî Supaya Pasdaran a Îranê eşkere kir ku dan û standinkarênTehranê daxwaza dayîna samanên xwe yên blokkirî dikin ku wekî 24 milyar dolarî têhesabkirin.

Li gorî lihevtêgihiştina 14 xalî, divê 12 milyar dolarê wî pereyî di qonaxa ewil deamade bibe.

Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf doh tevî Ebas Eraqçî ûEbdulnasir Hîmetî ji bo vê mebestê li Qeterê bûn.

Helwesta Îsraîlê û şerê li Libnanê

Li aliyê din, hêviyên ji bo peymana dawî kêm bûne piştî ku Serokwezîrê ÎsraîlêBenjamin Netanyahu roja duşemê biryardariya xwe ya li ser “têkbirina” Hizbulahê yali Libnanê ragihand.

Îran dixwaze ku peyman rawestandina şer a li Libnanê jî li xwe bigire. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *