Aliyên siyasî li ser banga Serok Barzanî çi dibêjin?

Piştî banga Serok Mesûd Barzanî ya ji bo bidawîanîna aloziyênsiyasî, hinek alî ji bo çalakkirina parlamentoyê û avakirina kabîneya nû ya hikûmetêbi geşbînî li qonaxa bê dinêrin.

Endamekî serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) tekezî li amadehiyapartiya xwe ya ji bo dan û standinan kir.

Her wiha Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê jî di wê baweriyê de ye ku divê Kurd ji boparastina destkeftiyan navmala xwe birêkûpêk bikin.

Serok Mesûd Barzanî di peyama Cejna Qurbanê de bangî hemû aliyan kir ku dest ji“xwexwiriyê” berdin û piştî cejnê bi hev re rûnin.

Ev peyam wekî gaveke giring a destpêkirina dan û standinên avakirina kabîneyadehem tê dîtin.

Pola Talebanî: YNK ji bo dan û standinan amade ye

Endamê Serkirdayetiya YNKyê Pola Sîrwan Talebanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê reragihand:

“YNK her tim ji bo dan û standinan amade ye û her tim dan û standinan wekî rêyaherî baş a çareserkirina pirsgirêkan û vê rewşa aloz dibîne.”

Pola Talebanî îhtimala ducarekirina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dûrîrastiyê dît û anî ziman:

“Çalakkirina parlamentoyê rêya herî baş û guncav e û divê hemû alî li ser çawaniyaçalakkirina wê li hev bikin.”

Yekgirtû: Divê Kurd navmala xwe birêkûpêk bikin

Endamê Serkirdayetiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Dara Sêkaniyanî ji Rûdawêre got:

“Em di wê baweriyê de ne ku rewş dixwaze ku parlamento were çalakkirin ûhikûmet were avakirin.

Divê Kurd navmala xwe birêkûpêk bike ku ew destkeftiyên heyî ji dest neçin.”

Dara Sêkaniyanî her wiha destnîşan kir:

“Her hewlên ku ber bi çareserkirina pirsgirêkan ve bin cihê destxweşiyê ne.

Yekgirtûyê gava nêzîkkirina nêrînan avêtiye û em li bendê ne ku zanibin bersivafermî ya wan (PDK û YNK) dê çi be.”

Komele û Helwêst li benda çalakkirina parlamentoyê ne

Endamê Ofîsa Siyasî ya Komeleya Dadgeriyê Ebdulsetar Mecîd tevî destxweşiyahewlan eşkere kir ku ew dê wekî Komeleya Dadgeriyê piştî cejnê bicivin ku li serbeşdarî yan jî nebeşdariya di wan civînên çaverêkirî de biryarê bidin.

Endamê Serkirdayetiya Komeleya Dadgeriyê Şiwan Raber ji Rûdawê re got:

“Ji ber ku di dînê Îslamê de bingeha siyasetê, birêvebirî, civaka medenî, aştî,welatparêzî, bihevrejiyan û birêvebirina rastîn e, loma divê hemû çîn û beşên civakêbi taybetî jî aliyên siyasî ji bo gel û nîştiman bi hev re bin.”

Endamê Desteya Birêvebir a Tevgera Helwêstê Rêbiwar Kerîm jî ji Rûdawê re diyarkir:

“Ji bo me çalakkirina parlamentoyê girîng e ku em bi rêya wê çavdêriya karênhikûmetê bikin.

Em girîngiyê nadin mijara pêkanîna hikûmetê, tiştê ji bo me girîng çalakkirinaparlamentoyê ye.”

Encamên hilbijartinan û pêdiviya bi hevpeymaniyan

Hilbijartinên dawî yên Parlamentoya Kurdistanê 20ê Çiriya Pêşîna 2024an hatinkirin û ji bo bidestxistina 100 kursiyên parlamentoyê di navbera aliyên siyasî dehevrikiyeke tund hebû.

Di wan hilbijartinan de PDK wekî hêza yekem ma û 39 kursî bi dest xistin.

Her wiha YNKyê 23 kursî, Newey Niwê 15 kursî, Yekgirtûyê 7 kursî, Helwêstê dibeşdariya xwe ya ewil de 4 kursî û Komeleya Dadgeriyê jî 3 kursî bi dest xistin.

Ew hilbijartin piştî çendîn caran bipaşxistin û guherîna yasaya hilbijartinan ûdabeşkirina Herêma Kurdistanê ya li ser çar bazineyan a ji aliyê Dadgeha Federal aÎraqê ve hatin kirin.

Encamên hilbijartinan wiha kir ku ti alî nekare bêyî hevpeymaniyan hikûmetê pêkbîne.

Ev yek jî wiha dike ku pêvajoya pêkanîna kabîneya dehem û çalakkirinaparlamentoyê pêdivî bi dan û standinên cidî û peymana siyasî ya di navbera aliyande hebe. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *