Çavkaniyek ji Şanda Îraqê, ku serdana birêveberên nû yên Sûriyeyê kir, hin ji hûrgiliyên civîna wê şandê ya bi wan birêveberan re eşkere dike û amajeyê dide ku, zêdetir bal kêşaye ser doza ewlehiyê û pirsa pêkhateyên Sûriyeyê.
Çavkaniyekê ji Şanda Îraqê, ku serdana birêveberên nû yên Sûriyeyê kir, îro (Pêncşem, 26.12.2024) got ku şanda wan bi berpirs û desthilatdarên nû yên Sûriyeyê re civiyane û tekez li ser parastina sinoran û hevahengiyên navbera her du aliyan kiriye, ji bo rêgirtina li vegeriyana DAIŞê bo meydanên her du welatan û zêrevanîkirina li girtîxaneyên Sûriyeyê ku çekdarên DAIŞê tê de ne.
Wê çavkaniyê herwesa amaje jî da ku, Şanda Îraqê herwesa parastin û rêzgirtina pêkhateyan û mezargehên pîroz ji aliyê desthilatdarên nû yên Sûriyeyê ve pêdivî dît, li beranber jî desthilatdarên Sûriyeyê piştevaniya daxwaziyên Îraqiyan li ser vê pirsê û pirsên din ên hevpar kir.
Berdevkê Hikûmeta Îraqê Basim Ewadî îro (Pêncşem, 26.12.2024) ji K24ê re ragehand, “Îro şandeke Îraqê bi serokatiya Serokê Dezgeha Hewalgirî Hemîd Şetrî serdana Şamê kir.”
Berdevkê Hikûmeta Îraqê amaje jî da, “Ew şanda Îraqê li Koçka Şeib bi Fermandarê Giştî yê Îdareya Nû ya Sûriyeyê Ehmed Şera re civiya.”
Piştî nemana Rijêma Esed, ev serdana yekê ya şandeke Îraqê ji bo Sûriyeyê ye.
K24